Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Çardehem)

 

Rapora Komîteya Navendî a PDK Îranê, ji bo Kongireya çardehem

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

 

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Malperên din

:: Bîroya Nûneriya PDK Îranê li derve

:: Kongireya Neteweyên Îrana Federal

:: Malpera Sekreterê Giştî Yê PDK Îranê

:: Yekîtiya Jinên Demokrat

:: Yekîtiya Xwendekarên Demokrat

:: Malpera navendî ya Yekîtiya Ciwanan

 

Ronvekirina Sekretariya PDK Îranê, Derheq Nameya 87 Xwendekarên Kurd Di Zanîngehên Îranê De Û Bersiva Sekreterê Giştî Yê PDK Îranê Bi Nameya Han

 

87 xwendekarên Kurd di Zanîngehên Îranê de derheq cudabûna taqimek ji Kadro û Pêşmergeyên PDK Îranê û rexneyên xwe seba vê cudabûnê û mehkûmkirina wê û di heman demê de piştgiriya xwe ji PDK Îranê, komek rexne û pêşniyar ji bo Sekreterê Giştî yê PDK Îranê şandine û daxwaz

kirine ku bersiva nameya wan bihê dayînê.
Di vê nameyê de qala vê çendê hatiye kirinê ku di vê derbarê de wan nameyek jî ji bo Mamosta Ebdula Hesenzade şandine û hinek rexne jî ji wî girtine.
Ji ber girîngiya nameya han û her wiha bi liberçavgirtina vê rastiyê ku naveroka wan namane dikare gotin û pirsên hejmarek zaf ji xelkê dilsoz û demokratperwer yê Kurd di Kurdistana Îranê de be, Sekretariya PDK Îranê bi baş zanî ew nameya ku ji bo birêz Sekreterê Giştî yê PDK Îranê hatiye nivîsandinê û bersiva wê jî belav bike.
Em hêvîdar in sûd û feyde jê were wergirtinê.


Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Sekretariya
14.02.2007
25.11.1385

 


 

Nameya 87 Xwendekarên Kurd yên Zanîngehên Îranê ji bo Sekreterê Giştî yê PDK Îranê
 

Tevî silavên şoreşgerane!
Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê!

Di destpêkê de serbarê xuyakirina xem û nerhetî ji bo cudabûna vê dawiyê di nava refên PDK Îran de, em weke Civaka Xwendekarî ya Kurd li Îranê tevî mehkûmkirin û bi şermzanîna vê kiryarê di vê dema nazik û çarenivîsaz de ku herêm, Îran û Kurdistan tê de derbas dibe, ne tenê di xizmet û berjewendiyên tevgera gelê Kurd de nine, belkî zirar û ziyaneke ne şûndanê ji xebata rizgarîxwazane ya Kurd dide û çi tişteke din ji bilî dilxweşî ji bo dijminên gelê Kurd û neyarên PDK Îranê di vê cudabûnê de nabîne. Her cudabûn û veqetiyanek di nava her yek ji aliyên siyasî yên Kurdistanê, di vê dema nazik û hestyar de tenê viyan û îradeyê ji bo her çiqas zêdetirkirina serkut û tund û tûjiyên xwe li hember civatên xelkê de dide dujminên neteweya kurd, lewra bi baweriya me veqetiyan û cudabûn di vê demê de bi tenê hêlana civatên xelkê Kurdistanê di çeper û orta xebatê de ye û sehnekirin bi berpirsiyariyê li hember ew erk û wezîfeyan e ku li ser milê we ne. Civaka Xwendekarî (Camiê Danişcoyî) daxwazê ji tev opozîsyona Kurd bi giştî dike ku bi hestkirin bi berpirsiyariyê û bi dengeke hevgirtî ji bo parêzvanî û berevanî ji mafên civatên xelkê Kurdistanê hewlê bidin.
Rêzdar Mistefa Hicrî!
Renge ji bo gelek kesan tişteke gelek ecêb be ku di demeke wiha de, Civaka Xwendekarî yan her yek ji tex û qatên xelkê Kurdistanê, ji Partiya Demokrat berevaniyê bikin yan rexne bikin, lewra nîşandana helwesta bi vî awayî di her demekê de yan ji bo her kes an aliyekê nabe, belkî heke em bi çaveke vekirî ve mêzeyî pirsan bikin, ji her kesekê re derdikeve ku sedemên wê çi ne.
Heke em bihên pesna PDK Îranê bikin, em dibêjin:
Zanîngehek e, ku ji destpêkê re biryar hate dayîn ku waneyên welatparêzî, mafê gel, parastina welat û nîştiman, azadî û hwd... tê de werin gotinê. Li ber destên xortên herî demokrat, herî aştîxwaz, herî zana û herî xweştevî yên sedsala 20’an, zanîngehek tejî ji mamosta (fêrkar) û şagirdên xweşnav û welatparêz perwerde bû, perwerdekerê bîr, bawerî, hizr û ramaneke nûjen û pajiq.
Lewra li vir derdikeve ku armanc ne berevanîkirin ji takekes e, belkî ji bo hebûna neteweyekê ye, berevanî, parastin û zindîragirtina dengê neteweyek belengaz, parastina mînberekê ye ku dengê bêpariya xwe digehîne guhê gelên din, lewra dibêjim: Ev nameya me, hawara hezaran evladên şehîdan e, dengê ew kesa ye ku wekî qeleyeke hesin ku di rojên tarî yên Firewnên herî xwînmij, herî bêwijdan û herî nazan yên îro de ne û ji bo hatina roj û ronahiyê çav li rê ne.
Hêja, Hicrî!
Civaka Xwendekarî ya Kurd bo rêzgirtin ji pirensîpên demokrasiyê û ji bo cihgirkirin û herwiha hînbûnê, fêrkirina ceribînên demokrasiyê bi civatên xelkê Kurdistanê, bi pejirandina rewa û şeriyeta kongreya 13’ehem ya PDK Îranê, serbarê rexne û gazindeyên zaf û bicih ji we yê rêzdar û pêka baweriya kûr ya Civaka Xwendekarî ya Kurdî bi wateya naverok û kakila demokrasiyê, piştgiriya xwe ji bo hurmet û berheqiya kongreya sêzdehem ya PDK Îranê îlan dike û alîkariya fikrî û menewî tevî rêberiya partiyê radigehîne û em daxwazê ji we yê rêzdar dikin, bi liberçavgirtina usûl û azînên demokrasiyê, bi dilekî vekirî, rexne û pêşniyarên Civaka Xwendekarî ji bo her çiqas çêtir birêveçûna kar û xebatên partiyê ku di van xalên jêr de tên, berçav bigirin.
Birêz, Hicrî! Her wekî em hemû dizanin, piştî şehîdkirina Dr. Qasimloyê rêber û mamostayê mezin yê gelê Kurd, xweştevî û hezkiriyê civatên xelkê Kurdistanê bi giştî û nemaze ciwan û xwendekaran û li pey şehîdkirina Dr. Şerefkendî, rûçikê rastbêj, micid û wefadar bi Kurdistanê, xebata gelê Kurd bi giştî û PDK Îranê bi taybetî bi gelek tiştên ne hewce û bênaverok re berbirû bû.
Berbirûyê gelek bername û pilanên sepandî ji her aliyekê ve bû. Dengê Partiya Demokrat bi hewl û cehda du rêberên şehîd sînorên xwe bezand, ber bi vê hindê diçû heta di nava kom û komeleyên navdewletî de, cihekê ji bo xwe û gelê Kurd peyda bike, lê bername û pilanên sepandî yên gelek kesan li hundir û derveyî partiyê, roj li pey rojê rastî têkçûna siyasî, bi wateya xwe ya tewaw hat û di heyamê dehsala derbasbûyî de rastî gelek qeyran û kirîzên navxweyî bûye.
Hinek ji rêberên partiyê bêy vê çendê ku di fikr û hizra peydakirina mekanîzmeke çêtir de bin, roj bi roj diyarok û berçaviyên kirêt û xirab wekî bask û baskçêkirin, herêmçêtî û ... di nava refên partiyê de xurt û bihêz dihate kirin û rêberên partiyê, dijminên eslî û xebata rastîn ji bîr kiribûn. Heta vê çendê ku bi nav navdarên partiyê, partî rastî veqetiyaneke din kir.
Lewra Civaka Xwendekarî di nameyeke cuda de ji bo rêzdar Hesenzade, daxwaza ravekirin û ronvekirina zelal û usûlî ji bo Civaka Xwendekarî ya Kurd dike.
Rêzdar Hicrî! Civaka Xwendekarî serbarê rexneyên zaf ji we yê birêz, dibêje gelo Mistefa Hicrî di heyama 10 salên borî de, wekî endamekî rastbêj û xwedî derbasbûyiyekî paqij, nekarî yan nexebitî bona ji navbirina pirsgirêkên partiyê, heta ku ruha alîkarî û bi hevre karkirinê di nava partiyê de hêdî hêdî ji nav çû û partî tûşî vê qeyran û kirîzê hat?
Hêja Hicrî!
Civaka Xwendekarî ji bo serxistina kar û xebatên partiyê û bona zindîkirina ruha hevkarî û bi hevre karkirinê, pêşniyar û têdîtinên xwe ji bo partiyê û şexsê we yê rêzdar re ku di nav çend xalên jêr tên, dixe ber destê we. Em hevîdar in ku bi li berçavgirtina berjewendiyên neteweyî û sehkirin bi berpirsiyarîkirinê heya wî cihî ku çê be û îmkan hebe, di kar û bernameyên partiyê de kar pê bikin. Em hêvî dikin ku me bi vî awayî ji bo tejîkirina mewda û fasîleya navbera partiyê û civatên xelkê bi giştî û nemaze ciwanên xwendekar gav avêtibe û ev yek pêvajoyê bona beşdarîkirina tev civatên xelkê xweş û hêsan bike, di rêvebirina karên partiyê de, em hewlê bidin bi beşdarîkirina gişt aliyekê, partiyê vegerînin bo nava dilê Kurdistanê.
1. Vegeriyan bo nava kom û komeleyên navneteweyî û hundirîn, bi hêz û qaweteke zêdetir ji berê, yek ji wan vegeriyan bo nava rêxistina navneteweyî ya Enternasyonala Sosyalîst.
2. Girîngîdan bi ciwanan û perwerdekirina endamên partiyê û li şûndana ew paşdemayîna partiyê di warê perwerdehiya Kadroyan de.
3. Biha û giringîdan bi ciwanan û beşdarîkirina wan di kar û barên partiyê de, nemaze post û berpirsiyariyên bilind, bi armanca elimandina wan ji bo pêşeroja partiyê, herwiha mifahwergirtin ji wan kesên ku ji Îranê direvin û danîna wan li gorî şiyan û karîna wan di cihê jêhatî de.
4. Jordebirina radeya hişyariya jinan di warên civakî, siyasî, çandî û wd... . Şûndan û hevberdana wê binirx û bêqîmetkirina ku di salên derbasbûyî de derheq jinan hatiye kirin û neçarkirin û beşdarîkirina wan di kar û barên partiyê bi awayekî çeleng û zindî.
5. Bersivdan û rû bi rû bûn bi awayên mentiqî û hemdem tevî pêvajoya rojê de, li hember ev kes yan aliyan ku bêhurmetî yan sivikatiyê bi rêberên neteweya Kurd dikin ku her kes çavnihêriya vê çendê ji Partiya Demokrat wekî partiyek neteweyî, li Kurdistanê ji bo berevanî ji gel û welat heye.
6. Bilind û zindîragirtina felsefeya fikrî ya Dr. Qasimloyê nemir û tekezkirin li ser kesayetiya zanistî, siyasî, çandî û civakî a wî rêberê mezin û nasandina herçiqas bêtir ji bo ciwanan û zindîragirtina bîranîna partiyê bi giştî û rêberên şehîd bi taybetî.
7. Girtina helwesta bicî û jêhatî di dem û çaxê xwe de, li hember ew guhartinên ku di pêşerojê de çavnihêrî jê tê kirin ku dê ji bo gel û partiyê derkevin rojevê û xwe berhevkirin ji bo pêşerojê.
8. Axavtin û hevpeyvînên taybetî (şexsî) û hizbî ji hev bihên cudakirinê û her hevpeyvînek ku bi navê partiyê ve dibe, bila bi hevahengiya tev endamên rêberiyê be, heta partî û biryarên partiyê bandora erênî li ser guhartinên nav civaka Kurdistanê hebe.
9. Diyarîkirina hin kesên jêhatî wekî nûnerê Sekreterê Giştî bo kar û barên ciwan û jinan û ji bo gihîjandina arîşe û pirsgirêkên wan bi Sekreterê Partiyê, heta bi hevkariya tev aliyekê em bihewilînin mekanîzma herî baş ji bo kêmkirina pirsgirêkên taybet bi wan kesan bikar binîn.
10. Tekezkirin li ser pêşdebirina siyasetên partiyê li hember Komara Îslamî li bajarên Kurdistanê ku gefa ji holê rakirina nasnameya Kurdistanê jê tê kirin weke Başûrê Kurdistanê: Makû û ..., Bakûra Kurdistanê wekî Kirmaşan, Îlam û ..., heya ku di pêşerojê de ji bo Kurdistana Rojhilat, Kerkûkek din çê nebe, lewra hewce ye serkirdayetiyê Kurd bi giştî û rêberiya Partiya Demokrat bi taybetî di hizra bername û pilanek baş ji bo wê demê danên.
11. Giringîdana herçiqas bêtir bi zaravên din yên zimanê Kurdî di dezgehên partiyê, ji bo xizmetkirina zêdetir bi wan zaravan û dewlemendkirina awayê diyalekta siyasî ya PDK Îranê bi awayekî berfireh.
12. Zengînkirina herçiqas zêdetir ya televîzyon, radyo, rojname û kovarên partiyê di warê naveroka zimanê wan û bernameya baş û bisûd û ....
13. Gazîkirin û vexwandina bi şan û şeref ji wan Kadro û Pêşmergeyan ku ji partiyê derketine, heya careke din bo nava partiyê vegerin. (ev yeka ji bo wan kesan nabe ku bêhurmetî yan sivikatîkirin bi partiyê û rêberiya gelê Kurd kirine).
Birêz Hicrî!
Civaka Xwendekarî ya Kurd hêvîdar e, PDK Îranê bi bernameya baş û bi hêzek mezin û bi wateya xwe ya kemilî vegere bo nava kom û komeleyên navneteweyî û hundir. Bila bi hewl û tekoşîna hemû civatên xelkê Kurdistanê em ji bo bidestveanîna mafên zevtkirî yên gelê Kurd bixebitin.
Civaka Xwendekarî ya Kurd di Zanîngehên Îranê de
Silav li canê paqij yên şehîdan
Silav li girtiyên siyasî
Silav li Qasimloyê zana
Serkeve xebata neteweyî ya xelkê Kurdistanê
Têdîtin:
Erkê gehandina vê nameyê li stûyê hevalê cihê hitbar û baweriyê yê Civaka Xwendekarî, Kekê Kamran Resûlî li welatê Swîsê ye ku wî ev kare bi berpirsiyarî ve girte stû.

 


 

Bersiva Sekreterê Giştî Yê PDK Îranê, Rêzdar Mistefa Hicrî Ji Bo 87 Xwendekarên Kurd Di Zanîngehên Îranê De

Ji bo 87 xwendekarên Kurd di Zanîngehên Îranê û ew ezîz û xweşteviyên din ku naveroka nameyê gotina dilê wan e jî
Silav û hurmet!
Gelî rêzdaran!
Nameya we gihîşte destê min, rexne û pêşniyarên we ku ji hesta germ û gur ya welatparêzî û dilsoziyê ji bo neteweya me ya belengaz û zulmjêkirî çavkanî girtibû, ez zêdetir ji berê bi pêşeroja ron û zelal ya azadî û rizgariyê hêvîdar kirim. Çi peyamek ji vê hêvîdartir e ku komek ji xortên hişyar yên gelê me di vê rewşê de ku hin kes – her çiqas kêm – toyê bêhêvîtiyê di dilê xelkê me de diçînin û dixwazin wisan nîşan bidin, yan wilo fêm kirine û tê gihîştine ku cudabûna komek ji Kadro û Pêşmergeyên PDK Îranê, xebat ji bo rizgarî û serbestiyê kuta bûye û hevdeng tevî dehan hezar kes ji xortên demokrat pişta partiya xwe digirin û partiyê ber bi pêşketinê hay didin û eyb û kêmasiyên wê jî destnîşan dikin û digehînin rêberên wê. Em van rexne û ‌‌pêşniyarane bi hembêzeke vekirî werdigirin, ji ber ku em li ser vê baweriyê ne ku rexne bi wateya xwe ya resen, alîkar û hêza liv, hereket û berbi pêşveçûnê ye. Ji bilî vê yekê hûn xwediyên rastîn yên PDK Îranê ne û rexnegirtin û pêşniyarkirin erkê we ye, lewra kes nikare ji wan rexneyan dilgiran bibe.
Hevalino, gotin û qise gelek zaf in, lê di vê derfetê de, ez dê bi kurtî bi we re bipeyivim:
Kongireya Sêzdehem ya partiya me rast ji bo wan merem û armancan pêk hat ku we di pêşniyarên xwe de qala beşek ji wan kiriye. Nûbûn, rê û derfetdayîn ji ciwana re û amadekirina wan ji bo bidestvegirtina rêberiya partiyê, alîkarîwergirtin ji hêz û şiyana jinan, nûkirina ragihandina partiyê, guhertin di pêkhateya partiyê bi awayekê ku bersivderê serdem be û hwd... . Lê mixabin her di gava yekem ya piştî Kongreyê de, pirsgirêkên hundirîn berçêla me girtin û tu delîve û fersendek ji bo cîbicîkirina bernameyên Kongreyê ku xwestek û daxwaziya bicî ya endamên partiya me bû, nehêla, ku eva bi xwe “Mesnewî heftad men kaxez şewed” (merem ji vê gotina Farsî eva ye ku baskirina vê pirsê qasê 70 Men –her menek 3 kg e- kaxizê cih dixwaze). Rêberiya partiyê ku di vê heyamê de hewl û bizaveke zaf da ku ew hevalene li cihê mihanegirtinê, kar bikin û dengê piraniya zaf ya xelkê bipejirînin, heta em amade bûn ku ji bo razîkirina wan kongreya çardan gelek zûtir ji dema xwe pêk bînin, lê nehate pejirandinê û ewa ku qewimî ku ji bilî wan bi xwe û dujminên gelê me, kesê ew tişt nedixwest.
Niha ku ew arîşe nemaye, dema vê yekê hatiye ku em bi micidî kar bikin û bernameyên kongreyê cî bi cih bînin. Me dît ku di gava yekem de, di civîna nehemîn ya Komîteya Navendî de du jin wekî endamên Ravêjkar yên Komîteya Navendî hatin hilbijartinê û em dê gav bi gav û li gor îmkan û derfetê soz û ehdên din ên kongreya Sêzdehem ku pêşniyarên we jî li xwe digire, cî bi cî bikin. Ji ber ku rêberiya partiyê bawerî bi pêkanîna wan guhertinane heye û di hember kongreyê de xwe bi sozdar dizane.
Di vê rêyê de em çavnihêriyê ji we û hemû dilsozên PDK Îranê dikin ku her wisan bi me re bin, bi rexneyên xwe alîkariya me bikin û bi piştevaniya bêrawestiyan ya xwe weke herdem ber bi serkevtinê hêz û qawetê bi me bibexşînin.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, partiya hemûyan e, partiya gelê Kurd di Kurdistana Îranê de ye, lewra bi şiyan û karîna me tevan dê berbi pêşve gavan bavêje.

Her bijîn bo partiyê û gelê me
Hevalê we – Mistefa Hicrî
14.02.2007
25.11.1385

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Pêncşem, 30’ê Xezelwera 1387’ê Rojî