Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirraniya xelkê cîhanê li dijî bernameya navikî a rejîma Îranê ye

14:25 - 20 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Pirraniya xelkê cîhanê li dijî bernameya navikî a rejîma Îranê ye û pêtirî nîva xelkê jî piştevanî ji êrîşa nîzamî bo ser rejîma Îranê dikin.


Li gor malpera “DW” navenda rapirsiyê a “Pîo”, di encama nûtirîn rapirsî di nava hevwelatiyên Rojava û welatên deverê de ev yeka aşkere kiriye ku 90 ji sedî a xelkê Ewropa û 77 ji sedî a xelkê Rûsiyê li diujî bernameya navikî arejîma Îranê ne, tenê beşek zaf, nêzîk 70 ji sedî a Şîeyên Lubnanê piştevaniyê ji bernameya navikî a rejîma Îranê dikin.
Li gor rapora ajansa Almaniya “DW” 96 ji sedî a xelkê Almaniya, 77 ji sedî a xelkê Rûsiyê, 54 ji sedî a xelkê Çînê, 76 ji sedî a xelkê Urdonê û 66 ji sedî a xelkê Misrê li dijî beranmeya navikî a rejîma Îranê ne.
Pêtirî nîva xelkê Birîtanya, Almaniya û Firansa jî piştevaniyê ji êrîşa nîzamî bo ser rejîma Îranê dikin. Li Misr û Urdonê jî 50 ji sedî a xelkê li dijî êrîşa bo ser Îranê ninin.
Welatên ku pêwendiyên bazirganî bi Îranê re hene, rêjeya dijatiyê li gel bernameya navikî a wê rejîmê kimtir e.


Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê