Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Deqa Peyama Rêzdar Têmûr Mistefayî, Endamê Deftera Siyasî Ya PDK Îranê, Di Rê Û Resma 25’ê Gelawêja 2006’an

 

 

Rêzdar Têmûr Mistefayî:

Bi Avakirina Partiya Demokrat Metodek Nû Ji Bo Bi Destveanîna Maf Û Azadiyên Neteweya Me Li Kurdistana Îranê Hat Nava Xebata Azadixwazane Ya Xelkê Kurdistanê

Xûşk û birayên hêja!

Mêvanên ezîz!

Bi hinceta 25’ê Gelawêja îsal, 61’emîn salvegera avakirina partiya me, PDK Îranê, ez ji aliyê Deftera Siyasî bi dil û can pîrozbahiyê ji we xweştîviyan, xelkê xebatkar yê Kurdistanê, malbatên şehîdan, girtiyên siyasî, Kadro û Pêşmerge, andam û

alîgirên partiya me dikim û pêşerojeke geş ji bo we bi hêvî dixwazim.

Gelî birêzan!

 Her wekî hûn dizanin bi avakirina Partiya Demokrat metodek nû ji bo bi destveanîna maf û azadiyên neteweya me li Kurdistana Îranê hat nava xebata azadîxwazane ya xelkê Kurdistanê, vê partiyê di yekemîn bernameya xwe de ku ji 8 madeyan pêkhatibû, bi ronî û zelalî li ser dexwaza demokrasiyê û mafê neteweyî rawesta bû, daxwaziyek ku piştî 61 salan ji vî serdemî de ne tenê xwesteka xelkê Kurdistanê, belkî daxwaza dinyaya pêşkevtî û hewcehiyeke civaka mirovahiyê ye.

Ji me hemûyan re ron û eşkere ye ku partiya me di domandina xebata azadîxwazane ya xwe li dijî zordarî û ne wekheviya du rejîmên Paşayetî û Komara Îslamî de ji bo gihîştin bi armancên bilind yên neteweya me ji tev awa û metodên xebatê li gor rewşê mifah wergirtiye, çi wê dema ku Komara Îslamî xebata çekdarî bi ser me de sepand û em neçar bûn bi çek û tifengê parêzvaniyê ji maf û azadiyên xelkê Kurdistanê bikin û hevdem tevî vê çendê jî xortên me yên şoreşvan bi cangorîkirinê xebata siyasî meşandine, bi şahidiya dost û dujminan, xotên biemeg yên partiya me û şervanên eqîd û mêrxas, li pêşahiya xebata xelkê Kurdistanê ji bo gihîştin bi azadiyê û mafên xwe ên neteweyî bûn.

Hevalên rêzdar!

Di yek sala borî de, li hundir û derveyî welat bi dehan nerazîbûn û xwenîşandanên rêxistinên sinfî, civakî û siyasî li dijî newekheviya heyî di Komara Îslamî ya Îranê de hatin meşandin ku ya herî girîng nerazîbûna xelkê Makoyê û bi xwînê gevizandina vê serhildana nerazîbûnê ji aliyên hêzên Komara Îslamî, nerazîbûna Mamostayên Kurdistanê di hefteya Mamosta de, nerazîbûna kedkarên “Xet Wahid” (Ajotkarên Otobosên nava bajar) li Tehranê, nerazîbûna xwendekaran, serhildana gelê Azerbaycanê bo heyamê 10 rojan û bilindkirina dirûşmên neteweyî di xwenîşandanan de, xwepêşandana jinên azadîxwaz di roja 22’yê Cozerdana îsal li dijî ew zilm û newekheviya ku di Komara Îslamî de li gor qanûna wan dimeşe, nerazîbûna 22’ê Pûşpera îsal, hevdehemîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li ser daxwaza PDK Îranê û xwedîlêderketina xelkê Kurdistanê bi bangewaza partiyê bûn bi parek ji xebata ber bi geşebûnê ya civatên xelkê.

Ev nerazîbûn û berxwedaniye di halekê de dimeşin ku xelk ji serkut, girtin û îşkenceya bêrehmane û nemirovane ya kirêgirtiyên Komara Îslamî haydar in û amade ne di rêya bidestveanîna azadiyê û mafên xwe ên neteweyî de nirx û bihayê jê re bidin, lewra ye jî ku xebata gel ji bo bidestveanîna azadiyê û mafê neteweyî di pêşerojê de dê bi bername û pan û berfirehtir bidome.

Li derveyî welat jî partiya me bi rêvebirina dîplomasiyeke xurt û bihêz karî ye gelek karên girîng wekî çelengkirina Kongireya Neteweyên Îrana Federal,  civîn di salonên “Senate” û “Congreessa” Amerîka û Parlemana Fransayê, civîn tevî zaf binke û saziyên bibandor li ser pirojeya siyaseta cîhanî, kombûn û civînên bi çend organên dewletî ên girîng û bandorker li Amerîka û Ewropayê pêk bîne ku di tevahiya wan civînan de xwastek û daxwazên neteweyên Îranê û bi taybetî gelê Kurd û girîngî û rola van hêzane di guhertinên pêşerojê di Îranê de hetiye berbas.

Di warê propagendeyê de, partiya me bi avakirina malpereke înternetî li Ewropayê û nemaze damezirandina televîzyona “TISHK”ê germî û guriyeke nû yê daye xebata gelê Kurdistanê ku di pêşerojê de dê bandora xuya û berbiçav hebe.

Di hevdehemîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo de, endam û dostên partiyê ji bo lidarxistina xwenîşandaneke mezin li welatê Otrîşê û çend welatên din yên Ewropa û Amerîkayê sozdariya xwe bi Dr. Qasimlo û partiya wî nîşan dan.

Tevî silav û herbijîn ji bo hemû xebatkarên rêya azadiyê, ez silavên taybetî ji bo xelkê şoreşvan û azadîxwaz yê Kurdistanê, yar û piştevanê herdemî yê Partiya Demokrat dişînin, destxweşî û mandînebûnê jî ji endam û alîgirên netirs û newestiyayî yên partiya me dikim.

Xûşk û birayên qedirgiran!

Hemû ew pêşketinane li xebata rewa û berheq ya neteweyên Îranê û yek ji wan neteweya Kurd di halekê de ye ku rajîma Komara Îslamî bi sedema siyaseta mezinxwazî û piştgirî ji girûpên tundrew yên wekî Hizbelah û Hemasê û fitne û têkderî li herêmê, binpêkirina mafê mirovan û li rex wan jî xebat ji bo bidestveanîna Çeka Etomî, gefa ji holê rakirina welatê Îsraîlê li ser xerîteya coxrafiyê û gelek kar û kiryarên neberpirsane yên din, ji aliyê civaka navneteweyî yê ketiye bin zext û givaşê û rastî kirîzekê hatiye ku heke em ne bêjin derketin ji vê kirîzê mihal e, em dikarin bibêjin pir dijwar e. Ji ber biîsrarbûna rejîmê li ser van siyasetane û ne bersîvdayîna bi daxwaza civaka navneteweyî derheq sekinandina zengînkirina Uraniyûmê, egera biryara cezadana Îranê ji aliyê Konseya Ewlekariyê, pêşdîtina pêşerojeke ne diyar ji bo xelkê Îranê di bin siya vê rejîma kevneperest û serberedayî tê kirin.

Rejîma Komara Îslamî ku xwe li hember givaşa xurt ya navneteweyî de dibîne û ji aliyeke din tirs ji xebata ber bi geşekirina neteweyên Îranê perîşan kiriye û roj li pey rojê zexta xwe ji bo ser xelkê bizalhatî (werezbûyî) yê Îranê zaf û zêdetir dike. Li gor serhejmariyan, Komara Îslamî ya Îranê li sala borî di cîhanê de pileya duyem di îdamkirina xelkê de hebûye û cinayeta herî nû ya rejîmê di vê derbarê de, kuştina cihê gumanê ya Ekber Mihemedî, xwendekarê azadîxwaz di girtîxaneyê de bû.

Rejîmê îsal tund û tûjî li dijî girtiyên siyasî zêdetir kiriye û eziyet û êşandina wan di zêde û xurt bûnê de ye, her di vê demê de, roj li pey roj givaşeke bêtir dikeve ser rêxistinên xwendekarî, kedkarî, mamostayan û jinan û navgînên ragihandinê weke rojname û kafînet tên girtin û qedexekirin yan bi tevahî yê ketine bin zêrevaniya rejîmê. Konterolkirina telefona xelkê û bi taybet ew malbatên ku gumana alîkarîkirin tevî rêxistinê siyasî ji wan tê kirin, bi awayê herî tund dimeşe.

Gelî rêzdaran!

Li gor vê rewşa nû ku min qala vê kir û bi baldan bi vê rastiyê ku partiya me hem di nava kom û komeleyên siyasî yên cîhanî, Îranî û Kurdistanî de xwediyê hitbareke taybet û hem di nava xelkê Kurdistanê de jî xweştevî û nifûzeke berbiçav heye, bêguman dikare li guhertinên pêşerojê di Îranê de roleke gelek baş derheq rijdkirina xebata hundir û hevxistina opozîsyonê de bilîze. Merca bingehîn ya cîbecîkirina van wezîfeyên girîng, mifahwergirtin ji hemû potansiyelan ji bo bizvandina civatên xelkê Kurdistanê û komkirin û birêxistina wan di refa xebatkarên demokrat de ye.

Em dizanin, îro medya roleke baş di hişyarkirin û jordebirina zanyariyên civatên xelkê de dilîze, lewra divêt em ji dezgehên piropagendeyê ên xwe ji bo şermezariya bênpêkirina maf û azadiyên xelkê ji aliyê rejîmê ve demekê jî derengiyê nekin û her di ve demê de rêya berxwedanî û xwestin û baskirina maf û daxwaziyan nîşanî wan bidin.

Dîplomasî di gehandina daxwaziyên xelkê bi civaka navneteweyî bandoreke mezin û jêhatî di pêşdebirina xebata gel ji bo azadî û serbestiyê de dilîze, lewra divêt em girîngiyeke bêtir bi karê dîplomasiyê bidin.

Birêvebirina ev erkên jor û karkirina micid di vê derbarê de rewş û delîveya hilwaşandina rejîmê amadetir dike û xelkê ji belaya hebûna Komara Îslamî serbest dike. Di vê roja dîrokî de em careke din peyama hevxebatiyê ji bo neteweyên bindest yên Îranê û gişt azadîxwazên Îranê di pêxema hiloşandina Komara Îslamî ya Îranê û avakirina hikûmeteke demokratîk  ya Federalî de dişînin.

Bi hêviya wê rojê, careke din cejna we pîroz be.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 15’ê Rezbera 1387’ê Rojî