Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Daxuyaniya Polîtbîroya PDK Îranê Li Dor Derkirina Biryara Girtina Refsencanî Û 8 Kesên Din Ji Rayedarên Rejîmê Ji Aliyê Dadwerê Dadgeha Federal Ya Arjantînê

 

Hevwelatiyên hêja!

 Xelkê xebatkar yê Kurdistanê!

 Li pey daxwaza Dozgerê Giştî yê Arjantînê, Dadwerê Dadgeha Federal di roja 09.11.2006’an de, biryara girtina “Haşimî Refencanî”, Serok Komarê berî yê Îranê û 8 kesên din ji karbidestên  Komara Îslamî der kirku di nava wan kesan de navê “Elî Ekber Wilayetî”, “Elî Felahiyan” û

“Muhsin Rizayî” ji desthilatdarên payebilind yên rejîmê têne de têne dîtin ku tawana wan biryargirtin û pilandanîn ji bo teqandina Navenda Çandî ya Cihûyan li “Buenos Aires”, paytexta Arjantînê di sala 1994’an de ye ku bû sedema kuştina 85 kesan û birîndarbûna bêtirî 200 kesên din.

 Eva bo cara çendemîn e ku berpirsiyarên payebilind yên Komara Îslamî seba terorkirina neyarên rejîmê û xelkê sivîl li derveyî welat wekî tawanbar tên naskirin ku nimûneya herî girîng a wan mehkûmkirina serokên rejîmê ji aliyê dadgeha Berlînê di bervara 10.04.1997’an de bi guneh û sûça terorkirina Sekreterê Giştî yê PDK Îranê û hevalên wî bû.

 Rejîma Komara Îslamî di heyamê temenê desthilatdariya xwe de xebitiye neyarên xwe ên siyasî ji rêya terorê ve bi bêy liberçavgirtina qanûn û raya giştî, heya di nava welatên Ewropayî de ji holê ra bike. Mixabin di vê derheqê de welatên Ewropayê bi sedema têkiliyên ticarî û bazirganî ên xwe bi rejîmê re, ji kiryarên terorîstî yên Komara Îslamî çav miqandin, heta em dikarin bibêjin rêz ji qanûn û serweriya welatê xwe jî negirtin. Mînaka herî berçav ya wan cure tevgeriyan û helwestane azadkirina bikujên Dr. Qasimlo ji aliyê dewleta Otrîşê ve bû.

 Gava wêrek û netirsane ya dezgeha Dadê ya Arjantînê ji  bo derkirina biryara girtin û binçavkirina berpirsiyarên rejîmê her çiqas piştî derbasbûna 12 salan li ser vê bûyera hov û nemirovane de derket rojevê, lê peyameke ron û eşkere ji bo rejîma terorîstperwer ya Komara Îslamî a Îranê ye ku niha pêde ne tenê destê wan ji bo terora li dijî neyarên siyasî yên xwe ne vekirî ye, belkî divêt li hember wan bûyer û cinayetane jî ku berê ji aliyê kirêgirtiyên wan ve birêve çûne, bersivder bin.

 PDK Îranê ku bi sedan Kadro, Pêşmerge, endam û alîgir û li serveyî tevayan du Sekreterên wê, yanî Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî ji aliyê rejîmê ve hatine terorkirin, piştgirî û piştevaniyê ji hikm û biryara girtin û binçavkirina “Refsencanî” û 8 kesên din ku ji aliyê Dadwerê Dadgeha Federal ya Arjantînê ve, bi sedema dest têde hebûn di teqandina Navenda Çandî ya Cihûyan li “Buenos Aires”ê hatiye dayîn, dike, nemaze ku çend kes ji wan 8 kesane her ew in yên ku di dadgeha Berlînê de jî hatine mehkûmkirin.

 Em hêvîdar in welatên Ewropayî jî şûn piyê dezgeha dadê ya Arjantînê bigirne ber xwe û biryara wan terorên ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve di welatên wan de birêve çûne, careke din bixin ber lêkolînan û heq û edaletê di derbarê wan de birêve bibin.

 Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

 Deftera Siyasî

 12.11.2006

21.08.1385

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Sêşem, 16’ê Rezbera 1387’ê Rojî