Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlma sînemaya “111 keç” li “Lenza fîlma Cîhanê” li Amrîkayê hat pêşandan

19:33 - 23 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Fîlma sînemaya “111 keç” ji derhêneriya hevper a sînemakarên Kurd Nahîd Qubadî û Bîjen Zemanpîra li “Lenza fîlma Cîhanê” li Amrîkayê hat pêşandan.


Fîlma sînemaya “111 keç” ji derhêneriya hevper a sînemakarên Sine ên Kurd Nahîd Qubadî û Bîjen Zemanpîra li nutirîn beşdariya navdewletiya xwe de û bi nûnerayetiya Herêma Kurdisntanê li du sansên cuda de di rêûresma destpêkirina gera şeşemîn a “Lenza fîlma Cîhanê” li kolêja nawenda huneriya ciwanên Olîn li bajarê Luyston li wîlayeta “Mîn”a welatê Amrîkayê hat nîşandan.
Fîlma sînemaya “111 keç” aydiya sînaroyên hizrên sînemakarê navdarê Kurd “Behmen Qubadî” ye û sînaroya wê ji aliyê sînemakarê Kurd “ Betîn Qubadî”ve hatiye nivîsîn.