Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daristanên Kurdistanê di nava agir de\\ rejîm beriya temirandina agir ji aliyê xelkê ve digre

17:27 - 22 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Bi hatina werza germê sedemên mirovî bi pewest yan ne, dibin alavek bo şewitandina daristanên Kurdistanê.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî berwar 20’ê Gulana 2012’an, çiyayên derdora bajarê Newsûdê weke “Perwînî”, “Qelaga” û “Deretfê” hatine şewitandin û di encam de agirek mezin çiyayên wê deverê dagirtine.
Li gor gotina xelkê devera Newsûdê, paygehên sînorî ên rejîma Îranê ên cihgîr li sînorê “Wene û Bennenî” daristanên wan çiyayan şewitandine.
1050.jpg


Li gor çavkaniya vî nûçeyî, xelkê Newsûdê û gundên derdor bi mebesta temirandina agir rû li çiyayan kirine û navendên rejîma Îranê jî ne tenê, hevkarî ji bo temirandina agirên darsitana nekirine, pêşî ji xelkê girtin heya nekarin agirên ji daristanan ketiye konterol bikin.
Herweha îro 20’ê Gulana 2012’an, çiyayên derdora Newsûdê bo carek din jî agir jê ketiye û heya gihêştina vî nûçeyî şewitîna wan daristanan berdewam e.
Ji aliyek din ve jî çend rojan berî niha li bajarê Ciwanroyê ji aliyê du kesan ve agir ji çiyayekê derdora wî bajarî hatiye xistin, û kesek xelkê wê deverê jî bi armanca temirandina agir xwe gîjandiye cihê agir û piştîre 4 kes bi turumbêlek “Cîb” diçin wî cihî û piştî lêdan û bêhurmetî, pêşî ji temirandina agir digrin û gef ji wî kesî dixwen ku ger carek din hewla temirandina agirên çiyayên Kurdistanê bide, tê bihê wendakirin û jinavbirin.

1049.jpg


Pirraniya xelkê deverê di vê baweriyê de ne ku hêzên rejîmê bi hêceta hebûna hêzên çekdar ên dijberî rejîmê xwe di nava daristanên wan çiyayan de vedişêrin, wan cihan dişewitînin û îzna temiradinê jî ji aliyê xelkê ve nadin.
Di çend salên derbasbûyî de çendîn navendên jîngehparêzî di Kurdistanê de hatine damezirandin û di destpêk de îzna çalakiyan bi fermî hebûn, lê piştre ji alyê rejîma Îranê ve endamên wan navendên sivîl hatin gazîkirin û destbiserkirin ji aliyê dezgehên qezayî ve dihên hepsîkirin, weke mînak em dikarin amaje bi “Encumena Keska Çiya a Merîwan”ê bikin.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê