|
Kurdistanmedia:
Bi boneya cudabûna hinek kesan ji PDK Îranê, Deftera Siyasî ya Partiya
Hevpêwendiya Demokratîk ya El-Ehwazê ku endamê Kongreya Neteweyên Îrana Federal
e, daxuyaniyeke çapemeniyê weşandiye ku em li vir deqa wê ya Farsî belav dikin:
Nûçeyê tejî kul û keser ya rûdana cudabûnê di nava refên PDK Îranê de gihîşte
destê me, Partiya Hevpêwendiya Demokratîk ya El-Ehwazê. Ev kiryare ji bo me weke
hevalbendê vê partiya pêşeng ya xebata neteweyên Îranê, bûyereke tal û dilêşîn
bû.
Piştî ku me ev pirs şopandin, em li ser vê baweriyê bûn ku yekîtiya refên
hundirîn yên partiyê bi mifahwergirtin ji usûl û pirensîpên demokratîk yên
navxwe ên rêxistinî bihê parastin û nakokî û pirsgirêk divêt li ser bingeha
pirensîp û bihayên bernameya PDK Îranê werin çareserkirin.
Partiya me wekî endamê Kongreya Neteweyên Îrana Federal, rûdana cudabûnê di nava
yek ji hevalbendên herî mezin yên xwe de bi qazancê bizav û xebata hevgirtina
neteweyên vê kongreyê nazane û hêvî dike ku PDK Îranê bi borandina encamên vê
kirîz û qeyranê wekî berê, caran rola xwe ya pêşeng di rêya cîgirkirin û
avakirina demokrasî û federalîzmê bi armanca ewle û garantîkirina mafên neteweyî
yên cuda cuda di Îranê de bimeşîne.
Partiya me her wekî caran hevkariya xwe tevî hemû partî û rêxistinên neteweyî
yên Kurd di astên cur bi cur de û nemaze di çarçoveya Kongreya Neteweyên Îrana
Federal de dê bidomîne.
Deftra Siyasî ya Partiya Hevpêwendiya Demokratîk ya El-Ehwazê
20’ê Desambra 2006’an |