|
|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî rojnameya panzdehrojî ya
siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
Daxuyaniya Deftera
Siyasî Ya PDK Îranê Derheq Kiryara Terorîstî Ya Bajarê Amedê
|
 |
Roja sêşem, 12.09.2006’ê Zayînî,
hemberî, 21.06.1385’ê Rojî, seet 21:30’ê êvar, di kiryareke terorîstî û
nemirovane de li kêleka parka “Koşuyolu” li bajarê Diyarbekir (Amed)ê ya
Kurdistana Turkiyê bombeyek teqî. Mixabin di encama vê teqînê de 10 welatiyên
Kurd hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Di nava kuştiyan de 7 zarokên
sava û jin jî tên dîtin. |
|
Ev bûyera dilêşîn û xemek bû sedema
xem û kesereke zaf li bajarê Amedê û xelkê vî bajarî bo dema 3 rojan dikan û
bazar bi nîşana nerazîbûnê daxisitin.
PDK Îranê tevî derbirîna kul û
hevxemiya xwe tevî malbatên kuştî û birîndaran, ev kiryara terorîstî ji aliyê
her kes yan aliyekê hatibe kirin, mehkûm û şermezar dike û bi kareke kirêt û
dijî mirovî dihesibîne.
Partiya Demokrat ya Kurdistana
Îranê
Deftera Siyasî
18.09.2006
27.06.1385 |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|