Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Daxuyaniya Deftera Siyasî Ya PDK Îranê Derheq Biryarnameya Konseya Ewlekariyê Li Dijî Komara Îslamî Ya Îranê

 

Welatiyên rêzdar!

Azadîxwazên Îranê!

Civatên xebatkar yên xelkê Kurdistanê!

 Piştî çend mehan bas û nîqaş, gelaleya sepandina cezayan bi ser Komara Îslamî ya Îranê de ku ji aliyê welatên Îngilîstan, Fransa û  bi hevkariya Almaniya hatibû amadekirin, ku bi  sedema hinek têdîtinên

Çîn û Rûsiyayê çend caran guhertin bi ser de hat, aqibet roja şemî, 23.12.2006’an, ji aliyê endamên Konseya Ewlekarî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve bi dengdaneke giştî hate pejirandin.

 Ev biryarname li pey  hemû ew hewl û xebatan de hat dayîn ku civaka cîhanî ji bo destberdana Komara Îslamî ji mehandina Uraniyûmê ji xwe nîşan da, lê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatin bêencamkirin û bersiva ret bi wan hate dayîn.

 Biryara 1737’an ya Konseya Ewlekarî ya RNY şandina hemû cure alav û amûran ji bo Îranê ku têkilî bi bernameyên Etomî yên Îranê  ve hebe, qedexe kiriye. Her wiha ev biryare hişyariyê bide rejîma Komara Îslamî ku heke heta du heyvên din mehandina Uraniyûmê nerawestîne, li gorî benda 47’an ya Destûra Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dê tevî dorpêçkirinên zêde û berfirehtir di warên aborî, peywendiyên dîplomatîk, veguhastin û hatin û çûnê berbirû bibe. Her li gorî vê biryarê, ji bo her kes û saziyên ku bi  dûr ji zêrevaniya Ajansa Vejena Etomê ya Navneteweyî (IAEA), di xebat û pirojeyên Etomî û mûşekî yên Îranê de beşdariyê dikin, cezayê destbiserdegirtina heyîna wan hatiye dan.

 Her çiqas biryarnameya Konseya Ewlekar ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî derheq cezakirina Komara Îslamî ya Îranê vê gavê pêka leckirin û serhişkiyên Komara Îslamî li hember civaka navneteweyî nerm û jar e, lê serbarê vî halî jî eger weke yekemîn gava  dijkiryar li hember rejîmeke dîktator û serberdayî  mîna Komara Îslamî were dîtin, girîngî û nirxa taybet bi xwe heye. Her eva ku endamên Konseya Ewlekariyê bi tevahiya dengan (her 15 deng) biryara cezakirina Komara Îslamî dipejirînin, tê wê wateyê ku vê rejîmê naverok û cewhereke dîktatorane heye û pêbendê  tu pesendkriyên navneteweyî nîn e û hewce ye bihê cezakirin, ew dengdana giştî ya Konseya Ewlekariyê jî di demekê de ye ku welatên Çîn û Rûsiyayê berjewendiyên zaf di Îranê de û têkiliyeke xurt tevî Komara Îslamî hene, serbarê vî halî jî dîktatorî û leckirinên vê rejîmê heta qasekê  ye ku ew du welat û dewletên wekî wan, jî nikarin ji bilî sivikkirin û lawazkirina biryarên li terzê vê biryara Konseya Ewlekariyê çavê xwe ji esla pirsê û naveroka vê rejîmê  bimiqînin.

 Bi liberçavgirtina dijkiryara Komara Îslamî ya Îranê li hember vê biryara Konseya Ewlekarî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û bi girîng nehesibandin û bênirxkirina wê ji aliyê rejîmê û biîsrarbûn û tekezkirin li ser domandina dewlemendkirina Uraniyûmê,  wisa tê xuyakirin ku civaka cîhanî bêtir bîne ser vê baweriyê ku ew rejîme bi hêsanî daxwaza saziyên navneteweyî berçav nagire û heke pêre micidtir nelivin, tevnegerin, gef û metirsiyên wê ji bo civaka navneteweyî  dê zêdetir bibin. Lêre de  ye ku wisan tê xuyakirin Konseya Ewlekarî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî gaveke din jî li pey vê pêngavê de li dijî Komara Îslamî ya Îranê  bavêje ku encama wan dijkiryaran jî ne rohn û  diyar in, dê  endamên wê, Îranê bi tu rewşekê re berbirû bike, tenê eva nebe ku berpirsiyariya her rewşeke nexwestî dikeve ser milê Komara Îslamî ku bi domandina leckirin û fitne û têkdreriyên xwe, Îranê bi kirîzeke taybet re rû bi rû  dike.

 Bêguman hewildan û xebata Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo berlêgirtin li bidestxistina çekên Etomî ji hêla Komara Îslamî, girîng û pireseke hestiyar e, lê bicî û pêwîst e ev rêxsitine vê rastiyê jî li berçav bigire ku metirsiyên Komara Îslamî bo ser civaka Cîhanî û ewlekariya herêmê û neteweyên Îranê tenê li hewildana rejîmê ji bo bidestxistina çekên Etomî bertesk nabe. Ji ber ku beşeke mezin û berçav ya metirsiya terorîzmê ku niha civaka navneteweyî digel de berbirû maye, ji bo rejîma Komara Îslamî ya Îranê wekî rejîmeke terorîst û terorîstperwer vedigere. Rejîmek ku deste û girûpên terorîstî xurt û bihêz dike û ji wan re pêwîstî û îmkanatan pêk tîne û di vê derbarê de maytêkirinê di kar û barên hundirîn ên welatên herêmê wekî Lubnan, Îraq, Filistîn û gelek cihên dinê de dike û li wan deran fitne û têkderiyê çê dike bona vê  çendê ku aştî û aramî û ewlehî di van  welatan û di vê herêmê de cihgir nebe.  Di  derbarê neteweyên Îranê de, rejîma Komara Îslamî, wekî rejîmeke paşverû, dijî mirov û binpêkerê maf û azadiyên gelên Îranê tevdigere û bi kiryar Îran kiriye girtîxaneyeke mezin ji bo gişt Îraniyan û di nava vê zîndana mezin de jî sedan û bigire hezaran girtiyên din yên çalak û xebatkarên siyasî û azadbîr û azadîxwazên welat û xortên ser bi neteweyên  mafxwaz ên Îranê tejî kirine, lewra nefsa hebûna rejîmeke wiha bi xwe ji çeka Etomî zêdetir cihê tirs, xeter û gefê ye û nabe civaka cîhanî û nemaze Konseya Ewlekarî ya  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî vê pirsa girîng berçav negire û li hemberî wê de xemsar yan sisthelwest be.

 Xetera hebûna  çeka Etomî di destê rejîma Komara Îslamî de jî rast ji bo kakil û naveroka vê rejîmê vedigere, nek bo hebûn û  nebûna çekên cur bi cur û heta tevkuj.

 Em  serbarê vê çendê ku biryara 1737’an ya Konseya Ewlekar ya Neteweyên Yekbûyî li gorî leckirinên rejîma Komara Îslamî ya Îranê derheq civaka navneteweyî wekî cezayeke pir sivik û nepêwîst dizanin, lê serbarê vî halî jî piştgiriyê jê dikin. Em hêvîdar in ev gava Konseya Ewlekar ya Neteweyên Yekbûyî  bibe destpêka gavên micidtir ên din ji bo kontrolkirin û çavdêriya milhurî û serberdayîbûna vê rejîmê.

 Her wiha em li benda vê çendê ne ku Konseya Ewlekar ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, zext û givaşxistina bo ser Komara Îslamî ya Îranê tenê  di çarçoveya doza çeka Etomî û xebat û çalakiyên gumanbar ên vê rejîmê de bertesk  neke, belkî bi awayekî hêja û berfireh li pirsa mafên mirovan û maf û azadiyên neteweyên bindest û zulmlêkirî yên Îranê re binêre  ku bi awayên herî tund ji aliyê Komara Îslamî ve tên  binpêkirin.

 Xortên gelên Îranê û yek ji  wan  neteweya Kurd li Kurdistana Îranê, mirovên aştîxwaz û azadîxwaz in ku ji bo maf û azadiyên xwe li dijî Komara Îslamî ya Îranê û bo avakirin û anîne serkara sîstemeke demokratîk di Îraneke Federal de dixebitin. Alîkarîkirin bi neteweyên azadîxwaz ên Îranê ji bo hilweşandina rejîma Komara Îslamî û gihîştin bi armanc û xweziyên wan,  hevkarîkirin bi cîgirbûna aştî û demokrasî di herêmê de û bi dûrketina civaka cîhanî ji gef û metirsiyên çekên Etomî, terorîzm û fitne û têkderiyên Komara Îslamî ya Îranê ye.

 Partiya Demokrat Ya Kurdistana Îranê

 Deftera Siyasî

 26.12.2006

 05.10.1385

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 15’ê Rezbera 1387’ê Rojî