• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2016-07-29 / 1395-05-08   

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 282 Dî wê hejmarê de:

-So’da Kakereş: “Çavnihêriya min ji hevjînê min ew e, ku berdewam be li ser şoreşê”
-“Rasan”ê bêdengiya Rojhilat şikand
-Rejîm tevizî
  • “Rasan”ê bêdengiya Rojhilat şikand “Rasan”ê bêdengiya Rojhilat şikand
    Lewra Hewcehiyekî dîrokî û îroyî bû ku Rojhilat ji rewşa niha derkeve, û dengê xwe yê mafxwazane bilind bike û bibe rojeva navxwe ya Kurdistan û herêm û tenanet medyayên cîhanê.
  • So’da Kakereş: “Çavnihêriya min ji hevjînê min ew e, ku berdewam be li ser şoreşê”. So’da Kakereş: “Çavnihêriya min ji hevjînê min ew e, ku berdewam be li ser şoreşê”.
    Jiber ku hêvî û hesretên gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat bi tevgera rizgarîwaziya gelê Kurd bi rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dîrokî û zêde ne, lewra veqetiyana kadr û pêşmergeyên Hizbê û cudakirina çeperên xwe ji çeperên PDKÎ, moral û hêviyên Rojhilat diherifîne û dibe sedema dilêşan û bêhêvîbûna xelkê ji tevgera xwe ya mafxwazane.
  • Rejîm tevizî Rejîm tevizî
    Di vê derheqê de, vê rejîmê gellek boxtan û vir û derev kirin, lê di du biyavan de, vê rejîmê ji hemiyan baştir dizanî ku şikesteke giran xwariye
  • Zendeqa zordarn û sitemkaran ji hevgirtina çiya û bajar çûye Zendeqa zordarn û sitemkaran ji hevgirtina çiya û bajar çûye
    Propagend û pîlanên rêjîmê bona vê yekê ne ku ji xelkê kurd li gund û bajaran re bibêje ku eva Pêşmerge ye ku dibe sedema afirandina pirsgirêkan ji we re û hebûna Pêşmerge dibe sedema malwêranî û agirberdan ji jiyan û têkbirina ewlehî û asayişa we.
  • Bo 6 bazên Rojhilata têhniyê azadiyê Bo 6 bazên Rojhilata têhniyê azadiyê
    26’ê Cozerdana 1395 (15’ê hezîran)ê, qemekêş û “G3” bi destên komara merg û îdamê, bi çavsaxiya taqmeke xwefiroş a qirêjxwar, gundê Qere Seqel a Şinoyê dorpêç kirin,ku desteyek ji dersxwanên mekteba serdarê demokrasiyê di nav xwe de divehewand.
  • Hesen şerefî: Hizba me birîndar dibe, lê bi çok de nahê Hesen şerefî: Hizba me birîndar dibe, lê bi çok de nahê
    Herwek çavnihêriya nirxa wê dihate kirin, wisa çavnihêriya serbilindiya wê jî hate dîtin. Em dibînin ku di navxwe a Kurdistana Rojhilat de, çi liv û tevgerek heye. Em dibînin ku çi hestekê ser heta piyê keç û kur û hemû xelkê Kurdistanê bi xwe ve girtiye.
  • Mistefa hicrî: Em wefadar in bi peymana ku me daye xelkê xwe Mistefa hicrî: Em wefadar in bi peymana ku me daye xelkê xwe
    Komara Îslamî li gorî îdolojî û siyasetên xwe di 37 salên derbazbûyî de heya niha, îsbat kiriye ku ne tenê li dijî mafê hemû azadîxwazekê di Îranê de ye, belkî dijî mafê Kurd û netewên din ên Îranê ye jî, belkî dijî mafê gelê Kurd li hemû parên Kurdistana parvekirî ye.
  • Gireva bajar, dengê bihêz ê çiya ye Gireva bajar, dengê bihêz ê çiya ye
    Di vê xebata dûr û dirêj ya Kurd de, ku tejî ye ji evraz û nişîv û tejî ye ji şikest û serkevtin, û tejî ye ji xem û kovan û serfirazî, rêkar û riyên curbicur berçav hatine girtin, da ku neteweya Kurd bigihîje armancên xwe.
  • Destanrês Destanrês
    Renge wisa hizir bê kirin, ku jiber ku riya pêşberî wan riyekî gellek dijwar e, û astengî ew qas mezin in, ku mirov bi tenê tu tişt ji destên wan nahê, bi neçarî dibe serî di hemberî rewşa heyî de bitewîne.
  • Yekrengiya du helwestan, û derswernegirtina ji dîrokê Yekrengiya du helwestan, û derswernegirtina ji dîrokê
    Min hêvî dikir ku helwêsta vî birêzî di cihê pêdagirî li ser vê siyasetê, pêdagirî li ser yekgirtin tevî Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ba, ku helwêsta duyem helwêsteke guncaw e, û wê biba cihê rêzgirtinê ji aliyê civatên xelkê Kurdistanê ve.
  • Hinek berçavrohnî li derheq diruşma rûxandina Komara Îslamî Hinek berçavrohnî li derheq diruşma rûxandina Komara Îslamî
    Belgeya Pêncem: Hêzeke demokrat û pêşkevtinxwaz çawa dikare bibe beşek ji pirojeya herifandina berçav an hizrî ya sîstemeke lawaz û kêrnehatî û parvemayî? Mîkanîzma vê pişikdariyê çawa ye? Emê hewlê bidin di vê beşê de tekezê li ser vê mikanîzmê bikin.
  • Mustafa Ozçelîk:  “Dema ku Kurd pêş dikevin, dewlet êrîşî ser Kurdan dike”. Mustafa Ozçelîk: “Dema ku Kurd pêş dikevin, dewlet êrîşî ser Kurdan dike”.
    Îro hemû aliyên Kurdan divê li hemberî şerî derkevin. Divê bi tu awayî nebin piştgirên şerî. Divê bi awayekî biryardar li himberî dewleta Tirkiyê rawestin û bêjin bi kuştin û wêrankirin û siyaseta şerî tu yê nikaribe miletê me jî doza miletê me jî ji holê rabikî.
  • Mirina cellad Mirina cellad
    Roja 14’ê Cozerdana sala 1368 (Hezîrana sala 1988)’an ji bilindgoya mizgewt û xwendingeh û husêyniye û cihên giştî ên din ve, ragehandin ku Xomêynî miriye.
  • Rabûneke dijminhejîn Rabûneke dijminhejîn
    Çend salek e jî ku PDKÎ li ber berjewendiya bilind ya neteweyî, xebata çekdarî ragirtiye, û Komara Îslamiya Îranê jî ragehandiye ku wan “Girûpa Me’idûm” û “jinavçûyî” ji nav birine.