Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Çardehem)

 

Rapora Komîteya Navendî a PDK Îranê, ji bo Kongireya çardehem

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

 

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Malperên din

:: Bîroya Nûneriya PDK Îranê li derve

:: Kongireya Neteweyên Îrana Federal

:: Malpera Sekreterê Giştî Yê PDK Îranê

:: Yekîtiya Jinên Demokrat

:: Yekîtiya Xwendekarên Demokrat

:: Malpera navendî ya Yekîtiya Ciwanan

 

Ronvekirina Sekretariya PDK Îranê, Derheq Hevpeyvîna Sekreterê Giştî Yê Partiyê Tevî Rojnameya “Le Monde”

 

Di van rojên dawiyê de hinek malperên Kurdî beşeke berevaj û tevlîhevkirî ya hevpeyvîna rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê di rojanmeya “Le Monde” belav kirine ku ji zimanê Sekreterê Giştî ve basa xebat û çalakiya PJAK – baskê Kurdistana Îranê ya PKK’ê – dike. Di vê basê de ji zimanê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê tê gotin ku PDK Îranê vê rêxistinê mehkûm dike û dixwaze ji Kurdistana Îraqê

were derêxistinê. 

Di vê derheqê de hewce ye em careke din siyaseta limêjîn ya PDK Îranê ron bikin, ew jî ewa ye ku em çêkirina partiyan ji aliyê PKK’ê ve ji bo parçeyên cuda cuda yên Kurdistanê bi siyasetek rast û dirust nazanin.

Em li ser vê baweriyê ne ku Kurdên her yek ji parçeyên Kurdistanê çêtir dikarin li ser çarenivîsa xwe biryarê bidin û awayên gihîştin bi wan armancan diyarî bikin.

Lê derbarê vê basê jî nivîsa rojnameya “Le Monde”ê ku ji zimanê Sekreterê Partiyê ve dibêje: “Nabe PJAK di Kurdistana Îraqê de bimînin û ...”, ew gotin bi tevahî ne rast û destçêkirî û bê bingeh e. Ji ber ku bi kêfxweşî ve Kurdistana Îraqê hikûmeta xwe ya hilbijartî heye û berpirsiyarê parastina sînorên xwe ye û li gorî mesleheta xwe û çawaniya têkiliyên xwe rê û cih ji bo rêxistinên siyasî diyarî dike. PDK Îranê pêşniyara derêxistina tu rêxistinekê ji tixûbên Kurdistana Îraqê nake.

Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

Sekretariya

11.03.2007

20.12.1385

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Pêncşem, 30’ê Xezelwera 1387’ê Rojî