Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Daxuyaniya Bîroya PDK Îranê Ya Nûnerayetiya Derveyî Welat:

Divêt Komara Îslamî Seba Cinayetên Dijî Mirovahiyê Li Dadgeheke Navneteweyî De Were Mehkemekirin.

 

Roja 28.11.2006’an, rojnameya “Wall Street Journal Online”ê hindek wêne li ser kuştinên bikom yên xelkê Kurdistana Îranê ji aliyê hêzên dijî gelî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, weşandine ku perdeyeke her çend biçûk li ser cinayetên vê rejîmê li dijî gelê Kurdistanê rakiriye (hildaye).

 Hêzên rejîmê piştî derkirina biryara”cîhad”ê li aliyê Xumeynî ve li dijî gelê Kurd, bi awayeke hov û berfireh destavêtin kştin û komkujiya xelkê li

gund û bajarên Kurdistanê de. Piraniya cinayetên han dûr li wijdana hişyar a xelkê cîhanê û li dîrokê de veşartî man. Ev para kêm li van belgehên her çend biçûk ku ji aliyê wênegirek nenaskirî ve li cîhanê de belavbûn, bû hegera birîndarbûna wijdana mirovahiyê.

 Yek ji van wênegirên nenaskirî, birêz Cehangîr Remzî ye, ku van rojan û bi boneya wergirtina xelata “Plîtzêr”, wêneyên wî di malperên înternetî de hatin weşandin.

 Piştî 27 salan bêdengiyê niha Cehangîr Remzî, xwe bi bîr û raya giştî re nasandiye, PDK Îranê ji tev Komeleyên parêzer ên mafên mirovan û herwiha organên navneteweyî dixwaze ku berpirsên vê rejîmê li dadgeheke navneteweyî de yên ku şahîdên weke Remzî, tê de amade bin, mehkeme bike.

 PDK Îranê di vê derheqê de amadeyê hemû cure hevkariyekê ye tevî civaka navnateweyî û kom û komeleyên parêzer ên mafên mirovan.

 PDK Îranê Nûnerayetiya Derveyî welat – Parîs

 21.12.2006

 

 

 http://online.wsj.com/public/vresources/documents/info-iranpics0611-28.html

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 17’ê Xermanana 1387’ê Rojî