Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Daxuyaniya Deftera Siyasî Ya PDK Îranê, Bi Hinceta Pêkhatina Heştemîn Civîna Komîteya Navnedî

 

Hevwelatiyên hêja!

Xelkê azadîxwaz yê Kurdistanê!

Alîgir, endam, Kadro û Pêşmergeyên PDK Îranê!

Komîteya Navendî ya PDK Îranê, hilbijartiya Kongreya sêzdehem ya

partiyê, seet 16:00’ê paşnîvroya roja duşem, 20’ê Xermanana  1385’ê Rojî, hevberî 11.09.2006’an, heştemîn civîna xwe lidar xist û piştî 3

rojan xebatên berdewam, demjimêr 20’ê êvariya roja çarşem, 13.09.2006’an dawî bi karên xwe anî.

Heştemîn civîna Komîteya Navendî di destpêkê de bi îlankirina deqîqeyekê bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdan dest pê kir. Piştre bername û destûra karê civînê kete ber raya beşdaran û li pey pejirandina bername û destûra karê civînê, hevalê hêja û xebatkar, Kekê Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê bas û şîroveyeke siyasî derheq guhertinên nava du civînên partiyê di asta deverê, Îranê û Kurdistanê de pêşkêşî civîna Komîteya Navendî kir.

Şîroveya siyasî ya Sekreterê Giştê yê PDK Îranê, birêz Mistefa Hicrî, di çend civînên Pilînomê de ketin ber bas û piştî vê çendê ku beşdarên civînê dîtin û nêrînên xwe der barê her yek ji wan bas û mijaran xuya kirin, hate pesendkirin.

Di vê şîroveyê de bi hûrî û berfirehî îşare bi şerê navbera Hizbelaha Lubnanê û Îsraîlê hatibû kirin. Di vê derheqê de civîna Komîteya Navnedî ya PDK Îranê Komara Îslamî ya Îranê wekî hayder, pêkîner û sebebkarê wî şerî da zanîn ku bo careke din piştgiriya vê rejîmê ji destek, girûpên tundrew yên terorîstî xiste ber raya giştî û eşkeretir û zelaltir ji berê fitneçîtî, maytêkirin û destêwerdana Komara Îslamî di kar û barên hundir yên welatan bi armanca alozî û telihevkirina tenahî û rewşa herêma Rojhilata Navîn derxist holê û careke din ev rastiye da xuyakirin ku heke Komara Îslamî ya Îranê bi van siyaset û kiryarane çekên Etomî bidest bixe, dikare tirs û gefeke mezin bo ser tenahî û aramiya herêmê be.

Di şîroveya siyasî ya Sekreterê Giştî de qala rewşa Îraqê bi giştî û Kurdistana Îraqê bi taybetî hatibû kirin. Di vê derbarê de civînê tevî îşare bi aloziyên herêmên navend û başûra Îraqê, keyfxweşbûna xwe ji pêkhatina hikûmeta hevgirtî ya Kurd û yekgirtina her du îdareyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û helwesta Serokatiya Herêma Kurdistanê derheq ne bikaranîna ala Îraqê ya serdemê Bessê li Kurdistanê bi gaveke neteweyî hesiband û piştgirî dayê.

Derheq Îranê, heştemîn civîna Komîteya Navendî ya PDK Îranê, îşare bi kirîza Etomî ya Komara Îslamî tevî civaka cîhanî kiriye û encama her dij kiryareke Konseya Ewlekariyê û civaka cîhanî li hember serhişkiyên Komara Îsalmî xiste stûyê vê rejîmê.

Civîna Komîteya Navnedî rêz ji tevger û serhildana nerazîbûnê ya neteweya Azerî girt ku di meha Banemera îsal de hate lidarxistin û ew tevgere bi bizaveke neteweyî hesiband ku di halê xurtbûnê de ye.

Civîna Komîteya Navendî ya PDK Îranê rêz û rûmet ji liv û tevgera nerazîbûnê a neteweya Kurd li Kurdistana Îranê seba bersivdana gel bona vexwendina PDK Îranê bi hinceta 22’ê Pûşperê, hevdehemên salvegera terorkirina Dr. Qasimloyê nemir û liv û tevgerên din di seranserî Kurdistanê de  girt.

Civîna Komîteya Navendî ya PDK Îranê li ser girîngiya xurtkirina Kongreya Neteweyên Îrana Federal tekez kir û pêşdebirina û pêşveçûna pêvajoya xebatên vê kongreyê wek sebebeke jêhatî ji bo berbipêşdebirina çareserkirina pirsgirêka neteweyên Îranê di Îranê de zanî.

Pilînomê piştî lênihêrînek li serkar û barên rêxistinî li derveyî welat, pêşniyar kir ku girîngî û baleke bêtir bi karê rêxistinî li Ustiralya û Amerîkayê bihê dayîn.

Ji ber zêdebûna dezgehên ragihandin û çapemeniyê yên partiyê û ji bo pêkanîna hevahengiyê di belavkirina nûçeyan de, civîna Komîteya Navnedî rasipartin da Deftera Siyasî hetanî ji bo pêkanîna navendeke nûçeyan hewl û bizavê bide.

Civîna Komîteya Navendî di derheq kirîz û pirsgirêkên hundirî partiyê de, pêşniyar bi Deftera Siyasî kir ku careke din cehd û hewlên xwe di çarçoveya azîn, usûl û pirensîpên partiyê û pêrewa hundirîn de bi armanca çareserkirina van pirsgirêkane bidomîne û rapora kar û xebata xwe di vê derbarê de bide civîna Komîteya Navendî ya tê.

Civîna Komîteya Navendî piştî 3 rojan karê berdewam, her wekî îşare pê hat kirin, seet 20’ê êvariya roja çarşem, 13.09.2006’an dawî bi karên xwe anî. 

Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

23.06.1385’ê Rojî

14.09.2006’ê Zayînî

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Şemî, 9’ê Xermanana 1387’ê Rojî