|
mafên neteweyî, tevî serkut û
qirkirina wê neteweyê ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hevdem bûye û di vê
derheqê de dujminên maf û azadiyên neteweya me ji tu kiryareke ne mirovane bi
merema serkut, qirkirin û asîmîlasyona kulturî û ji holê rakirina nasnameya
neteweyî ya Kurdan xwe ne parastine.
Di vê derheqê de gelê Rojavayê
Kurdistanê bi awayekî sîstematîk dehan sal e ketiye ber siyaseta ne mirovane û
nejadperestane, bişaftin û asîmîlasyona kulturî, lê ewa ku ji bo her Kurdek
welatparêz cihê rûmet û şanaziyê ye, ew rastiya ne înkarkirî ye ku gelê Rojavayê
Kurdistanê ne tenê her ne heliyaye, belkî bêtir ji caran maf û azadiyên xwe nas
kiriye û serhildana mezin û berfireh ya bajarê bizav û serhildanê – Qamişloya
serbilind – selimand ku neteweya me di vê beşa Kurdistanê de ne tenê her zindî û
çalak e, belkî ji bo bidestveanîna maf û azadiyên neteweya me li Rojavayê
Kurdistanê de bêrawestiyan dixebite.
Em li vir kom bûne ku yek ji rojên
dîrokî yên tevgera rizgarîxwaz ya neteweya Kurd bibîr bînin. Serhildana 6 rojî
ya sala 2004’an û fîdakarî û xwegorîkirina xortên neteweya Kurd li bajarê
Qamişloyê li hember dethilata tepeserkar ya rejîma dîktator ya Bees a Sûriyê
bibîr bînin û silavên wefadarî û emekdariyê ji bo canê paqij yê şehîdên
serhildana 12’ Adara 2004’an a bajarê Qamişloyê bişînin û li hember hesta
welatparêziya wan de serê rêz û hurmetê ditewînin.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
tevî mezinnirxandina vê serhildana gelî û armancên wê yên neteweyî, careke din
li xebat û tekoşîna xortên Kurd di hemû parçeyên Kurdistanê de û nemaze xortên
welatparêz yên Kurd li Sûriyê di rêya bidestveanîna mafên siyasî û neteweyî yên
wan piştgiriyê dike û xebata wan bilind dinirxîne û şanazî û rûmetê pê dike û li
ser têkiliyên dostane û biratiyê tvî hemû partiyên siyasî ên Kurdên Sûriyê jî
tekezê dike û ji bo berfirehkirina wan pêwendiyane jî amadeyê hevkarî û
hevxebatiyê ye.
Bi rêz be bibîranîna serhildana 12’ê
Adara 2004’an ya Qamişloyê
Serbilindî ji bo Şehîdên Kurdistanê
Serekve xebata berheq ya gelê me di
pêxema demokrasî û mafê neteweyî demirin û neman ji bo neyar û dijminên Kurd û
Kurdistanê
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî |