|
yê PDKÎ û hevalên wî Fetah Ebdulî, endamê Komîteya Navendî û nûnerê Partiya
Demokrat li Ewrûpayê, Humayûn Erdelan, berpirsê komîteya PDKÎ li Almanya û yarê
rêberên partiyê Nûrî Dêhkurdî ye. Em li hev civiyane ku bi wê hincetê Dr. Sadiq
Şerefkendî û hevalên wî ên wefadar bibîr bînin û soz û peymanê bi wan re nû
bikin ku rêya wan bidomînin û rêz û hurmetê ji xebata tejî fidakarî û bandora
wan bigrin.
Heval û şagirdên Dr. Seîd!
17 sal berî niha di rojekî wek îro de û di jiyana bindestî a netewea Kurd de,
Dr. Sadiq Şerefkendî, naskirî bi Dr. Seîdê xoştivî, Sekreterê Giştî yê wê demê
yê partiyê, yar û yawerê bisoz yê Dr. Qasimloyê me yê rêber ku bo beşdarîkirin
di civîna Enternasyonala Sosyalîst çûbû Almanya, bi destê terorîstên Komara
Îslamî hate şehîdkirin. Dr. Şerefkendî di wê seferê de, berî şehîdbûnê bi kar û
çalakî û hevdîtinên xwe digel şandên beşdar li wê kongreyê û herwiha di pêvajoya
karê kongreya ESê de pirr baş beşdarî kir û karî cih û pêgeha PDKÎ nek her
biparêze, belku pêgeha partiya xwe zêde û xurttir bike. Bi taybet ku PDKÎ taze
ji derba jidestdana rêberê xwe yê bêhempa pişta xwe rast dikir. Dost û dujminan
PDKÎ xistibû bin çavdêriyê ku çawa şagirdên Dr. Qasimlo piştî şehîdbûna wî, dê
partiyê rêve û pêşde bibin. Lê bi rastî piştî şehdîbûna Dr. Qasimlo ligel ku
jidestdana wî kul û êşek gellek mezin bû, lê rêvîngên wî şehîdê rêber ruhya xwe
ji dest nedan û nehêlan bo demekê jî bêhêvîtî wê partiyê dabigre û dilê dujminan
pê şad bike.
Xuşk û birayên rêzdar
Bername û nêrîna rejîma Îranê bo jinavbirina rêberên PDKÎ ew bû ku tenê PDKÎ bi
awayekî çalak çi di meydana şerê leşkerî de û çi di qada siyasî û dîplomasî ya
navneteweyî de li hemberî rejîma dijgelî a Komara Îslamî sekiniye û naweste,
lewra hat ser wê bawerê, divê li serê tevgerê bibe heta laşê wê ji liv û
bizivînê bikeve.
Lewra dest da terorkirina Dr. Qasimlo, lê dem ku dîtin Dr. Şerefkendî cihê wî
rêberê navdar tejî kiriye û partî her di cih û pêgeha xwe de ye û pêşmerge her
di çepera berxwedanê de ne û Kurdistan her goristana dijîgeliyan e, biryar dan
ku divê bi her tirxekê be, ew rêberê mezin jî ji holê rakin heta ku PDKÎ ji kar
bikeve û gelê wê bêhêvî be û dest ji maf û azadiyên xwe bîne û bi tevahî teslîmê
dujmin be. Loma em dibînin wisa bêperde û bi awayekî hovane êrîşê dikin ser cihê
mana Dr. Seîd û hevalên wî ku mijûlî gotûbêjkirin û guhertina hizr û nerînan
derbarê hinek pirsên opozîsyona Îranê bûn, ketin ber êrîşê û şanda PDKÎ bi
tevahî di wê cinayetê de şehîd bûn ku pêkhatîbûn ji: Dr. Sadiq Şerefkendî, Fetah
Ebdulî, Humayûn Erdelan û dostê Kurdan û PDKÎ Nûrî Dêhkurdî, xebatkarê Îranî. Lê
dîsa Komara Îslamî negiha wê armanca xwe ku bêdengkirin û jinavbirina xebata
gelê Kurd û PDKÎ bû.
Dr. Mihemedsadiq Şerefkendî di 11ê Çileya Pêşîn a sala 1938’an de ji malbatek
welatparêz li gundê Terexe ser bi bajarê Bokanê hate dinê. Di temenê zarokiyê de
bavê xwe ji dest da û serperestîkirin û xwedîkirina Dr. Seîd kete ser milê
birayê wî, helbestvanê navdar ên Kurdistanê, Mamsota Hejarê nemir. Xwendina xwe
ya destpêkî li Bokanê û piştre li Mehabadê domand, piştre jî salên dawî ên
xwendina qonaxa paşnavendî li Tewrêzê kuta kir. Di sala 1959’an de li Kolêja
Bilind a Tehranê Lîseya Kîmyayê wergirt. Dr. Seîdê nemir di dewrana xwendinê de
li hemû qonaxên xwendinê şagirdekî nimûne û jîr bû. Piştre bû mamostayê dersa
kîmyayê û heta sala 1965an li Urmiye û Mehabadê erkê pîroz yê mamostatiyê rêve
dibir. Ji ber jêhatîbûna Dr. Şerefkendî di wê heyamê de, di karê mamostatî û
dersbêjiyê de navûdengek mezin wek mamosteyekî şareza derkir. Diyar e dezgehên
ewlekarî ên rejîma Mihemedriza Şah çavê dîtina xizmetên bihagiran ên Dr. Seîd bi
gelê xwe û nifûz û hitbara roj bo rojê zêdetir a wî di nav xelkê de nebû. Lewre
biryar standin digel hejmarek ji hevalên wî bo bajarên Kerec û Erakê bên
dûrxistin.
Şehîdê nemir, Dr. Şerefkendî, di sala 1972’an de bi mifahwergirtin ji burseya
Wezareta Zanistan, çû bo Fransa û piştî çar salan man di wî welatî de, karî
duktoraya kîmya ya analîk werbigre û sala 1976’an vegeriya Tehranê û wek alîkarê
mamsotayê kîmyayê di zanîngeha “Terbiyet Moelim”ê de karê xwe domand.
Di dema xwendina xwe de li Fransa, Dr. Şerefkendî ji rêya şehîdê rêber Dr.
Qasimlo, digel PDKÎ nasyar bû û bûye endamê partiyê, dema vegeriya Îranê, bû
rabitê rêxistinê di navbera endamên partiyê li Tehranê digel şehîd Dr. Qasimlo.
Dr. Şerefkendî heta dema hiloşîna rejîma Şah erkê xwe bi başî rêve dibir û gelek
ked da û zehmet kişand. Her ji ber wê jêhatîbûna wî bû ku piştî hiloşîna rejîam
Paşatî di civîna Komîteya Navendî di sala 1980an de wek endamê Ravêjkarê
Komîteya Navendî yê PDKÎ hat hilbijartin û piştre bo karê temam dem bo
Kurdistanê hate bangkirin. Dr. Şerefkendî destbicî ew biryara partiyê bicih
gihand û vegeriya Kurdistanê û hemû dem û şiyan û karîna xwe danî xizmeta PDKÎ.
Di Kongreya çarem ya PDKÎ de di zivistana sala 1980’an de, wek endamê Komîteya
Navendî yê PDKÎ û di civîna Komîteya Navendî de jî wek endamê Polîtburoyê hat
hilbijartin. Dr. Seîd ji kongreya çarem ve heta kongreya nehem a PDKÎ hemû carê
wek endamê Komîteya Navendî yê PDKÎ û piştre wek endamê Polîtburoyê hat
hilbijartin. Ji sala 1986’an pêre wek Cihgirê Sekreterê Giştî yê PDKÎ hatiye
diyarîkirin. Piştî şehîdbûna rêberê mezin Dr. Qasimlo, Dr. Seîd di heyamê
têkoşîna xwe ya hizbî de gellek berpirsiyarî rêve biriye, erkê wek beşa 'teblîxat'
(Radyo û Çapemenî) û Rêxistin ku di hemû wan postan de ku pê hat sipartin, bi
awayekî gellek baş erkên xwe rêve bir û herdem serkevtî bû.
Dr. Sadiq Şerefkendî her ji wê dema ku hat nav rêberî ya partiyê, wek yek ji
rêberên giring û bi bandor hat naskirin û di siyasetdarêtin û helwêstên PDKÎ de
û danîna usûl û prensîpên partiyê de rolekî herî barçav hebûye. Dr. Şerefkendî
li ser rêvebirina usûlan bi awayekî serûber pirr bi xurtî û micidî pêdagir bû,
bêpirensîpî û bêusûlî ji tu kesî qebûl nedikir û li ser biryarên partiyê biîsrar
bû.
Dr. Sadiq mirovekî netirs, xwedî moral, biexlaq, rastbêj û duristkar bû,
mirovekî wefadar û yar û yawerekî heta dawî yê rêberê me yê şehîd Dr. Qasimlo bû,
mandîbûn nas nedikir û herdem pirrkar bû, cidîbûna Dr. Sadiqê şehîd ji bo hemû
aliyekî ron û eşkere bû. Hemû ew xislet û edetên ku di Dr. Sadiq Şerefkendî de
kom bûbûn, bibûn sermayekî mezin bo partiyê û gelê xwe, Kadro û Pêşmergan gellek
ji Dr. Seîd hez dikirin, wî jî bi dil û can ji Kadro û Pêşmergan re hez dikir.
Kesayetiya Dr. Seîd ew qas bilind û berçav bû ku piştî şehîdbûna Dr. Qasimlo, bê
Qasimloyî bi partiyê re xuya nedikir û bûbû sedema aramî û asûdebûan dilê
xebatkarên gel û partiyê.
Dr. Seîd li ser gora gellek şehîdan axivî, hem aramî da Kadro û Pêşmergan û bi
taybet xelkê Kurdistanê, hem jî ew han didan ku ruhye û morala xwe bilind bikin
û digel xem û kovana berengariyê bikin û rêbaza şehîdan bidomînin, dersên wî
rêberî bikin çirayê rêbaza xebatê. Wî digot: "Bila dayikên Kurdistanê, keç û
xortên xwe di hembêza germ û tejî evîn û hezkirina xwe de bi hesta welatparêzî û
azadîxwaziyê perwerde bikin û çîroka jiyana Dr. Qasimlo û şehîdên din ên rêya
rizgariyê di guhê wan de bixwînin, bila babên Kurdistanê dersa netirsî û
xebatkariyê fêrî zarokên xwe bikin û wan têbigihînin ku jiyan bi azadî çiqas
xweş e û çiqas cihê hêvî û civaka xwe ne. Bila ciwanên Kurd, kur û keç baş
bizanin ku jiyan di bindestî û êxsîrî û serşorî û şermezariyê de bê qedr û qîmet
e. Di hember de hilmijîna hewayê paqij û serbilindî û azadiyê çiqas xweş û
dilber e."
Emê li vir gotinek din ya Dr. Seîd bikin çirayê rêbaza xwe ku dibêje: "Gellek
ron û eşkere ye ku Kurd ocaxkor nebûye." Ew gotin bi tevahî rast e, Kurd xwediyê
dehan û sedan Dr. Qasimlo û Dr. Seîdan e, emê waneyên wan bikin sembol û
sermeşqê xebata rizgariya xwe.
Di vê hilkvetê de pêwîst e em qala wê rastiyê bikin ku Komara Îslamî di cinayeta
terorkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî de bi hêsanî derneçû. Li dadgehek
serbixwe di welatek demokratîk de, serokên wê ji ber encamdana wê cinayetê hatin
mehkûmkirin. Bi kurtî Dezgeha Dad a Almanya bi rejîma dîktator a Komara Îslamî
re ragihand, ne wisa ye ku bikare hespê cinayet, xedr û îxanet a xwe di cîhanê
de bavjo. Encama biryara Dadgeha Mîkonosê bi eşkere nîşanî dunyayê da, bi curekê
ku heta welatên Ewropayê jî nekarîn li hemberî rejîma Komara Îslamî dijkiryaran
nîşan nedin û neselimînin ku nabe digel rejîmekê ku tu rêz, bal û giringiyekê
nade mirovahî, mafê mirovan û civaka pêşketî, bikeve gotûbêjkirinê, divê her bi
wî awayî bipeyivî ku ew rêjîm jê fehm dike. Li vir di cihê xwe de ye, em rêz û
spas û pêzanîna bêdawî a xwe pêşkêşî Dezgeha Dad a Almanya û rêveberên Dadgeha
Mîkonosê bikin ku nehêlan xwîna bi neheq rijandî a rêberên me di cinayeta
Berlînê de heder biçe.
Em her ji destpêka hatineserkara wê rejîmê gihîştine wê encamê ku di feza û
rewşekî tejî tundûtûjî û kuştinê de ku heta îro jî di Îranê de heye, tu
pêşerojekî geş û ron ji bo tu kesî nahê dîtin, heta siya ew rejîma dîktator a
kevneperest bimîne, jiyanekî asûde, azad û bêderdiser ne mumkine. Lewra nabe tu
aliyek di wê guman û dudiliyê de bin û heta jinavbirina sîstema Komara Îslamî,
divê tekoşînê bimeşînin, ji bo ku di nemana Komara Îslamî de yekem xelkê Îranê û
bi taybet gelê Kurd de bikarin bigihin hêvî û xweziyên xwe.
Hezar silav li canê paqij yê Dr. Seîd û hevalên wî
Miron û neman bo rejîma kevneperest û dijîgelî a Komara Îslamî
Serkevtî be xebata neteweyên Îranê bo gihîştin bi azadî û mafê neteweyî
Nefret û neman bo terorîzm û terorîstperweran
Deftera Siyasî ya PDKÎ
26ê Xermanan 1388
17ê Îlona 2009 |