Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlma sînemaya “sibaret bi 111 keç” li akadîmya fîlma Amrîka hat nîşandan

15:23 - 5 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Fîlma sînemaya “sibaret bi 111 keç” ji derhêneriya hevper a sînemakarên Kurd Nahîd Qubadî û Bîjen Zemanpîra li akadîmya fîlma “Port Townsend” li welatê Amrîka hat pêşandan.
Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, Fîlma sînemaya “sibaret bi 111 keç” (About 111 Girls) ji derhêneriya hevper a sînemakarên Sine ên Kurd Nahîd Qubadî û Bîjen Zemanpîra li nutirîn beşdariya navdewletiya xwe de û bi nûnerayetiya Herêma Kurdisntanê berwara 3’ê Ciriya Pêşîn a 2013’an, li duyemîn beşa fîlmên Lenza Fîlma Cîhaniya (Global Lens films) fîlma “Port Townsend” li bajarê Waşngtonê li welatê Amrîka hat pêşandan.
Fîlma sînemaya “111 keç” di dawîn beşdariya navdewletiya xwe de û bi nûnerayetiya Herêma Kurdisntanê di du sansên cuda de li rêûresma dest pê kirina gera şeşemîn a “Lenza fîlma Cîhanê” li kolêja nawenda huneriya ciwanên Olîn li bajarê Luyston li wîlayeta “Mîn”a welatê Amrîkayê hat nîşandan.