Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Deftera Siyasî ya PDK Îranê: “EM DAXWAZÊ Jİ HEMÛ XÊRXWAZ Û ALÎGİRÊN MAFÊN MİROVAN DİKİN, Lİ HEMBER REWŞA TUND YA SERKUT,ÇEWİSANDİN, GİRTIN Û HEPSÎKİRİNA XORTÊN KURD Li KURDİSTANA ÎRANÊ DE BÊDENG NEBİN”

 

Komîsyona Mafê Mirovan ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî

Rêxistinên alîgirên mafên mirovan

Em bi hewce dizanin we agehdar bikin ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê di van rojên dawiyê de yê dest daye komployeke nû ji ferq û cudahîdananan li hember Kurdan û peyrewên ola Sunî li Îranê.

Di vê çarçoveyê de û li gorî nûçeyê malpera “akhbar-rooz”ê, rayedarên rejîmê û dezgehên ewlekariyê yên tepeserkar ên rejîmê li Kurdistanê, hejmarek ji mamosta û karmendên zanîngehên Kurdistanê li ser kar derêxistine. Li rex vê çendê de jî, ji bo ew par ji mamostayan jî ku niha ji kar nehatine derêxistin, li gor biryarnameyeke fermî ferman hatiye dayîn ku li jordeçûna pileya zanistî ya mamostayên Kurd û Sunî pêşgîrî were kirin.

Derêxistina Dr. Mihemed Neqşbendî, pisporê neştergeriya dil û endamê Desteya Zanistî ya zanîngeha Zanista Bijîşkî li bajarê Sine û xanenişînkirina pêşwext ya Dr. Cefer Mubelixî, neştergerê giştî û Dr. Mewlayî, Dr. Menûçêhr Reşîdiyan, Xatûna Feraset Erdelan, Endazyar Fîrozmeniş, Xatûna Perwîn Menasikî û Hoşeng Zendî û li ser kar derêxistina 41 karmendên wê zanîngehê bi bêy liberçavgirtina usûl û azînên qanûnî, çend nimûneyek ji birêveçûna vê pîlan û komployê ne. Eva jî di halekê de ye ku di vê meha dawiyê de pêleke din ji serkut, tepeserkirin, girtin û binçavkirina rojnamevan, xwendekar, rewşenbîr, karker, jin, ciwan, çalakên siyasî û sivîl û alîgirên mafê mirovan li Kurdistanê de hatiye destpêkirin. Ji bo nîşandana nerazîbûnê li hember wan liv û lebatên dijî mirovî yên rejîmê, Rêxistina Parastina Mafên Mirovan li Kurdistanê ji xelkê daxwaz kiriye di rojên 28 heta 30’ê Befranbarê, hevberî 18 – 20.01.2007’an, li nêzîk salvegera avakirina Komara Kurdistanê de, nerazîbûneke aram û aştîxwazane ji aliyê xelkê ve birêve biçe. Em ji hemû xêrxwaz û alîgirên mafên mirovan daxwazê dikin li hember rewşa tund ya tepeserkirin, girtin û binçavkirina xortên Kurd li Kurdistana Îranê de bêdeng nebin û rêyê nedin Komara Îslamî ya Îranê bi vî awayê dijî geliyane xortên gelê azadîxwaz û mafxwaz yê Kurd serkut bike û bi çarenivîseke nerohn û nediyar berbirû bike.

 

Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî

16.01.2007

26.10.1385

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 8’ê Xermanana 1387’ê Rojî