Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Daxuyaniya Deftera Siyasî Ya PDK Îranê Derheq Wan Nivîsên Ku Bi  Navên Dilxwaz Li Ser Pirsgirêkên Navxwe Yên Partiyê Di Malperên Înternetê De Belav Dibin

 

Heyamek e hin kes bi armanca dilsojî û xemxwerî ji bo PDK Îranê yan alîgirî ji kesayetiyên nava partiyê, li ser malperên înternetî û bi navên dilxwazû nenas, her carê kesayetiyekê didin ber êrîşê û bi vî awayî bêhurmetî ji hemû kesayetî û perêziyan re tê kirin û qedr û rêz ji bo kesê nahê girtin.

Hetanî di vê dawiyê de kar yê gihîştiye ciyekê ku  li çarçoveya

bêhurmetîkirin bi kesayetiyên nava PDK Îranê de derbaz dibin û bêhurmetî û bêrêziyê bi kesayetî û aliyên din jî dikin.

 Bêguman naveroka hinek ji van nivîsar û dijûnamane bi armanca dijminatî tevî PDK Îranê ye ku ji bo kûrtirkirina dubendiyê di nav Partiya Demokrat û alozkirina têkiliyên nava partî û aliyên dost yên PDK Îranê tên belavkirin.

 Bêşik jî li wan babet û nivîsarên ku bi navê dilxwaz û nenas tên nivîsandin û belavkirin, heke niyeteke xêr jî li pişt de hebe, heya niha ne tenê tu alîkariyek ji bo pêkanîna tebahiya pêwîst di nava Partiya Demokrat de nekiriye, belkî rewş aloztir û valahî berfirehtir kirine. Bi vî awayî encama nexwestî û ne bi dil ya kiryar û kirinên van kesane jî bi vêc û qazancê dujminên Partiyê bi dawî bûye.

 Lewra em ji hemû dilsoj û alîgirên PDK Îranê daxwaz dikin di vê rewşa hesas û nazik de ku PDK Îranê tê de dibore, hest bi berpirsiyariyê bikin û ji nivîsandina wan cure gotarane xwe biparêzin û ji bo aramkirina kêmasî û pirsgirêkên hundir yên partiyê hevkariya me  bikin.

 Em van cure nivîsînane - ji bo tagirî yan dijberî tevî her alî û kesayetiyeke partiyê bihên nivîsandin - şermezar û mehkûm dikin. Li hember de pêşniyar û rênûmayiyên dilsojane yên endam û dostên partiyê ku bi nav û nîşan bi destê me bigihîje, em dê bi rêz û hurmetê ve werbigirin.

 Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Deftera Siyasî

 12.11.2006

 21.08.1385

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 18’ê Xermanana 1387’ê Rojî