Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmedînijad: Me hejarî di Îranê de nehiştiye!!!

13:18 - 21 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Emhedînijad di axaftinekê de bi amajekirin bi heya 2 salên din em bêkariyê di Îranê de nahêlin got: Me hejarerî di Îranê ne de binbirr kiriye!!!.


Li gor rapora nûçegihaniya” Ilna”, Mehmûd Ehmedînijad roja derbasbûyî axaftinek sebaret bi pêwendiyên Hikûmet û Meclisê de kir, û di beşek axaftina xwe de bal kiişand ser rewşa abûrî û bêkariya xelkê. Emhedînijad got: Heya 2 salên din em bêkariyên di Îranê de nahêlin, her wek me hejarî di Îranê nehiştiye.
Ev axaftinên Emhedînijad di halekê de ne ku hejarî di Îranê çendqat bûye û li gor raporên çalakên mafên mirovan û abûrîzanan, pirraniya xelkê Îranê li jêr hêla hejariyê de dijîn û beşek ji xelkê jî di hêla mirinê de dijîn û hewl didin xwe bigîjînin hêla hejariyê.
Bo pêzanîna pêtir, tenê di çar parêzgehên Kurdistana Îranê wate Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlamê de di du mehên derbasbûyî de pêtirî 7 hezar kedkar bêkar bûne.
Ji aliyek din ve jî salek berî niha Mehmûd Emedînijad ragihabndibû ku bi berhevkirina2.5 milyon derfetên kar ji xelkê re, heya dawiya sala 1390’an a Rojî emê bêkariyên di welat de binbirr bikin. Lê duh 31’ê Meha 2’a 1391’an bû ku Ehmedînijad car din bas ji vê yekê kir ku heya 2 salên din emê bêkariyê binbirr bikin.

Eva bo cara sêyemîn e ku Ehmedînijad di salekê de bas ji binbirrkirina bêkariyê bike, lê bêkarî di welat de roj bi roj zêde dibe.
Herweha Ehmedînijad di beşek axaftina xwe de amaje kir ku “Îran qabilî berhevdan tev welatên deverê û hin welatên Ewropayî jî nine, çimku Îran ji wan pêşkevtîri û mezintir e”. Eva jî di halekê de ye ku xelkê Îranê seba hejarî, givaşên siyasî, binpêkirinên mafên mirovan, pirsên netewî û olî û mesebî penaberî welatên deverê û Ewropayî dibin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê