Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba daxistina kûrexaneyên Kirmaşanê, 5 hezar kes bêkar bûne

17:20 - 21 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Seba daxistina sedan kûrexaneyên kerpûçan, 5 hezar kedkar li Kirmaşanê bêkar bûne.


Li gor rapora malpera “Kirmaşanpost”ê, hezaran kedkarên kûrexaneryên parêzgeha Kimaşanê û bi taybetî bajarê Kengawerê bêkar bûne.
Pêla perfireh û bêmînak a bêkariyê di encama daxistina sedan kûrexaneyan di du salên derbasbûyî de, bêkarbûna 5 hezar kedkaran di Kirmaşanê de jê ketiye.
1033.jpg

Xwedî kûrexane armancdarkirina yaraneyan û giranbûna nirxa şewatê bi sedemên sereke ên bêkariyê di kûrexaneyan de didin zanîn.
Li gor rapora han, yarane şewata kûrexaneyên sunnetî ji xwe nagre û pêla berfireh a bêkariya gundên Gûdîn, Şûçe, Qarliq, Kûçe, Tahirava û Husênava girtiye ve.
1034.jpg

Kûrexaneyên Kirmaşanê dehan derfetên kar ji xelkê Kirmaşan û parêzgehên derdor weke Îlam û Sine û bajarên derdor re pêkanîn bû.
Bi wî halî jî hevwelatiyên deverê dibêjin, berpirsên rejîmê li hember rewşa kûrexane û pirsa kedkaran de xemsar in û hin ji kedkaran tûşî pirsgirêkên saxlemiyê bûne.
1035.jpg

Husên hevwelatiyek Kirmaşanî tev nûçegihaniya “Kirmaşanpost”ê gotiye: Di heyamek kin de 16 tiransên elektirîkê hatine dizîn, em hemû bêkar bûne, ciwanan rû li madeyên hişber kirine, em hemû birsî ne, gelo mirovê birsî dikare çi karekê bike!
Xwedî kûrexaneyek din dibêje: Berpirsên rejîmê xwastên xelkê berxwar dibin û daxwaza pere ji me dikin, eva di halekê de ye ku em muhtacê nanê şevê ne.
1036.jpg

Kedkarek kûrexaneyê ku tûşî pirsgirêka saxlemiyê bûye, gotiye: Rewşa min a cismanî nebaş e jiyan ji min tehl bûye, tu yaraneyan nadin min, ez nikarim bêjim edalet heye.
Pirraniya kedkaran gotine: Çendîn car me name ji Fermandarî û Parêzgariya Kimaşanê re şandiye ji bo ku avirek ji rewşa nebaş a me di kûrexaneyan de bidin, lê tu bersivek nedane û derî li ser me daxistine.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê