Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka pêşmergeyekî PDK Îranê Li Seqizê çû ber dilovaniya xwedê

13:04 - 18 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Dayîka “Rehîm Hêja” pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li herêma Gewrka Seqizê wefat kir.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja duşemî 16’ê Îlona 2013’an, xatûn “Xedîce Kerîmî” diya “Rehîm Himetî” nasrav bi “Rehîm Hêja” pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li temen 70 saliyê de li gundê “Qbaxlû”a ser bi bajarê Seqizê koça dawiyê kir.
Dayîka Xedîce yek ji wan şêre jinane bû ku her dem xemxwarê PDK Îranê û gelê xwe bû û malbata navbira nîştimanperwer û cihê rêzgirtina xelkê bajarê Seqizê bûn.

6553.jpg


Xatûn Xedîce bi serbilindî ve bas ji rêbaz û bîr û hizra kurê xwe dikir û bi şanazî ve wesf dikir.
Xanima Xedîce li gundê “Qbaxlû”a ser bi devera “Gewirk”a Seqizê jiyana xwe ji dest da û her li vê ji teslîmê erdê kirin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Rehîm Hêja” dike û xwe di xem û kesera wan de bi şirîk dizane.

Riha wê şad