Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mezintirîn meşa nerazîtiyê li Helebê birêve çû

13:40 - 19 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Li ser gaziya opozîsyonê, li bajarê Heleba Sûriyê berfirehtirîm meşa nerazîtiyê bi beşdariya dehan hezar kesan birêve çû.


Li gor raporên çalakên mafên mirovan ên Sûriyê, duh roja Înê berwar 18’ê Gulana 2012’an, li bajarê Helebê bi hezaran xelkê wî bajarî li dijî rejîma beşar Esed meşiyan û çalakan ew meş bi mezintirîn meşa xelkî di yek sala derbasbûyî de dan zanîn. Meşa ku li ser gaziya opozîsyonê li jêr navê “Lehengên Zanîngeha Helebê” hat lidarxistin.
Li wê meşa nerazîtiyê ku dehan zehar kes beşdar bûne, hejmarek kuştî û birîndar hene. Herweha li cihên cuda cuda ên Sûriyê meşên din ên nerazîtiyê jî hebûne û hejamrek kuştî û dinav de du zarok in.
Hevdem ji aliyek din ve jî peyvbêjek ê bi navê Kofî Ennan ragihand ku di van nêzîkane de Ennan diçe Sûriyê.
Gelaleya Kofî Ennan ku agirbest di Sûriyê de bû, heyamek berî niha ji aliyê rejîma Beşar Esed ve hat pejirandin, lê piştî çend rojan agirbesta han ji aliyê dewleta Esed ve hat şikandin û komkujiyê rejîma Beisa Sûrî li ser xelkê nerazî li bajarên Sûriyê de destpê kir.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê