|
jin û keçên şoreşvan û azadîxwaz ên
Kurdistanê, nemaze ji wan şêrejinên ku keç û lawên xwe ji bo berevanîkirin û
parastina azadî, demokrasî, dadperwerî û welatparêziyê elimandine, bi hestekî
bilind û mezin pîrozbahiyê bikim û ji bo jinên xebatkar serbestî û bextweriyeke
bêtir jî bi hêvî bixwazim.
Xûşk û birayên delal!
Her wekî hûn dizanin Yekîtiya Jinên
Demokrat ên Kurdistana Îranê di 24’ê Reşemeya sala 1324(15.03.1946)’an de, li
serdemê Komara Kurdistanê û di bin sîbera ala Kurdistanê de hate damezrandinê û
yek ji bidestxistiyên binirx ên Komara Kurdistanê ye. Avakirina YJDK bi
bernameyeke pêşketî û armanceke şoreşgerane, gur û germahiyeke taybetî da xebata
jinên Kurdistanê û rûpeleke nû ji bo xebata jinan vekir. Cara yekemîn jî bû,
jinên Kurd li dora rêxistineke siyasî ya xwe kom dibûn. Pêşewa Qazî Mihemed,
Serok Komarê Kurdistanê ku mînaka mirovekî pêşveû û rewşenbîr bû, jin û keçên
xwe hay da ku têkiliyê bi vê Yekîtiyê ve bikin û di refa Yekîtiya Jinan de
bixebitin.
Mîna Xanima Qazî, hevsera Pêşewayê
nemir yek ji kesayetiyên naskirî ên jina Kurd di wî çaxî de bû, xizmeteke mezin
bi xebatkarên Kurd û armancên Komara Kurdistanê kir û weke nimûneya jineke
şoreşvan ya Kurd dihat mêzekirinê. Piştî rûxandina Komara Kurdistanê û guherîna
awayê xebata Yekîtiya Jinan, pêwendiya rêxistinî ya jinên xebatkar û azadîxwaz
ên Kurd li Kurdistana Îranê tevî PDK Îranê berdewam hebû.
Li serdemê şoreşa gelên Îranê li
dijî rejîma dîktator ya Mihemedriza Şah û tevî destpêkirina xebata aşkera ya
partiyê, jinên şoreşvan ên Kurd jî roleke girîng û bibandor ji xwe nîşan dan û
bi dehan jin û keçan di rêya serbestiyê de jiyana xwe pêşkêşî azadiyê kirin. Di
qonaxa xebata şoreşvanî ya gelê me jî di çepera Pêşmergatiyê bigire heta warên
siyasî, rewşenbîrî û hunerî de, jinên Kurd bi kêrhatîbûneke zaf û bêmînak bûne
nimûne û sembola mirovên şoreşger. Ne kêm in ew şêrekeçên Pêşmerge yên ku di vê
rêyê de canê xwe goriyê gelê xwe kirin û têkelî karwanê şehîdan bûn.
Heke em li dîroka jinên Kurd û
xebata tejî ji rûmet û serbilindî ya wan binêrin, dehan û sedan jinên Kurd rûmet
û serfirazî ji bo neteweya xwe tomar kirine, heke bi kurtî be jî, bicî ye ku em
qala serweriyên van şêrejinan bikin.
Yek ji wan jinên navdar ên Kurd,
Maşerefxana Erdelan e ku bi Mestûreya Kurdistanî tê naskirinê. Ev
jina jêhatî li serdemê Emaretên Erdelan û Baban de, weke helbestaveneke navdar,
xizmetên mezin di warê dîrokî, wêjeyî û çandî de kiriye.
Li herêmên Loristan û Îlamê jî nifş
bo nifş basa fîdakarî û jêhatîbûna Qedem Xêrê dikin, ku çawa wê di heyama
çend salan de, rêberiya şoreşa wan deveran li dijî desthilatdarên Qacar û hêzên
serkutker ên desthilata navendî kiriye.
Xanzada Soran, ku di dîroka
Kurd û Kurdistanê de, sembola rûmetê ye, piştî Silêman Begê birayê Mîrê Soran,
li ser textê wî rûnişt û gelek bi kêrhatî û jîrane, nîşan da ku jina Kurd
xwediyê çi kesayetiyeke bilind e.
Adilexana Caf, Hepsexana
Neqîd û Leyla Qasim û dehan jinên din mînakên herî zindî yên
kesayetiya bilind û mezin ya jinên Kurd in û niha jî jin û keçên Kurd bi
mifahwergirtin ji metod û rêbazên wan di warên çandî, edebî û hunerî de xizmetê
bi gelê xwe dikin û dîroka şoreşvanî ya gelê xwe dewlemend dikin û neteweya xwe
bi civaka navneteweyî dinasînin.
Xûşk û birayên hêja!
Di welatên pêşverû û demokratîk de
ku rêz ji bihayên mirovahiyê tê girtinê û qanûn û demokrasî heye, jinan karîne
pêşketin û serkevtinên zaf û berbiçav bidest bixin. Niha bi dehan jin di pile û
berpirsiyariyên serokatiya welatan, Serok Parleman, Serok Wezîr û
berpirsiyariyên girîng de ne û bi hezaran jinan di warê zanistî de rûmetên herî
bilind tomar kirine, xelatên herî mezin di warên cuda cuda de werdigirin.
Lê mixabin di welatê belalêdayî yê
me de, berevajî wê metodê û di bin siya Komara Îslamî ya Îranê de û bi danîna
qanûnên wê yên neguher, derfet û fersenda çi cure azadî û serbestiyekê ji bo
jinan nehêlaye û bi dehan made dendên qanûnî, jinên Îranê ji mafên mirovan û
heqê jiyanê bêpar kirine.
Li Îranê jin nikarin xwe ji bo
serokatiya welatê xwe berbijar bikin. Ferq û cudahîdanan bi eşkere di navbera
jin û mêran de heye û niha jî di warê qanûnî de 2 jin hemberî mêrekê tên danînê.
Ji bo geriyan û serferkirinê nikarin bi azad biçin. Bi wî awayê ku hewce be, îzn
û derfeta vê çendê ji wan re nahê dayînê, di kom, civîn û kongireyên navneteweyî
de beşdariyê bikin. Bi giştî li Îranê jin ji karwanê pêşketin û şaristaniyê
hatine dûrxistinê.
Xûşk û birayên qedirgiran!
Serbarê hemû ew zulm, zordarî û
binpêkirina mafên wan, jinên azadîxwaz û şoreşvan yên Îran û Kurdistanê ji bo
gihîştin bi hêvî û armancên xwe li hember siyasetên ne rewa yên Komara Îslamî ya
Îranê bêrawestiyan xebatê dikin. Ji bo bidestveanîna mafên xwe xebatê dimeşînin,
li zanîngeh, şeqam û di hemû cihan de ê bûne sembola rûmet û berxwedaniyê.
Beşdarên birêz!
Em 61’emîn salvegera avakirina
Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê di rewşekê de pîroz dikin ku tevgera
azadîxwaz ya welatê me bêtir ji caran di warê hundir û navneteweyî de karî ye
naverok û rûçikê dijî mirovî yê rejîma Komara Îslamî ya Îranê bide eşkerekirinê
û ji kom û komeleyên navneteweyî re siyasetên binpêkirin mafên mirovan û
azadiyên demokratîk yên rejîmê û piştevanîkirina wê ji terorîzmê bide nasandinê.
Ji aliyekî din ve neteweyên Îranê û
hêzên siyasî yên Îranê ku ji bo cihgirkirina demokrasiyê û hiloşandina rejîma
kevneperest ya Komara Îslamî ya Îranê û gihîştin bi Îraneke azad û Federal
bêrawestan xebatê dimeşînin û di vê xebata pîroz de jî eniya pêşketî ya dijî
terorîzmê jî bi wan re ye.
Di dawiyê de careke din 61’emîn
salvegera avakirina YJDK Îranê ji we yên birêz û tev hogirên azadî, wekhevî û
dadperweriyê pîroz dikim û ji aliyê PDK Îranê ve jî em we piştrast dikin, her
wekî me di heyamê xebata 61 saliya xwe de, xuya kiriye, em piştgiriyê ji mafên
siyasî û medenî ên we dikin û li ser wê siyasetê dê berdewam bibin û xebata we
bilind dinirxînin.
Pîroz be, 61’emîn salvegera
avakirina YJDK Îranê.
Bihiloşe rejîma dijî mirovî ya
Komara Îslamî a Îranê.
Ji bo pêşve bo pêkanîna Îraneke
Federal û Demokratîk.
Şad û serkevtî bin.
|