Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bankê Mîtsobîşî nêzîk 3 milyard dolarên Îranê biloke kirin

21:56 - 21 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Bankê Mîtsobîşî yê Japonê nêzîkî 3 milyard Dolarên Îranê biloke kirin.


Li gor rapora malpera “Tabnak”, berpirsên bankê Mîtsobîşî ragihandine, 2 milyard û 600 milyon Dolar darayiyên Îranê bi biryara dadgehek Amerîkayê biloke kirine.
Li gor rapora han, hukmê dadgeha Amerîka hin pirsgirêjk ji sîstema hiqûqî a Japonê re çêkirine, lê Japonê ew biyar cih bi cih kiriye û li gor hukmê han, destsedagirtina darayiyên Îranê tenê di çarçoveya Amerîkayê de nabe.
Birêveberên bankê Mîtsobîşî heya niha nûçeyê bilokekirina darayiyên Îranê piştrast nekirine.
Herweha berpirsên rejîma Îranê jî tu dijkiryarek li hember karên han nîşan nedane û rohn jî nine ku dê çi siyasetekê di vê pêweniyê de bidin pêşiya xwe.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê