Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Daxuyanî: Spas Û Pêzanîn Ji Meşa Edaletxwazane Ya Îmzakerên Nameya Servekirî Derheq Radestkirina Mihemed Cefer Sehrarûdî, Yek Ji Bikujên Dr. Qasimlo Û Hevalên Wî

 

Piştî belavbûna nûçeya girtina Pasdar Mihemed Cefer Sehrarûdî, yek ji Fermandehên Hêza Qudsê ji aliyê arteşa Amerîkayê ve li bajarê Hewlêra Paytexta Kurdistana Îraqê, komek ji çalakên siyasî, mamostayên zanîngehê û kesayetiyên Zanistî û Civakî, di nameyekê de ji bo Serok wezîr û wezîra dadê ya Otrîşê, ji rayedarên wî welatî daxwaz kirin heta xebat û kirinên hewce bona radestkirina Mihemed Cefer Sehrarûdî, yek ji bikujên Dr. Qasimlo û hevalên wî li Viyenayê, ji bo mehkemekirinê encam bidin û bînine piratîkê.

Bîroya PDK Îranê li Derveyî welat tevî sipas û pêzanînê ji vê meş û xebata edaletxwazane ya îmzakerên vê nameya servekirî, bi micid ji rayedarên Otrîşê daxwazê dike heya bi helwestgirtina xwe ji bo radestkirina bikujan û mehkûmkirina sebebkaran û rêberên Komployên terorê ku di nava desthilatdariya rejîmê de cih girtine, kêmkarî û xirabiya helwest û kiryara xwe ku bû sedema haydan û berdewambûna dezgeha terorê ya Komara Îslamî li derveyî welat, qerebû û cibran bike.

Azadixwazên Kurdistanê û xebatkarên PDK Îranê hêviya vê çendê ji berpirsiyarên Otrîşê dikin heya bi kiryarên micid weke hukmê Dadgeha Berlînê, Arjantîn û Swîsê, erk û wezîfeyên xwe li hember azadî û demokrasêyê bicî bîne û di xebata Cihanî li dijî terorîzma dewletî de roleke bêtir bilîze.

Di dawiyê de careke din em ji hemû hêzên demokratîk, mirovhez û mirovên azadîxwaz dixwazin, bi piştgiriya xwe ji vê nameya servekirî, dewlet û berpirsiyarên Otrîşê neçar bikin di rêvebirina zêdetir ya edaletxwaziyê û encamdana wezîfeyên mirovî yên xwe li hember neteweya Kurd tevbigere.

Bîroya Nûneriya PDK Îranê Li Derveyî Welat

Parîs

29.01.2007

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Sêşem, 16’ê Rezbera 1387’ê Rojî