Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Nameya Birêz Sekreterê Giştî Yê PDK Îranê  Bo Birêz “Bon Kî Moon”, Sekreterê Giştî Yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî

 

Birêz “Bon Kî Moon”!

Sekreterê Giştî yê Rêxisitna Neteweyên Yekbûyî!

Pîrozbahiya hilbijatin û destbikarbûna cenabê te weke Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, dikim û hêviya serkevtina te li bi cihanîna vî erkê girîng de, dixwazim. Erxayîn im cenabê te hest

 bi qursbûn û girîngiya bi stûgirtina vî erk û berpirsayetiya girîng û hesas kiriye û haydar in ku di dema destbikarbûna  te de, cihên cur bi cur ên dinê de weke Afrîqa, Asiya û nemaze li Rojhilta Navîn, tevî çi cure pirsgirêk, alozî û neewlehiya  ber bi rû ne. Birçîbûn, newekhevî û hin berçaviyên civakî yên din mefer ji xelkê birandine. Desthilata zordarane ya hikûmetên dîktator, paremayî û ne îroyîn, jiyan, maf û azadiyên bi sedan  milyon mirovan kirine goriyê ayedeolojî  û totalîterheziyên xwe, pêtir ji wê yekê jî ewlehî û aramiya zaf cihan xistine tirs û xeterê ku yek ji berçavtirînê  wan rejîmane, rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye.

 Keyfxweş bûm ji ber ku yek ji armancên we ji bo rûbirûbûnê tevî pirsgirêkan, sertazekirina bawriya civaka navneteweyî bo NY’ê ye. Gumana min di vê yekê de tune ye ku cenabê te haydar in ku NY,ê demekê dikare hitbar û baweriya civaka navneteweyî bigerîne cem xwe ku di peydakirina rê û çareya pirsgirêkan de adilane riftarê bike û ji bo parastina mafê mirovan di her kunceke wê cîhanê de çalaktir bigere. Di welatê me Îrana bin desthilata Komara Îslamî de, maf û azadiyên pêtir ji 70 milyon kesan bi awayeke herî dijwar tê binpêkirin û xortên ser bi neteweyên din ên Îranê û yek ji wan neteweya Kurd li mafê netewayetiya xwe hatine bêparkirin û di  vê rastê de kêm sal hebûne ku Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan ya NY’ê ve, nehê mehkûmkirin. Bi eşkere fitnê û arîşê di welatên herêmê de çêdike, maytêkirinên di kar û barên welatên Libnan, Efxanistan, Îraqê û ..., de ji kesê re veşartî ninin. Dijberiya hemû tevger û pêvajoyên aştiyê û yek ji wan aştiya di navbera Îsraîl û Felestînê de, dike. Li astên bilintir de jî him bi hegera cehdkirinê ji bo bidestveanîna çekên Etomî û him jî bi pêkanîn û bihêzkirina taqim û destekên terorîstî û berfirehkirina terorîzmê yê bûye xetereke berçav bo civaka navneteweyî û di vê derheqê de tevî her yek ji wan pirsgirêkan, ne tenê kêmtirîn hemyet û girîngiyê nade mehkûmkirinan û biryarên NY’ê, şewra Ewlekariyê û Komîsyona Mafê Mirovan yên vê rêxistinê, belku bi qumar û laqirdî digire û her ev yeka jî baweriya xelk û azadîxwazan derheq NY’ê, dibe bin pirsiyarê. Ya ku dikare vê hitbar û baweriyê wegerîne bo vê rêxistina navneteweyî, rû bi rû bûna micid û bibandor e tevî vê rejîmê û rejîmên weke wê.

 Bi giştî xelkê Îranê  û nemaze xelkê Kurdistana Îranê bi hêviyekê ve mêzeyî hewlên cenabê te di pêxema bibandortirbûna NY’ê û wergerandina hitbarê bi vê rêxistinê ye. Partiya me jî, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê amadeyî hemû cure hevkariyekê ye tevî NY’ê di çarçoveya her cehdekê de ku mafê mirovan dabîn bike, aştiyê li pey xwe bîne û terorîzmê binbir bike.

 Tevî hêviya serkevtina dubare bo cenabê te

 Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

 Sekreterê Giştî

 Mistefa Hicrî

 13.10.1385

 03.01.2007

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Sêşem, 16’ê Rezbera 1387’ê Rojî