|
de diçe pêş û aso û pêşeroja xebata
azadîxwazane ya gelê Kurd li Kurdistana Îranê geş û rontir dikeve berçav, di vê
dema hesas û hestyar de ku rejîma Komara Îslamî li hundir û derve de ketiye bin
zext û givaşê tevgera Kurd, ji hemû demekê bêtir hewcehî û pêwîstî bi yekîtî û
yekrefiyê heye, mixabin hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyên partiyê serbarê hemû
dilfirehiya rêberiya partiyê û cehd û tekoşîna dost û dilsozên Kurd, nemaze du
hêzên me yên bira, Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê ji bo mana vê komê di nava refên PDK Îranê de, ji bervar 15.09.1385’ê
Rojî, hemberî 06.12.2006’ê Zayînî, bi derkirina beyannameyekê cudabûna xwe ji
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê îlan kirine.
PDK Îranê serbarê xuyakirina
pênexweşbûna xwe ji helwesta van birayane, radigehîne ku rêberiya partiyê piştî
çendîn civînan û bas û gotûbêj li ser daxwaza wan û heta qebûlkirina beşeke
berbiçav ji daxwaziyên wan – her çend ne rewa jî bûbin - di rêya parastina
hevxebatî û yekrefiya partiyê de liberçav hatine girtin, bi vî halî jî ev
hejmare ji Kadro û Pêşmergeyên partiyê ji dilfirehî û merema pak ya rêberiya
partiyê mifaheke xirab wergirtin û roj bo rojê hêcet û mihaneyên cur bi cur û
şert û pêşmercên nû ji bo diyalogê dianîn holê û daxwaza dawî ya rêberiya
partiyê ji bo civiyan û domandina gotûbêj û diyalogan bi armanca çareserkirina
wan pirsgirêkên ku bi xwe ji roja piştî bi dawî hatina Kongireya Sêzdehem ve ji
bo partiyê çê kirin û car bo carê zêdetir û berfirehtir kirin, ret û mande
kirin, hetanî wî cihî ku bi kiryar refa xwe ji PDK Îranê cuda kirin û niha jî ew
cudakirine bi fermî îlan kirine û bi ser partiyê de sepandine.
Ezîzno!
PDK Îranê, partiya Pêşewa Qazî
Mihemedê nemir û Dr. Ebdulrehman Qasimloyê Rêber û Dr. Sadiq
Şerefkendiyê zana, di pêvajoya xebata 61 saliya xwe de gelek caran tevî
rewşeke bi vî awayî berbirû bûye, gelek caran ev rêberên me yên şehîd bi awayên
cuda cuda hatine tometbarkirin û heta hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyên partiyê di
dema jiyan û rêberîkirina wan de refên partiyê bi cî hêlane û nav û natore ji
wan dane. Lê her wekî wan rêberane bi xwe emir kirine, ev partiye bi van cure
helwest û lêveqetiyanane jar nebûye û lawaz jî nabe û di bin tu zext , givaş û
berpêng û astengpêkanînekê de ji pêvajoya demokaratbûn û pirensîpên demokartîk
ên xwe dûr neketiye û dûr nakeve. Xuya ye piştî şehîdbûna wan rêberane jî ecêb
nîne ku dirêjederên rêya wan tevî van cure helwest û jêveqetiyanane rû bi rû
bibin. Lê bi domandina rê û rêbaza wan rêberên şehîd ji aliyê rêvîngên wan û bîr
û ramanên hûr û rastbîn yên civatên xelkê Kurdistanê, hemû carekê rastî û
dirustî derketine û vê carê jî xelik bi çaveke vekirî dinêrîne rastî û
dirustiyan û gelek zû hest pê dikin ku rêberiya partiyê çi dilsozî û
dilfirehiyek bona parastina hevxebatî û yekrefiya partiyê ji xwe nîşan daye, kê
li ser ji hevcudabûnê û nehêlana pêvajoya gotûbêjan bi armanca çareserkirina
wan arîşe û pirsgirêkên ku bi neheq û narewa ji bo partiyê hatin pêkanîn,
tekezê dike û bi îsrar bûye û heta kê taba wan hemû karnekirin û berlêgirtin ji
ber bi pêşveçûna pêvajoya tekoşîn û xebata partiyê kiriye?
Serbarê vê çendê ku em bi vê
helwesta ku hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyên berê yên partiyê girtine ber xwe,
aciz û nerehet in, hemû hewl û tekoşîna me di pêvajoya xebatê de bi hemû awayên
wê tenê û tenê rû ji Komara Îslamî ya Îranê wekî dujmin û zevtkerê maf û
azadiyên neteweyên Îranê û xelkê Kurdistanê dibe.
Siyaset û helwesta PDK Îranê di
pêşerojê de jî her li ser vê pêvajo û rêbazên dibe ku hetanî niha rêberên me yên
mezin û şehîd Qazî, Qasimlo, Şerefkendî hebûne û li ser wan
bi îsrar bûye û niha jî ev rêberene di bîr û ramanê me de zindî û bi me re ne.
Silav li canê paqij yê wan
şehîdên me û tev şehîdên gel û partiyê
Silav li malbatên birêz yên şehîdan
û hemû girtiyên siyasî
Silav li xelkê xebatkar û qehreman
yê Kurdistanê, piştevan û piştgirê herdem yê Partiya Demokrat
Silav li endam û xebatkarên Partiya
Demokrat û rêvîngên rêberên me yên serbilind û şehîd, Qazî, Qasimlo û Şerefkendî
Silav li Kadro û Pêşmergeyên
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Silav li Partiya pêşeng û xweştevî
ya gelê Kurd li Kurdistana Îranê, Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Partiya Demokrat ya Kurdistana
Îranê
Komîteya Navendî
15.09.1385
06.12.2006 |