Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komkirina dezgehên mahwareyî li Nexede

15:07 - 19 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Hêzên Ewlekariyê ên rejîmê li bajarê Nexede avêntin ser malên xelkê û çendîn dezgehên mahwareyî kom kirin û tev xwe birin.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja Pêncşemî berwar 17’ê Gulana 2012’an, hêzên kincşexsî ên Ewlekariya rejîma Îranê li bajarê Nexede bi armanca komkirina dezgehên mawareyî ên xelkê, li gereka “Hacî Xidir” dest bi gerîn û tevlîhevkirina malên xelkê di wê gerekê de kirin û çendîn dezgehên mahwareyî ên xelkê kom kirin û gel xwe dibin.
Gelaleya komkirina dezgehên mahwareyî di Kurdistanê de di wan salên dawî de bi awayek berfireh destpê kiriye û hovane dikevin ser malên xelkê û bi bêhurmetîkirin bi xelkê dezgehên mahwareyî ên wan kom dikin û tev xwe dibin. Pirraniya caran jî xelkê neçar bi dana cezaya nexdî dikin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê