Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên rejîma Îranê bo ser xelkê Pawe

14:35 - 20 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê li ser cadeya Merîwan – Pawe, bi hêceta hevkarîkirina hêzên opozîsyonê givaş xistine ser xelkê.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, hêzên rejîma îslamî a Îranê li ser riya sereke a Merîwan – Pawe, dest bi tevlîhevkirina seyrangeh û xweringehên ser cadeyê û tevî azar û ezyeta xelkê, bê hurmetî bi xwediyên qehweqaneyan kirine.
Seyrangehên ku li wê deverê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine tevlîhevkirin, ev in: Dalanî, Bizazera, Nuweycer û Tete.
Li gor gotina hevwelatiyek deverê, rejîmê bi hêceta vê ku xweringehên han xwerin dane endam û çalakên opozîîsyonê, û bi wê sedebê hatine tevlîhevkirin û bêhurmetî bi xwediyên wan hatine kirin.
Di van heyamên derbasbûyî de jî çendîn seyrangehên derdora Merîwanê bi hêcetên cur bi cur hatine tevlîhevkirin û hat û ço bi tundî hatiye konterolkirin û di hin cihan de jî hatiye qedexekirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê