Daxuyaniya Deftera Siyasî Ya PDK Îranê Bi Hinceta Wexera Dawiyê Ya Pirofesor
Şekroyê Xudo
Mixabin xebera wexera dawiyê ya
dîroknas, zimanzan û tekoşerê çanda Kurdî pirofesor Şekoyê Xudo, di temenê 77
saliyê de li bajarê Moskovayê gihîşte destê me. Pirofesorê nemir xizmeteke hêja
ji çand û zimanê Kurdî re kir û weke kesayetiyeke zansitî û akademîk di gelek
civîn û komcivînên zanistî di asta navneteweyî de ji bo nasandina doza berheq a
gelê Kurd beşdarî kir û hewildan. Ji rehmetiyê Şekroyê Xudo, 20 pirtûkên
dewlemend bicih mane.
Em bi hinceta ji destçûna pirofesor
Şekroyê Xudo, hevdem tevî derbirîna xem û keserên xwe, serxweşiyê pêşkêşê
malbata wî ya birûmet û tev heval û hogirên wî dikin û ji destçûna wî
pirofesorî, xisar û zirareke mezin ji neteweya Kurd re dibînin.