|
Pêşmergeyên leheng û fîdakar yên
partiya me dikim. Her wiha pîrozbahiyê ji civatên xebatkar yên Kurdistanê dikim
ku evladên wan di refa Pêşmerge de ne û parêzer û perwerdekerê Pêşmergeyê
Kurdistanê ne. Pêşmerge kê ye ku em rêz û hurmetê jê digirin û rojekê bi navê
wî diyarî dikin?
Pêşmerge ji bo wan kesan ku li
Kurdistanê dûr in an tevî nav û taybetmendiyên Pêşmerge û erkên wî nenas in,
renge bi hêsanî wisan bifikirin ku tenê hêzeke çekdar e, wekî hemû ew çekdarên
ku di refa hêzên çekdar ên welatan de cihgir bûne. Lê ma gelo Pêşmerge hêzeke
çekdar yê bi vî awayî ye? Şirove û dahûrandineke biçûk bi hêsanî ji me re
derdixe holê ku Pêşmerge çi hêzeke çekdar e û hilgirê çi bîr û baweriyekê ye û
ji bo çi armancekê dixebite? Ew çekdarên ku di refa hêzên çekdar ên welatan,
nemaze wan welatan de ku desthilatdareke dîktatorî bi ser wan de zal e, em
dibînin ku parek ji wan hêzan bi neçarî hatine girtin û bi darê zorê di refa
hêzên çekdar de hatine cihgîrkirin. Lê ma gelo Pêşmerge bi zorî û mecbûrî di vê
ref û çeperê de cihgir bûye? Pêşmerge bi dilxwaza xwe û ji bo armancên xwe di vê
sengerê de cihgir bûye. Heke ew hêzên ku min qala wan kir, ji ber vê çendê di
refa hêzên çekdar ên welat û dewletan de weke kar, pîşe û xebitîn cihgir bûne,
ji bo dabînbûna debara jiyana xwe ew kare kirine, rast berevajî vê yekê,
Pêşmerge dest ji kar, jiyan û hemû îmkan û heyiniyên jiyanê di rêya azadî û
bexteweriya gelê xwe de hilgirtiye, berdaye. Heke ew hêzên ku me qala wan kir,
di welatên dîktator de, parêzerên desthilata dîktatoriyê ne, Pêşmerge rast
berevajî vê çendê li hember wan hêzane de ye, li hemberî dîktatoriyê de ji bo
bidestveanîna azadî û demokrasiyê xebatê dike. Eger di gelek welatan de, hêza
çekdar ya leşkerî tenê karê wê xebata leşkerî ye û ji siyasetê dûr tên ragirtin,
Pêşmerge xwe mirovek mirovhez yê siyasî ye, xwedî bîr û bawer e, azadîxwaz e.
Lewra ye heke em bixwazin gelek bi kin û kurtî û di hevokekê de bibêjin,
Pêşmerge kê ye: Em dikarin bibêjin Pêşmerge xortê neteweyeke bindest wekî
neteweya Kurd e ku ji azadiyê bêpar, mafên wî hatine binpêkirin, dîktatorî bi
ser de zal e, heta hewl û cehda helandina nasnameya neteweya wî tê dayîn. Ew
xortê wî gelî ye û hest bi nebûna azadiyê, binpêkirina maf û tirsa helandin û
ji holê rakirina nasnameya neteweya xwe dike, hest bi vê çendê jî dike ku divêt
ji bo azadî û serbestî û ji holê rakirina wan hemû zulm û stem û metirsiyên li
ser neteweya xwe xebatê bike, ne tenê bi kiryar xebatê dike, belkî di xebat û
tekoşîna hemû xortên neteweya xwe de ku bi awayên cur bi cur dimeşînin, di ref û
çepera herî pêş ya wê xebatê de ye. Ji ber vê çendê ye ku dibêjin: “Pêşmerge
xorteke xwedî bîr û bawer yê Kurd e ku ji bo armancê dixebite û ji bo
berxwedanîkirin ji neteweya xwe li tev şekl û metodên xebatê û yek ji wan xebata
çekdarî mifahê distîne”.
Bê sebeb nîn e ku nav û peyva
Pêşmerge, ne tenê li Kurdistanê yan ji bo azadîxwazên welatê me, belkî di çanda
gelek neteweyên din de jî cih girtiye û gava ku ev peyve di her çand û Kulturekê
de û bi her hincetekê were gotin, qelafet û rûçikê mirovek şoreşvan, azadîxwaz,
xwebextker, xwe nehezker û gelhez tê berçavan û dixuye.
Silav li Pêşmerge baskê xurt û
biqawet yê gel
Pêşmerge ku wekî sembola xebata
neteweya Kurd xwe derxistiye, hin caran tenê ger basa Kurd tê kirin, ne tenê
Pêşmerge, belkî heta ji hemû Kurdan weke Pêşmerge dinêrin û ew kesên neyar in an
heta neşareza ne, li ser vê baweriyê ne ku Kurd avîndarê lûleya germ û qundaxa
req ya tivingê ne. Na, Kurd neteweyek aştîxwaz, azadîxwaz, mafxwaz e, amade ye
di pêxema vê aştî, azadî û mafxwaziyê de xebat û fîdakariyê bike û canê xwe bext
û gorî bike. Eva xislet û taybetmendiya her xorteke neteweya Kurd e ku di çepera
herî ya pêşîn wan de Pêşmerge cihgir bûye. Heke em bixwazin bibêjin ku kîjan
roj, Roja Pêşmerge ye û me jêve be ku divêt em rojekê diyarî bikin ku di wê rojê
de, Pêşmerge hemase afirandibe, parêzvanî ji maf û şeref û rûmeta neteweya xwe
kiribe, dijkiryareke xuya û berbiçav li hember dîktatorî û desthilata zordariyê
de ji xwe nîşan dabe, divêt em gişt rojên salê bi navê Pêşmerge bikin, ji ber ku
tu rojek nîn e ku Pêşmerge tê de hemase nekiribe, Pêşmerge xwîn nedabe,
fîdakarî, xwegorîkirin û jiyan li ser destdanîn ji xwe nîşan nedabe. Lê ya
girîng eva ye ku hemû xelkê Kurdistanê û heta tev azadîxwaz û ew kesên kugelê
Kurd dinasin, yênku tevî erk û taybetmendiyên Pêşmerge nasiyar in, di rojeke
taybet de bihev re û bi ser hev rêz û hurmetê li Pêşmerge bigirin û bona vê
armancê rojeke taybetî diyarî bikin. Diyarîkirina rojekê bi navê Pêşmerge,
xelata herî biçûk û kêm e ku gelê wî û azadîxwaz dikarin bi vî xortê xebatkar û
fîdakar yê neteweya me bide. Di nava gelê Kurd de jî roja 26’ê Sermawezê ji bo
vê merem û armancê hatiye diyarîkirin.
Çima roja 26’ê Sermawezê? Ji ber ku
hemû rojek hêjayî vê çendê ye ku bi navê Pêşmerge bihê kirin. Pêşmerge hêjayî vê
çendê ye ku hemû rojekê rêz û qedr jê were girtin. Bîst û şeşê Sermawezê rojek e
ku têde hêza çekdar ya Kurd, cihwarê dawî yê desthilata hikûmeta Pehlewî li
bajarê Mehabadê yanî Şehrebaniya wî bajarî ji holê rakir û rewş ji bo
desthilateke neteweyî pêk anî, hêzek ku piştre navê pîroz yê Pêşmerge jê hate
bexşandin. Di wê rojê de ala Kurdistanê hat hildan, alayek ku heta niha jî
Pêşmerge û xortên gelê Kurd di bin siya wê de xebatê dikin û ji bo
bilindragirtina wê dixebitin. Wê rojê ku di sala 1945’an de, him cihwarê dawîn
yê desthilata Pehlewî ji holê hate rakirin, him jî ala Kurdistanê hate hildan,
di sala 1984’an de, ji aliyê PDK Îranê ve weke Roja Pêşmerge û qedr û rêzgirtin
ji Pêşmerge hate diyarîkirin. Lewra Partiya Demokrat hem avakerê hêza Pêşmerge û
hem diyarîkerê Roja Pêşmerge ye.
Silav li Partiya Demokrat ya
Kurdistana Îranê
Xebata gel û neteweya me di nava
qonaxên cur bi cur ên dîrokî de derbas bûye û di her qonaxekê de bi alav û
amûrên wê demê xebat kiriye, gelek guhertin bi ser dinyaya îro de hatiye, awayên
cuda cuda ên xebatê jî li rêya me ne, çeper û meydanên cur bi cur ji bo xebat û
tekoşînê bo azadî û rizgarî û bi armanca bidestveanîna hêvî û xweziyên me di ser
rêya me de ne.
Qet me xebata xwe bi yek awayê
taybet ne girêdaye. Pêşmergeyê Kurdistanê jî tu car siwarçakê meydanekê û tenê
qad û çeperek li xebat ji bo azadî û rizgariyê nebûye. Li wî cihî ku hewce bûye,
berxwedaniyê bike û xwînê bide, leheng û qehremanê çeper û meydana şerê çekdarî
bûye. Mînak û nimûneya fîdakarî û xwegorîkirinê bûye. Niha jî di her meydanekê
de ku pêwîst be, di warê siyasî, ragihandin û piropagendeyê, dîplomasî, zanist û
zanîn û xwepêelimandinê ve Pêşmerge hatiye fêrkirin û hîn bûye û xwediyê wan
hemû taybetmendiyan e ku gerek Pêşmergeyeke vî serdemî hebin, divêt em ji vê
çendê bêtir ji bo vê meremê bihewlînin. Nabe em di roja rêzgirtin ji Pêşmerge
de bas ji civatên xelkê Kurdistanê nekin, yên ku Pêşmergeperwer û penahderê
Pêşmerge ne, yên ku xizm û kes û kar û xizmên Pêşmerge ne û Pêşmerge dihebînin û
dihevînin, Pêşmerge ji bo lêre û wir vediguhezin, yên ku nan ji devê zarokên xwe
vedigerînin, ji bo Pêşmerge şandine û bo Pêşmerge dihinêrin, yên ku evladên xwe
di refa Pêşmergeyê Kurdistanê de cîgir kirine. Dehan û sedan çîrok û dastanên
wilo ji fîdakariya yek bi yek ya civatên azadîxwaz ên xelkê hene ku mil bi milê
Pêşmerge kirine û ji bo serkevtina Pêşmerge encam dane.
Neteweyek ku bi vî awayî ji bo
azadî û serbestiyê xebatê dike, xortê wiha jî di çepera pêşîn ya xebatê de
cihgir bike, gelek xwezayî û normal e ku Pêşmergeyên wî gelî serkevtinê bidest
bixin, nemaze çaxekê ku civatên xelkê Kurdistanê herdem û heta ser piştevanê
Pêşmerge û piştgirê Partiya avaker ya hêza pêşeng û diyarîkerê Roja Pêşmerge
bibin.
Silav li civatên xelkê Kurdistanê
Silav li hemû ew kesên ku bîr û
fikra wan ji bo azadiyê, hewl û cehda wan bidestxistina mafê neteweyî û kar û
xebata wan di rêya serkevtina xebata neteweya wan de ye.
Hevalên hêja û ezîz!
Heke em bixwezin basa tevaya wan
taybetmendiyên ku rûçik û kesayetiya Pêşmerge pêre tê naskirin, hemû ew erk û
wezîfeyên ku pêvajoya xebata azadîxwazane ya gelê Kurd de li ser mil û stûyê
Pêşmerge ne û biencam digehîne, heta bi fîdakirina sermaya herî hêja û giranbiha
ya jiyanê, ew jî canê wî ye, bikin û bînin zimên, renge ne vegotina min û ne jî
delîve û demeke wekî îro bikare bersivder bibe. Ez hêvîdar im rojekê di azadî û
rizgariya neteweya me de dehan çîrok, pirtûk û fîlm û hwd... ji fîdakariya xelkê
Kurdistanê û tevaya ew kar û xebatên ku Pêşmerge kiriye û di encamdan wan de gel
alîkar bûye, werin berhev û tomarkirin.
Em hêviya vê çendê dixwazin û
erxayîn in ku heta heta Pêşmerge dê xweştiviyê civatên xelkê Kurdistanê bibe, dê
navê wî pîroz û qedirbilind bibe û xelkê Kurdistanê heta heta dê piştevanê
xortên xebatkar û xwegorîker ên xwe di rêza pêşîn ya xebatê de bibin. Dema em li
pêvajoya dîrok û xebata Pêşmerge dinihêrin, em dibînin tijî ji fîdakarî û
cangorîkirin e, heta em bihostek ji axa Kurdistanê nabînin ku bi xwîna paqij ya
şehîdek Pêşmerge an xorteke Kurd rengîn û sor nebibêt. Em girtîxaneyeke rejîmê
nabînin ku xorteke xebatkar yê Kurd yan Pêşmergeyek têde nehatibe bendkirin. Ew
kesane jî ku di van reşçalane de bimînin û bêtirs û biwêr mane, li ser armancên
neteweya xwe biîsrar in û li ser rêbaza gelê xwe mane û berxwedaniyê dikin û
serê xwe natewînin.
Çepera Pêşmerge tenê ne yek qad e,
gelek in. Girtîxane ji bo Pêşmerge û ji bo xortên Kurd çeper e, xwendingeh û
civak senger in, hemû ji bo xebat û pêşveçûnê, bo gihîştin bi azadiyê, bo
serbestî û rizgariya neteweyî û bexteweriya gelê me çeper û senger in.
Rê û resma cejn û şahiyê ye, ji vê
yekê bêtir dema we nagirim, gotinên xwe bi vê yekê bidawî tînim ku silavan
bişînim bo Pêşmerge baskê biqawet û bihêz yê gel.
Silav li girtiyên siyasî û ji
malbatên qedirbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên Kurdistanê.
Silav li PDK Îranê, avakerê hêza
Pêşmerge û diyarîkerê Roja Pêşmergeyê Kurdistanê.
Silav li civatên xelkê Kurdistanê
pişt û penaha herdemî û heta heta ya hêza Pêşmergeyê Kurdistanê.
Her şa û kêfxweş bin – ev roja
pîroz ji hemû aliyekê pîroz be.
26.19.1385
17.12.2006 |