|
Yekbûyî yên Amerîkayê û raya giştî
ya cîhanê.
Dema mirov bala xwe bide naverok û
kakila vê raporê û li bendên vê dinihêre, derdikeve holê ku vê raporê bêtir ji
vê çendê ku giringî dabe pêvajoya demokratîk li Îraqê û peydakirina çavkaniyên
bingehîn ên van pirsgirêkane, giranî û nirx yê daye awayên kêmkirina arîşe û
pirsgirêkên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Îraqê. Lewra di vê raporê de
desthilata hikûmeta Navendî bihêztir û berfirehtir hatiye kirin û desthilat û
kêrhatîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê hem di warê siyasî û hem di warê aborî de
berteng hatiye kirin û qanûn û pirensîpên têkildar bi hikûmeteke federal di
Îraqê de dibe bin pirsê. Cuda ji vê çendê, çareserkirina pirsa Kerkûkê û cî bi
cîkirina madeya 140’an hatiye dûrxistin û arîşeya limêjîn ya Kerkûkê bi awayê
niha dihêle, eva jî ne dûr e ku arîşe û pirsgirêkên zêdetir û nûtir jê bikeve.
Di vê raporê de girîngî û bihayeke
berçav û xuya ji bo dîtin û ramanên welatên cîran di der barê Îraqê de hatiye
dayîn ku eva jî tevî baldan bi helwesta welatên cîran, li hember demokrasî li
Îraqê û misogerkirina mafên Kurd di vê welatî de dikare him ji bo çarenivîsa
Îraqê û him mafên Kurdan û aliyên din yên Îraqî bi tirs û xeterê re rû bi rû
bike ku bêguman ji bo azadîxwazên Îraqê û gelê Kurd di vî welatî de bi hêsan û
sanahî nahê pejirandin. Xasma ku rejîmek wekî Komara Îslamî ya Îranê di tu
rewşekê de hazir nabe ji maytêkirin û destêwerdan di nava kar û barên hundirîn
yên Îraqê û zêde û berfirehkirina kiryarên terorîstî û haydana deste û girûpên
radîkal û tundrew di vî welatî de dest berde, lewar ye bi liberçavgirtin û
girîngîdan bi nêrîn û helwesta rejîmeke bi vî awayî li hember pirsên Îraqê,
alîkarîkirin bi xurtbûn û pêşdebirina fitne û dubendîxistinên vê rejîmê li Îraqê
ye, neku dawî pêhatina rewşê.
Bi giştî ev rapore ne li ser
binemaya xwezî û daxwazên gelên Îraqê, belkî li ser bingeha awayê kêmkirina
arîşe û pirsgirêkên Amerîka di kirîza niha ya Îraqê de hatiye darêtin û nikare
ji bo xelkê Îraqê bi giştî û nemaze ji bo gelê Kurd di vî welatî de cihê
qebûlkirin û razîbûnê be.
Di vê derheqê de hêja ye hemû
azadîxwazên herêmê, bi taybet xelkê Kurdistanê, bîr û nêrînên xwe li hember
naveroka vê raporê bînin rojevê.
Partiya Demokrat ya Kurdistana
Îranê, bi liberçavgiritna kêmasî û qusûriyên rapora naskirî bi “Baker –
Hamilton”, hêvî dike hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û nemaze Serok
Komarê wî welatî bi çaveke vekirîtir ji rastiyên têkildar ên Îraqê re binêre û
şekl û şêwazekê peyrew nekin (birêve nabin) ku kêmkirina pirsgirêkên li Îraqê bi
buha û qîmeta ji nav birina maf û azadiyên xelkê wî welatî bi dawî be û gêre û
kêşe jî ne tenê çareser nebin, belkî aloztir û kûrtir bibin. Eşkere ye ku
azadîxwazên herêmê çavnihêriya vê çendê dikin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
û hêzên hevalbend çawa ku di pêvajoya hilweşandina rejîma dîktatorî di Îraqê de
ektîv û bibandor bûn, her bi vê hogiriyê jî alîkarê pêşdeçûna pêvajoya
demokrtasiyê di vî welatî de û misogerbûn û cîbicîbûna maf û azadiyên wan bibin.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
12.1.2.2006
21.09.1385 |