Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdek riya rizgariya Kurdistanê li devera Urmiyê koça dawiyê kir

16:14 - 22 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Dayîka şehîdek riya rizgariya Kurdostanê li devera “Soma”a Urmiyê di temenê 75 saliyê de koça dawiyê kir.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, çend roijan berî niha “Besê Qulîzade” dayîka şehîd “Qadir Muradî”, xelkê gundê “Cilxeran” a devera Somayê di temenê 75 saliyê de seba pîrî û nesaxiyê koça dawiyê kir.
Şehîd “Qadir Muradî” pêşmergeyê PDK Îranê bû û di şerrek giran di meha Îlona 1983’an li gundê “Bêrdûk”a devera Somayê de bi destên hêzên rejîma Îranê şehîd bû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi vê boneyê sersaxiyê dide malbat û kes û karên “Besê Muradî” û xwe bi hevalê xem û kedera wan dizane.
Riha wê şad
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê