|
Law û qutabî û xwendekarên hêja!
Roja 21'ê Şibatê, hevberî 2'ê Reşemê, ji aliyê Rêxistina Yûniskoyê ve weke roja
Cîhaniya Zimanê Dayîkê hatiye diyarî kirin. Kora Giştî ya Netewên Yekbûyî jî ji
bo giringîdana zêdetir bi vê rojê, sala 2008'ê Zayînî, weke sala cîhanî ya
zimanan ragihand.
Giringîdan bi zamanê dayîkê, giringîdan û alîkarîkirin e bi cur bi curiya zimanî
û çandî û li rastî de nîşaneya rêzgirtine ji kesatiya hemû mirovan bêy
cudahîdanan. Çunku ziman yek ji stûnên nasnameya mirov e û perawêz xistina wê,
tê wateya perawêz xistina mirovan û mifah nestandin ji vê sermayeya girîng a
mirovî digehîne.
Her li pêwendî li gel zimanê dayîkê de li madeya 30 a Peymannameya Cîhanî a Mafê
Zarokan de hatiye ku: Zarokên kêmaniyên neteweyî û ayînî, mafê rewa yên wan e ku
li gor çand û nasnameya netewî- ayînî a xwe geşe bikin û divêt li hemû qonaxên
jiyana wan de bi zimanê dayîkî yê xwe bixwînin û biaxivin.
Xelkê şoreşvan û azadîxwaz ên Kurdistanê!
Her çiqas em dibînin ku ziman wek bingehek ji nasnameya mirov tê hejmartin û
bûna pirr zimaniyê li her welatekê de sermiyanek girîng e ji bo geşandin û
dewlemend bûna ziman, lê mixabin li welatê pirr netewî yê Îranê de, midehê
zêdetir ji 80 sala ye ku netewên akincî li vî welatî de ketine ber pêla
şovenîstiya desthilatdarên zal bi ser welat de û siyaseta yeksan kirina
nasnameya netewan li bin givaş û tund û tûjiyek bêmînak û dijî mirovî de dimeşe
û birêve diçe.
Çarçoveya vê siyasetê li ser bingeha yek ziman, yek çand û yek netewê de hatiye
danîn û bi kiryar û bi eşkere, ziman, çand û nasnameya netewên ne fars yên
akinciyên Îranê ji aliyê desthilatdaran ve sivikatî bi wan tê kirin. Ji bo
pêşvebirina vê siyaseta nemirovane, rejîmên zal bi ser Îranê de li meşandina tu
pîlanek dijî mirovî xwe naparêzin. Ji bo rêzgirtin ji zimanê dayîkî yê xwe ku
nasnameya kurdbûna me ye, ji bo pêdagirî û tekez li ser xwendin û nivîsîna bi
zimanê zikmakî, hewce ye em dest bidin zincîre çalakiyan û bi hakimên tepeserkar
biselimînin ku kuştin, îşkence û girtin nikare me ji daxwazên rewa yên me dûr
bixe ku ew jî hakimbûn bi ser çarenivîsa me bi xwe de ye û xwendin û nivîsandina
bi zimanê dayîkî jî, yek ji bingehên vê xwasta rewa û adilane ye.
Bo van mereman û bi armanca nîşandana yekrefiya gelê kurd ji derbirîna
nerazîbûnê derheq bi dirêjiya vê stema naskirî, em daxwaz dikin ku li roja 2'ê
Reşemê, van çalakiyên jêrîn birêve bibin:
Li hundirê welat:
- Qutabî, xwendekar û mamosta li vê rojê de bi kincên kurdî ve biçne
qutabxaneyan.
- Li Zanîngehan de, xwendekar bi hildana pilakardên taybet bi vê rojê ku anîne
rojeva vê daxwaza rewa be, bixebitin.
3: Erkê hevwelatiyên nîştimanperwer yên kurdistanê ye ku tirakt, faylên deng û
reng û daxuyaniya derçû bi vê minasibetê, bi awayek berfireh bilav bikin.
Li derveyî welat:
- Meş û xwenîşandan li ber deriyê rêxistinên ser bi UN'ê û herweha balyozxaneyên
Îranê li welatên rojava de bihên lidarxistin û tevî mehkûmkirina siyasetên
rejîmê li vê derheqê de, daxwaza alîkariyê ji wan bihê kirin.
Li dawiyê de em daxwaz ji xortên netewên bindest yên Îranê dikin ku bi
birêvebirina çalakiyên taybet li vê rojê de û bi hevahengî û sorbûna xwe li
daxwaz û mafên rewa yên xwe ku zimanê dayîkî, yek ji wan e, bigihîjînin ber guhê
xelkê Îran û cîhanê.
Partia Demokrat a Kurdistana Îranê
Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê
Saziya Xebata Kurdistanê
Partiya Azad a Kurdistanê
19' Rêbendana 1388'ê rojî
8' Şibata 2010'ê Zayînî |