Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Peyama Deftera Siyasî Ya PDK Îranê Ji Bo Konferansa Salane Ya YCDK Îranê Li Swêdê

Beşdarên hêja yên Konferansa salane ya YCDK Îranê li Swêdê

tevî silavên germ!

Em lidarxistina konferansa we ya salane pîroz dikin û hêvî dikin ku we konferanseke dewlemend û pir berhem hebe û biryarên  wisan jî bikeve ku jê bo domandina çalakî û xebatên YCDK Îranê li Swêdê bi sûd û bibandor be.

Xûşk û birayên rêzadar!

 Girîngîdan bi ciwanan wekî xwediyên pêşeroja civaka me, herdem ji bo PDK Îranê esleke girîng û berçav bûye û rola ciwanan di pêvajoya tevgera Kurd de bilind û bibandor hesibandiye û hêvîdar e di pêşerojê de jî bi lîstina rola xwe li tev warekê de serkevtîtir bibin.

 Eva jî eşkere ye ku PDK Îranê çi di şiyan û îmkanê hebûye ji bo piştgirî û piştevanî ji Yekîtiya Ciwanên Demokrat ya Kurdistana Îranê tu dirêxî û kêmxemiyek nekiriye û di vê derfetê de jî piştevaniya xwe dubare dike û li ser de tekezê dike.

 Me çavnihêriya vê çendê heye ku hûn ciwanên Kurdistana Îranê li her cihekê û welatekê dijîn, nûner û sembola taybetmendiyên bilind yên neteweya me bibin û di heman demê de ji bo xwe elimandin û pêgehandinê û bibandorbûn di pêvajoya tevgera me de bixebitin û ji wan derfet û delîveyên ku li derveyî welat ji bo bêtir perwerdebûnê hene, mifaheke baş werbigirin.

 Dubare em rêz û silavan ji bo we hemûyan re dişinin û ji rêya we jî ji bo gişt endam û alîgirên we.

 Serkevtin ji bo Konferansa we.

 Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Deftera Siyasî

 08.06.1385’ê Rojî

 30.08.2006’ê Zayînî

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 8’ê Xermanana 1387’ê Rojî