|
dews û cîpiyê Komara Îslamî li wan
teqînan de dide eyanê û eva jî ji aliyê Imadedîn Baqî, berpirsê navenda berevanî
ji girtiyan li Îranê de hatiye piştrast kirinê û gotiye ku birêveberê sereke yê
teqînan bi azadî dijît û hemû kesek wî nas dike!!!!
Hikûmeta Îranê ev hikmane serbarê
daxwaziyên civaka navneteweyî, rêxistina lêborîn a navneteweyî û rêxistinên
xwecih birêve birin ku daxwaz jê kiribûn dest ji cîbicî kirina van hikmane
berde, çunku qonaxên pêregihîştina dadverane xilas nebibûn û gunehbar li heyamê
nêzîk bi salekê li bendên takekesî de û bê pêwendî tevî parêzerên xwe de bûne û
dema ku parêzerên wan daxwazkarê birêvebirina dadgehîkirineke dadverane dibûn,
bi tometa tekoşîn dijî ewlehiya neteweyî, vekolîn ji wan dihat kirinê.
Her wiha hikûmeta Îranê ku îdeaya
Îslamê dike, rêz û hurmeta meha “Moherem”ê ku yek ji mehên heram e, şikandiye û
ji xortên gelê Ereb li Ehwazê bo xwenîşandan li li vê rewşa nazik û hesas de ku
ji aliyê civaka navneteweyî ve ketiye bin givaşê, mifah standiye heya ku ji vê
rêyê ve hêza tepeserkar a xwe li hundir de nîşan bide û tirs û xofê li nav xelkê
Ehwazê de pêk bîne. Her wiha ji rêya vê kiryara nemirovane û neexlaqî ve dixwaze
peyameke diyarîkirî bo neteweyên Îranê bişîne ku 60 ji sedê ya xolyaqeta Îranê
pêk tînin.
Herweha ev hikmane li demekê de tên
cîbicî kirinê ku pêlek îdamên dinê jî li 24.10.2006’an de birêve çû. Civaka
navneteweyî û kom û komele û dezgehên cîhanî li warê mafê mirov de ragihandin ku
ev îdam û hukmên ku hatine dayînê, netenê ligel pîvanên dadverî û Istandardên
navneteweyî re hev nagirin, belkî li gel yasayên Îranê de jî dijatî hebû.
Kongireya Neteweyên Îrana Federal
tevî mehkûm û şermezar kirina van îdamên stemkarane li dijî neteweya ereb li
Elehwazê, daxwazê ji civaka navneteweyî dike ku ji bo pirsa mafên mirov li Îranê
de bi qasê vejena navikî giringiyê bide û pêşiya tepeserkirina Erebên Elehwazê û
neteweyên din yên zulmlêkirî li Îranê de bigre.
Kongireya Neteweyên Îrana
Federal |