|
Pilînomê bi îlankirina deqîqeyekê
bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdan û pejirandina destûra kar û
bernameyên dema civînan dest pê kir.
Piştre hevalê xebatkar Mistefa
Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê ji aliyê Deftera Siyasî ve şîroveyek siyasî
di derbarê rewşa herêmê, Îran û Kurdistanê û bûyerên girîng yên navbera du
pilînomên heştemîn û nehemîn yên partiyê de, pêşkêşî beşdarên civînê kir.
Di vê şîroveyê de bi awayekî taybetî li ser
maytêkirinên Komara Îslamî ya Îranê di nava kar û barên welatan, nemaze Lubnan,
Îraq û Felestînê de bal hatibû kişandin
û haydana girûpên tundajo ji bo
têkdana tenahî û bêewlekirina van cihane ku encama wê destavêtin û maytêkirinê,
xelkê Lubnanê tevî xisareke zaf ya malî û ziyanek berçav ya canî berbirû kir û
aliyên Felestînî li dijî hev rêxist û alozî û dijwarî di wê deverê de zêdetir û
agirê şer di navbera wan de da geşkirin. Li Îraqê bi destavêtin û piştevanîkirin
ji destek û taqimên tundajo û kiryarên têkderane û xirabkarane yên xwe bi
awayeke berçav xurt kir û zêdetir da xuyakirin ku çi rejîmeke li dijî aştiyê,
maka xirabkarî û şer çêkirinê ye. Lewra jî civaka cîhanî û welatên herêmê bêtir
metirsiyên çavkanîgirtî ji naveroka wê rejîmê û siyaset û kiryara xirabkarane
kirin û ber bi pêşgirtina siyaseteke hevbeş li dijî vê rejîmê gav avêtiye.
Siyaseta biîsrarbûna Komara Îslamî
ya Îranê li ser zengînkirina Uraniyûmê û xwe parastin ji daxwazên civaka cîhanî
ji bo dûrketina wê rejîmê li bidestxistina çekên Etomî, aqibet biryara 1737’an
ya Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jê ket ku hinek ceza ji bo
Komara Îslamî ya Îranê ji xwe girtiye û renge bi domkirina siyaseta heya niha ya
wê rejîmê di vê derheqê de, cezayên tundtir û gavên din yên civaka cîhanî jî di
şûn de be û Îranê ber bi rewşeke aloz û nebaş û heya tevî çarenivîseke reştir rû
bi rû bike.
Di şîroveya Polîtbîroyê de qala
tundtirbûna liv û lebatên serberedayî û tepeserkarane ya rejîmê derheq hemû
xelkê Îranê û nemaze neteweyên bindest yên welat û kuştin, girtin û zext û
givaşxistin bo ser azadîxwazan hatibû kirinê. Her wiha bêzariya zêdetir û
nerazîbûna berfireh ya xelkê hatibû destnîşankirin ku vê çendê jî Komara Îslamî
ya Îranê di hundirê welat de bi rewşeke nû re berbirû kiriye. Bi vî awayî Komara
Îslamî pitir kete ber zext û givaşa derveyî û derbarê kirîza rejîmê di asta
civaka cîhanî û welatên herêmê de, yê ketiye rewşeke nebaştir û hem di hundirê
welat de tevî nerazîbûna zêdetir ya xelkê berbirû bûye.
Di pareke din ya bernmeya karê
pilînomê de, ji aliyê Komîsyona Siyasî – Nîzamî ve derheq cudabûna hejmareke ji
Kadro û Pêşmergeyan û veqetandina refa xwe ji PDK Îranê raporek hate
pêşkêşkirinê. Di vê raporê de qala hewl û xebatên rêberiya partiyê ji bo
berlêgirtin ji vê cudabûnê û karê şanda diyarîkirî ji bo gotûbêjê bi armanca
peydakirin rêyên çareserkirina pirsgirêkên hundirîn, sedemên vê veqetiyanê,
helwest û gavên partiyê, piştî cudabûna vê girûpê û karê şanda aramkirina rewşê,
helwest û liv û lebatên PDK Îranê li hember vê komê di pêşerojê de, helwesta
rêxistinên siyasî li hember vê veqetiyanê û helwest û xuyakirina piştgiriya
berfireh ya endam û alîgirên partiyê û piştevaniya civatên xelkê Kurdistanê bi
hûrî ketin berbasê. Beşdarên pilînomê di vê beşê de jî bi awayekî çeleng beşdarî
basa li ser tev aliyên vê pirsê bûn û serbarê nerehetbûn ji vê veqetiyanê û
şermezarkirina wê, hatin ser vê baweriyê ku wê cudabûne ji ber sedemên siyasî
nebûye.
Her wiha pilînomê li ser vê yekê
tekez kir ku heke ev kome naveke din cuda ji navê Partiya Demokrat ya
Kurdistanê, ji xwe re diyarî bikin, derfet û delîveya curek alîkariyê dê pêk
were û îmkana hebûn di hevbendî yan komeleyeke berfirehtir pêk tê.
Di vê parê ji basên civînê de
Komîteya Navendî ya PDK Îranê bi çavê rêz û hurmetê ve mêzeyî helwest û hewlên
hêzên siyasî yên dost û dilsozên PDK Îranê, bi taybet du hêzên sereke ên
Kurdistana Îraqê, PDK’ê û YNK’ê kir. Her wiha pilînomê spas û pêzanîna xwe ji
bona piştgiriya germ û peyman nûkirina civatên xelkê Kurdistanê kir ku di vê
rewşê de ji PDK Îranê re xwedî derketin. Pilînomê rêz ji helwesta jêhatî û
nîşandana sozdariya dubare ya endam û alîgirên partiyê li hember PDK Îranê û
fîdakarî û ked û zehmet û karê berçav yê Kadro û Pêşmergeyên partiyê bilind
hesiband û ev yek gelek girîng nirxand û spasiya wan kir.
Di pareke din ya karê pilînomê de,
rapora komîteya kar û barên partiyê li derveyî welat di warên rêxsitin, peywendî
û ragihandinê de, ji aliyê berpirsiyarên wan beşan ve hate pêşkêşkirin. Beşdarên
civîna Komîteya Navendî ya PDK Îranê dîtin û nêrînên xwe li hember kar û
çalakiyên partiyê li derveyî welêt bi rizamendiyê ve xuya kirin û gelale û
bernameya pêşniyarkirî ya wê komîteyê ji bo kar û barên pêşerojê bi hinek
têdîtinan ve bi jêhatî û baş zanî û bi Deftera Siyasî rasipard ku li gorî îmkanê
ji bo serxistina wan pirograman gavan bavêje.
Di beşke din ya karê pilînomê de,
erk û nêrînên partiyê hatin şîrovekirin û civînê li ser vê çendê tekez kir ku
bername, proje û armancên diyarîkirî yên Kongireya Sêzdehemîn ya partiyê di
çarçoveya sîstemekî nû û îroyîn de bicih bîne.
Di beşeke din ji karê pilînomê de,
berpirsiyarên parek ji organan hatin diyarîkirin û her wiha birêz Mecîd Heqî,
Berpirsiyarê Beşa Ragihandina Komîteya Kar û Barên Partiyê li derveyî welat, wek
endamê cihgir yê Komîteya Navendî, Xûşka Şikofe Qubadî û Xûşka Miryem
Elîpûr, Kekê Ebdulriza Kerîmî û Kekê Sadiq Zerza wekî endamên
Şêwirmend yên Komîteya Navendî hatin hilbijartin.
Di dawiya xebatên pilînomê de,
Komîteya Navendî hate agehdarkirin ku PDK Îranê piştî hewildaneke berbiçav û
berdewam de, roja 2’yê Şibata 2007’an, weke nûnerê neteweya Kurd li Kurdistana
Îranê bi endamê Rêxistina Neteweyên Bêdewlet (UNPO)’yê a ser bi Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî yê hatiye wergirtinê. Pilînomê eva bi gaveke din ji ber bi
pêşveçûnê û destkevteke berçav û mezin ji bo PDK Îranê û tev xortên neteweya
Kurd li Kurdistana Îranê hesiband û şabûn û kêfxweşiya xwe di vê derheqê de da
xuyakirin û pîrozbahî ji xelkê Kurdistanê kir.
Beşdarên civîna berfireh ya
Komîteya Navendî ya PDK Îranê piştî bi encamgihandina erkên diyarîkirnî yên
pilînomê bi seheke tejî ji canê alîkarî û hêvî bi serkevtinê, demjimêr 18’ê
êvariya roja şemî, 3’ê Şibata 2007’an, dawî bi kar û xebatên xwe anîn.
Partiya Demokrat ya Kurdistana
Îranê
Deftera Siyasî
04.02.2007 |