Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Daxuyaniya Deftera Siyasî  Dreheq Bi Nav Hilbijartinên Şêwrên Gund û Bajaran  Û Meclîsa Xîbregan

 

Hevwelatiyên hêja!

Xelkê qehreman yê Kurdistanê!

Li gor wan nûçeyên ku heya niha belav bûne, rejîma Komara Îslamî dixwaze hetanî nîva duyem ya meha Sermaweza îsal (dawiya Payîzê), şanoya hilbijartinên Gund û Bajaran  dubare bike û careke din û bi taybet di rewşa niha ya hundir û derveyî de bi awayekî rûyekî

diyardeyeke demokratîk weke hilbijartinê rêve bibe û hevdem nûnerên Meclîsa “Xîbreganê”ê destnîşan bike.

 Komara Îslamî ya Îranê di rewşekê de ku li hundirê welat bi sedema nebûnî, bêkarî û betaliyê û binpêkirina maf û azadiyên xelkê tevî nerazîbûneke xuya û berfireh berbirû ye û li derve jî seba maytêkirin û destêwerdan  di nava kar û barên hundir yê welatan, piştgirîkirin ji girûpên terorîstî û komikên tundrew û hewl û bizav ji bo bidestxistina Çekên Etomî di bin zext û givaşa raya giştî û welatên  bihêz de ye, dixwaze şanoyeke din di bin navê hilbijartinên Şêwrên Gund û Bajaran  de lidar bixe û bi her awayekê pê çê be, xelkê bo ser sindoqên dengdanê rakêşe û wisan nîşan bide ku serbarê vê rewşa ku tê ketiye, niha jî xelk alîgir û piştevanê rejîmê ne û bi beşdarîkirin di hilbijartinan de ji aliyekê sozdayina xwe ji bo rejîmê dubare dikin û ji aliyê din ve jî li rêya van cure hilbijartinan, parek ji kar û barên xwe bidestve digirin û vê şanoyê bixe ber çavê raya giştî û xwe pê mezin bike.

 Ji tu kesê re ne veşartî ye ku di dirêjahiya temenê Komara Îslamî û pêka kakil û naveroka kevneperestane û dijî demokratîk ya vê rejîmê, hilbijartin di şeklê rastîn û demokratîk yê xwe de birêve neçûne û encameke dilxwaz ji bo xelkê lê neketiye. Ji ber ku ve rejîme bi xwe li ser bingeheke demokratîk nehatiye avakirin û bawerî bi hilbijartinan ne bi wateya xwe ya rastîn heye. Ev rastiye ne tenê di asta hilbijartinên Şêwrên Gund û Bajaran de, belkî di hilbijartinên girîng û bibandortir de jî bi tevahî yê derketiye holê.

 Di Komara Îslamî ya Îranê de pêkhateya desthilatê li ser bingeha “Welayeta Feqîh” û biryara takekesî hatiye avakirin ku di rejîmeke bi vî awayî de xelk ji bilî vê çendê ku fermanan birêve dibe û di xizmeta desthilatê de ye, tu delîve û derfetek din jê re nemaye, heya bikarin di çarçoveya her çiqas tesk û berteng de jî be, li ser qeder û çarenivîsa xwe biryarê bidin û parek ji kar û barên xwe bidestve bigirin.

 Ceribandina du ger ji hilbijartinên berê yên Şêwrên gund û bajaran yê daye kifşê ku ev cure Şêwrene ne bi awayê qanûnî xwediyê maf û desthilateke wisan in ku bikarin di xizmeta xelkê gund û bajaran de bibin û ne bi kiryar û piratîk jî rê ji wan re tê dayîn ku di vêc û berjewendiya gel û karê avedankirina gund û bajaran  gavan bavêjin, lewra jî di hinek gund û bajaran de jî kesên xweşnav û xweştevî yên xelkê jî bi kêmî rêya wan ketibe nava wan şêwr û civatane, bi kiryar ji wan re xuya bûye ku di bin desthilat û zext û givaş û zêrevaniya xurt ya rayedarên herêmî yên vê rejîmê nikarin ji bo xelkê bibin sedem û çavkaniya tu xêr û xizmetekê.

 Heke hetanî niha Şêwrên Îslamî yên han hatine neçarkirin ku bêtir di xizmeta rejîmê de bin û ji bo pêşvebirina armanc û bernameyên dijî gelî ên rejîmê li herêmê û bajarên cur bi cur ên welat de kar û xizmetê bikin, heke heya niha Şêwrên Gund û Bajaran derfeta kêmtir ji bo bîr û fikirkirin ji xelkê û gav avêtin di rêya berjewendiyên xelkê de hebûye, di pêşerojê de û nemaze tevî bi destvegirtina desthilatê ji aliyê Mehmûd Ehmedînejad û kabîneya wî ya leşkerî û polîsî, desthilata Şêwran ji ya heyî kêmtir û felsefeya hebûna wan jî kêmrengtir û bêmifahtir ji bo xelkê, lê bibandortir ji bo rejîmê dibe. Her di vê der barê de çavnihêrî tê kirin ku pêvajoya li bêjîngdana berbijaran û ret û betalkirina kêrhatîbûna ew kesên ku heya radeyekê hez dikin xizmetê bi xelkê û gund û bajaran  bikin, xurtir û bêtir be û destnîşankirin û serxistina mohreyan ji sindoqên dengdanê û kirêgirtiyên rejîmê bi merema hevahengkirina Şêwran ku  tevî siyasetên rejîmê xuyatir be û aqibet ev bi nav Şêwrane ku divêt di xizmeta xelkê de bin, bi kiryar di xizmeta rejîmê û li hemberî gel de tên ragirtin û zêdetir ji berê jî weke aleva pêşdebirina bername û komployên rejîmê li gund û bajaran tên bikaranîn. Di encama vê rewşê de gelek ji siyasetên dijî gelî û xwe parastina rejîmê ji ne encamdana kar û barên xizmetkirinê bi xelkê li stûyê van Şêwrane tê avêtin û kêmasiyên rejîmê pê serpûş dikin û diveşêrin.

 Lewra ye ku divêt eva bihê berçavgirtin ku heke Şêwrên Gund û Bajaran li berê bêdesthilat bûn û bi kiryar rê ji wan nehatiye dan heya di çarçoveya tesk û teng ya êxtiyarên xwe de karekî wisan ji bo xelkê û gund û bajaran  bikin, vê carê bi kiryar û piratîk dê kosp û astengên bêtir di xizmetkirina wan bi xelkê çê bibe û dê pitir bihên neçarkirin ku xwe tevî siyasetên rejîmê û xizmetkirin bi Komara Îslamî rê bixin. Lewra beşdarîkirin di hilbijartineke wiha de çi ji bo xwe berbijarkirinê û çi bo amadebûn li ser sindoqên dengdanê, dikare çi xêrek û çi xweşnavî û bandorek ji bo berendam û dengderan lê bikeve?

 Serbarê vê yekê ku van bi nav hilbijartinane tu encameke baş ji bo xelkê lê nakeve, rejîm hewl û bizavê dide ji çend aliyan ve mifaha xwe jê bistîne:

 Yekem: Dixwaze bi rakişandina xelkê bi awayekî berfireh bo ser sindoqên dengdanê, rûçikek wisan ji xwe bixe ber çavê raya giştî ku tu bêjî xelk bi dileke germ û hêviyeke mezin pişikdariyê di van hilbijartinane de dikin û rejîm ji vê pirsê wekî hebûna piştevaniya xelkê ji xwe û berheqî û meşrûiyeta sîstema xwe mifahê jê distîne.

 Duyem: Bi bername û ji bo cihgirkirina mohre û kirêgirtiyên xwe di nava Şêwran de dê karekê bike ku siyaset û komployên dijî gelî ên xwe ji rêya van Şêwran encam bide, bednaviyê ji bo Şêwran pêk bîne û eyb, kêmasî û buxtanê li ser îdare û dezgehên xwe rabike.

 Sêyem: Her li kêleka van bi nav hilbijartinên Şêwrên Gund û Bajaran de, rejîm bi nav hilbijartina nûnerên Meclîsa “Xibregan”ê jî encam dide. Ev hevçaxiye bêtir ji ber vê çendê ye ku rejîm dizane heke bi cuda hilbijartinê ji bo Meclîsa “Xîbregan”ê ku erk û wezîfeya diyarîkirina “Welî Feqîh” û çavdêrî û kontrolkirina bi ser karên wî de li stû de ye, her bi emr û raspardeyên “Weliyê Feqîh” tên diyarîkirin û di hemen demê de jî tu pêwendiyek bi parek berçav ya welatiyan nine ku baweriya wan bi hebûna “Weliyê Feqîh” tune ye.

 Demekê ku ev rastiyane berçav dikevin û mirov dêna xwe dide derbasbûyiya van cure Şêwr û civatane û armanc û miramên rejîmê ji meşandina van terze hilbijartinane tê şîrovekirin, me tîne ser vê baweriyê ku beşdarîkirin di hilbijartinên Şêwrên Gund û Bajaran ji bilî alîkarîkirin bi rejîmê ji bo serxistina komplo û pîlanên rûyekî û xapandina bîr û raya giştî ya cîhanê, encameke din lê nakeve. Berevajî vê yekê jî, xwe parastin û beşdarînekirin di van hilbijartinane de dikare merem û komployên rejîmê rastî têkçûnê bike û rêya xapandina raya giştî jê qut û asteng bike.

 Di vê derheqê de çavnihêriya me ji hemû neteweyên Îranê bi giştî û bi taybetî xelkê azadîxwaz yê Kurdistanê eva ye ku bi çaveke vekirî ji rastiyan binêrin û bi hûrbînî mêzeyî komployên rejîmê û mifahwergirtina nebaş ji deng û amadebûna wan li ser sindoqên dengdanê bikin û bi xwe ne berbijarkirin û neçûna bo ser sindoqên dengdanê hem xweşnavbûna xwe û berjewendiyên giştî û girîng ên xelkê biparêzin û hem rejîma Komara Îslamî ji gihîştina bi armancên qirêj û mirar û komployên dijî  gelî yên wê tevî têkçûn û sernekevtinê berbirû bikin. Bi taybet di wê rewşa nazik û hestiyar de ku Komara Îslamî tevî kirîz û pirsgirêkên hundirîn û derveyî berbirû ye, dixebite ji her delîve û fersendekê bi qazancê man û parastina desthilata xwe mifahê jê bistîne.

 Werin em bi helwesteke jêhatî û şoreşvanî çeper û meydana vê şanosaziyê li rejîmê berteng bikin û rêyê nedin ku ev rejîme henekan bi berçavî û nirxên demokratîk û kesayetiya yek yeke dengderan bike.

 Partiya Demokrat Ya Kurdistana Îranê

 Deftera Siyasî

  23.07.1385

 15.10.2006

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Sêşem, 16’ê Rezbera 1387’ê Rojî