|
Gelî birêzan!
Newroz di xwezayê de tê wateya
serkevtina roj, ronahî û germahiyê bi ser tarîtî, cemidîn û sir û seqemê de.
Destpêka serhildan, bişkivîna gul û giyan û bi giştî nûbûnê ye. Newroz di dîrokê
de serkevtina serhildana Kaweyê xizan û lawkuştî, êxsîrê destê zordariyê,
bi ser Zehak, Paşayê dîktator, dilreq û bêrehm e. Bi vî awayî em mêze
dikin ku Newroz ji her du aliyên xweza û dîrokê ve, hilgirê maneya guhertin û
nûbûnê ye. Guhertin û nûbûn jî, hêvênê hemû wan pêşketinan e ku dinyaya îro di
warên rakirina eqliyetên rizî û hişk û req ên wekî Komara Îslamî ya Îranê ye ku
hêşta germahiya serdem negihiştiye mêjiyê cemidî ê Sedsala Navîn yê wan.
Bê heger nine xelkê têhniyê azadî û
nûbûnê li seranserê Îranê û yek ji wan gelê Kurd, herdem ew cejna neteweyî pîroz
kirine û bi vê hincetê kêf û şahî lidar xistine. Komara Îslamî jî her ji
destpêka hatin bo ser kursiya desthilatê ve di sala 1979’an, Newroza bixwîn ji
bo neteweya Kurd li bajarên Sine, Nexede û gelek gundan pêk anî. Dijberiya
eşkere ya xwe tevî cejna Newrozê da xuyakirinê û heta niha jî li ser rêya
rêvebirina rê û resma Newrozê de kosp û astengan çê dike.
Hevwelatiyên hêja!
Eva ku cihê kul û keserê ye, eva ye
di vê rojê de ku roja şabûn û dilxweşiyê ye, neteweyên bindest ên Îranê di
demekê de vê Newrozê jî cejn digirin û pîroz dikin ku siya rejîma Komara Îslamî
hêj li ser mil û baskên wan giranî û qursatiyê dike. Bi hezaran kes ji keç û
xortên xebatkar ên wekî Kawe li cihê wê çendê ku di vê rojê de li hembêza germ
ya malbatên xwe de beşdarî cejn û şahiyan bibin, di girtîxaneyên Zehakê zeman
de niştecih in. Sedan hezar kes ji mezinên malan di xem û nerihetî û eleman de
ne, ji ber ku nikarin hewcehiyên herî kêm yên malbatên xwe ji bo vê cejnê bidest
bixin.
Me di rewşekê de sala 1385’an
derbas kir û gav avête nava sala 1386’an ku em şahîdê xurtbûna zêdetir ya xisar
û pirsgirêkên civakî bûn!
Qasê betalî û bêkariya jinan aliyê
kêm %20.18 yanî du car zêdetir ji qasê bêkariya mêran e. 2 ji sedê ya nifûsa
Îranê di rojê de bi kêmtirî Dolarekê dijî. Hêşta beşeke xuya ji nifûsa Îranê
şiyan û karîna bidestxistina hewdariyên herî kêm yên sereke ên jiyanê tune ye.
Nirxandina herî cihê dilxweşiyê, wê şêniyê bi 10 heta 15 milyon kesî dihesibînin
ku di bin hêla xizaniyê de dijîn. Radeya kesên ku madeyên bêhişker bikar tînin,
3 milyon û 700 hezar kes e. 6 milyon bêkar di welat de heye û salê 150 heya 180
hezar kes ji nifûsa xwendewar û pispor ya Îranê welat bi cî dihêlin.
Ewên ku me qala wan kir tenê hinek
ji arîşe û pirsgirêkên civaka Îranê ne û ji serhejmariyên fermî yên hikûmetê
hatine wergirtinê, di halekê de ku asta rastîn û dirust ya wan pirsgirêkan gelek
ji vê çendê zêdetir e.
Serbarê wan hemû derdane û dehan
derdên din ên bê çareserî, tundî û dijwarî û serkutkirin, nemaze di nava
neteweyên mafxwaz û yek ji wan neteweya Kurd de yê gihîştiye radeya xwe ya herî
zaf û bilind. Kuştin û qirkirina xelkê di meş û xwenîşandanan de, zîndanî û
îşkencekirina wan di sala 1385’an de, ji berê tund û tûjtir birêve çû. Lê ewa ku
di vê derheqê de cihê hêvî û dilxweşiyê ye, berxwedana bêrawestiyan ya xelkê li
hember hêzên serkutker ên rejîmê bo beravanî û parastina maf û azadiyên wan e.
Di vê derbarê de xebat û tekoşîna neteweyî ya neteweyên Îranê di sala borî de
cihê rêzgirtin û pêzanînê ye.
Xwenîşandan, girevgirtin û awayên
din ên xuyakirina nerazîbûna xelkê Kurd ji rejîmê, li seranserê salê û li hemû
bajar û bajarokên Kurdistanê dom kiriye. Di pêvajoya wan bûyerane de bi sedan
kes ji xebatkartên Kurd, rojnamevan, xwendekar, kedkar, jin, çîn û taxên din ên
civaka Kurdewarî hatine cezakirinê, lê demekê xebat û berxwedan ne sekiniye.
Ji bilî vê çendê fedakarî û
cangorîtiya tex û qatên cur bi cur ên civakê û kesayetiyên olî heta Şîî jî di
sala 1385’an de, gelek ji salên borî berçavtir bû. Di nava wan çînane de pêwîst
dike, em qala rola girîng û bibandor ya jin û mamostayan bikin ku serbarê girtin
û zîndanîkirina wan, xwenîşandan û xuyakirina nerazîbûna xwe derheq binpêkirina
mafên xwe domandin, bi awayekê ku nerazîbûna wan di hemû cîhanê de deng veda.
PDK Îranê piştgiriya xwe ji mafê
berheq yê tev civatên neteweyên Îranê îlan dike û bi çavê rêz û hurmetê mêzeyî
berxwedaniya wan li hemer hêzên serkutker ên Komara Îslamî dike.
Xûşk û birayên delal!
Tevî berfirehtirbûna nerazîbûna
xelkê ji rejîmê di sala 1385’an de, pêvajoya bêzarî û nerazîbûnê ji wê rejîmê di
asta navneteweyî de jî xurt bû. Em di sala derbasbûyî de şahîdê dubare
mehkûmkirina Komara Îslamî ya Îranê derheq binpêkirina mafê mirovan ji aliyê kom
û komeleyên mafên mirovan ên cîhanê bûn.
Maytêkirina wê rejîmê di kar û
barên hundirîn ên welatên cîran gelek eşkeretir ji berê ji bo gişt dinyayê
derket. Alîkariyên rejîmê bi Hizbulaha Lubnanê re di şerê navbera Îsraîl û
Hizbulahê de bi armanca guhertina hikûmeta hilbijartî ya xelkê û damezrandina
hikûmeteke bi dilxwaza Komara Îslamî ya Îranê li Lubnanê, xurtirkirina hêzên li
dijî aştiyê, li Filistînê û nemaze hevkarîkirina hemû cure bi girûpên terorîstî
ên li dijî demokrasiyê di Îraqê de û dirûşm û bernameyên rejîmê bo ji
holêrakirina Îsraîlê li ser topa erdê, ji maytêkirinên herî girîng ên rejîmê di
sala 1385’an de bûn.
Yek ji armancên siyaseta terorîzma
dewletî ya Komara Îslamî a Îranê, tawanbarkirina çend kes ji berpirsiyarên
payebilind ên rejîma Komara Îslamî – ku Haşimî Refsencanî, Elî Felahiyan û
Elî Ekber Welayetî di nava wan de ne – bû, bi sûça beşdarîkirina wan
di teqandina Navenda Çandî ya Cihûyan li “Buenos Aires” a Paytexta Arjantînê di
sala 1994’an de ku bû sedema kuştina 85 kesan. Dadgerê Dadgehê di roja 18’ê
Çiriya Paşîn ya îsal de hukm û biryara navneteweyî ya girtinê ji bo wan da û
niha “INTERPOL” (Polîsê Navneteweyî) mijûlê vekolînê li ser çawaniya girtina wan
kesa ye.
Rejîmek bi bîr û ramanên wiha, dema
ku proje û xebata Etomî ya xwe bi armanca çêkirina bombeya Etomî berfirehtir
dike, pir xwezayî ye ku dê cîhan li hember de rabiweste. Biryara 1737’an ya
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi merema cezakirina rejîmê bi sedema
zorîkirin û guhnedan bi şîretên Konseya Ewlekariyê û Ajansa Vejena Etomê ya
Navneteweyî di derbarê destberdan ji projeya navikî, bêzarî û nefreta herî zaf
ya welatên cîhanê derheq Komara Îsamî a Îranê di sala 1385’an de, bû.
Bi vî awayî em dibînin, çi di warê
navneteweyî û çi di warê hundirîn de, rejîm di rewşa herî nebaş ji destpêka
bidestvegirtina desthilatê heta niha de ye.
Hêvî bi reform û guhertinan di
radeyeke pir jar û lawaz de ye û niha ji piraniya zaf ya xelkê Îranê û derve re
jî ron û eşkere bûye ku ev rejîme nikare reform û guhertinan pêk bîne û tenê
çareserî hiloşandina wê rejîmê û avakirina rejîmeke demokratîk ya federal e.
Lê tevî hemû delîve û rewşên jêhatî
ji bo hiloşandina rejîmê, pirsgirêkeke sereke û mezin ku ji despêkê ve hebûye û
niha jî di cihê xwe de ye, nebûna saziyên demokratîk weke sendîka û rêxistinên
ne dewletî ne ku bikarin xelkê nerazî organîze bikin û rêk bixin. Sedema
bingehîn ya vê pirsê jî dîsan vedigere ser stûyê rejîmê, ji ber ku rêyê nade ku
tu rêxistineke siyasî û senfî dûr ji kontrol û zêrevaniya hikûmetê pêk bihê.
Demekê jî ku hevgirtin di nava
xelkê de tune be, serkut û qirkirin hêsantir e. Her wekî me di sala borî de dît,
çaxê ku nerazîbûna kedkaran tepeser dike, tu yek ji senfên din bi kiryar
piştevaniyê jê nakin, her bi vî awayî dema ku meşa nerazîbûnê ya jinan û
mamostayan tê serkutkirinê. Em bi wê hêviyê pêyê xwe davêjine sala 1386’an ku di
wê salê de ji bo vê arîşê û pirsgirêka girîng ya tevgera demokrasîxwazane ya
xelkê her ji hêla wan bi xwe çareseriyek jê re bihê peydakirinê.
Derheq hevgirtina opozîsyonê li
derveyî welat jî, mixabin ew kêmasî tê dîtinê û heya niha hevgirtin tenê
pêkhatina Kongireya Neteweyên Îrana Federal e ku di destpêkê de ji 7 rêxistin û
civatan pêk dihat û di civîna dawî de ku nêzîk mehekê berî niha li Londonê hate
lidarxistin, hejmara endamên wê gihîşte 13 rêxistinan. Ew rêxistin komek sazî ne
ku nûneriya parek ji neteweyên Kurd, Azerî, Belûç û Turkemenan dikin.
Armanca wan pêkanîna Îraneke
demokratîk û federal li ser bingeha coxrafî û neteweyî ye. Ez hêvî dikim ku
kongre bikare di sala nû de xebata xwe zêdetir xurt bike û rêxistinên siyasî yên
pitir li dora xwe kom bike.
Serbarê lawaziyên tevgerê, hêvî bi
serkevtinê ji hemû demê bihêztir û xurtir e. Zext û givaşa hundirîn û
navneteweyî rejîm rastî gelek pirsgirêkan kiriye û roj bi roj qursî û giraniya
wan zextan bêtir û zêdetir dibe. Ev rewşa xirab û nebaş ku ji bo rejîmê pêk
hatiye, hinde din xelk hêvîdar kiriye û wan ji bo xebat û berxwedanê hay dide.
Aqibeta rejîmeke wilo ji bilî nemanê tu tişteke din nine. Lê erk û wezîfeya gişt
xelkê Îranê û rêxistinên siyasî di vê rêyê de girantir tê berçav. Em hêvîdar in
tev aliyek bi seh bi berpirsiyariya zêdetir mêzeyî sala nû û wezîfeyên ser milê
wan di vê pêxemê de bikin.
PDK Îranê di vê derheqê de li sala
1386’an hewlê dide:
- Di asta serenserî diyalog û
danûstandina zêdetir tevî wan hêzên demokrat ku bawerî bi mafê neteweyî hene û
hikûmeta pêşeroja Îranê di şeklê federalî ya li ser bingeha coxrafî û neteweyî
de dibînin, pêk bîne û hindî pê çêbe, wan hêzane ji bo pêkanîna curek alîkarî û
hevpêwendiya jêhatî di çarçoveya hevbeş de ji hev nêzîk bike.
- Ji bo nasandina zêdetir ya gelê
Kurd li Kurdistana Îranê bi kom û komeleyên navneteweyî re û çawaniya
binpêkirina mafên wan ên demokratî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê di meydaneke
berfirehtir a dîplomasî li Rojava û herêmê de bixebite. Di vê derbarê de ji
terîbûna “UNPO”ê ku di sala 1385’an de, Partiya Demokrat bû endamê wê rêxistina
navneteweyî û ji endambûna xwe ya berê di Enternasyonala Sosyalîst de bi başî
mifahê jê distîne.
- Di asta hundirîn de her çend ku
heta niha Partiya Demokrat bi dûr ji çêkirina tem û mija piropagendeyî, bi
kiryar ji bo pêkanîna enî, yan yekîtiyeke bi kiryar di navbera wan rêxistinên
serbixwe û naskirî ên refên opozîsyonê ku meydana tekoşîna wan Kurdistana Îranê
ye, gelek hewil daye, mixabin di vê derbarê de destkevtek ku em li benda wê bûn,
bidest nehat, lê di vî warî de jî em bêhêvî ninin û bi hewce dizanin ku di
pêxema hevgirtina hêzên Kurdî de cehd û hewla bêtir bidin. Em hêvîdar in ku ew
hesta bi berpirsiyariyê di navbera hêzên din jî, alîkar be ji bo gihîştin bi wê
armancê di sala nû de.
- PDK Îranê tevî rêxistinên siyasî
ên demokrat û pêşketinxwaz yên hemû parçeyên Kurdistanê têkiliyeke nêzîk û
dostane heye û qahîm û bihêztirkirina wan pêwendiyane di sala 1386’an de, yek ji
erkên din ên partiyê dibe.
Hemû ew piroje û bernameyên ku qala
wan hate kirinê û Partiya Demokrat ji bo pêkanîna wan di asta şiyan û îmkana xwe
de xwe bi berpirsiyar dizane, di pêxema xelkê Kurd di Kurdistana Îranê de ye û
ji bo rizgarkirina vê parçeyê Kurdistanê di bin stem, zordarî û tepeserkariya
rejîma Komara Îslamî ya Îranê de ye. Lewra xwezayî ye ku PDK Îranê ji bo
organîzekirina zêdetir a gelê Kurd li Kurdistana Îranê di vê salê de bernameya
nû hebe. Di sala derbasbûyî de alîkarî û piştgiriya gelê Kurd li Kurdistana
Îranê û Kurdên vê parçeyê Kurdistanê li xerîbî û derveyî welat pitir berçav bû,
girîngiya wê piştevaniyê bersivdan bi daxwaza PDK Îranê ji bo ne beşdarîkirin û
baykotkirina hilbijartinên Şêwrên Îslamî ên Gund û Bajaran û her wiha xuyakirina
nerazîbûnê û bêzariyê di 22’ê Pûşperê, salvegera terorkirina rêberê mezin û
navdar yê gelê Kurd, Dr. Qasimlo bû.
Em çavnihêrê vê çendê ne ku di
sala 1386’an de, ciwan, jin û tex û qatên din ên civakê bêtir ji berê jî li dora
partiya xwe, Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê kom bibin heya bi piştgiriya
me tev aliyekê, sala 1386’an bikin bi saleke tejî destkevt ji bo tevgera gelê me
di wê beşa Kurdistanê de.
Bi hêviya saleke tejî ji destkevt
ji bo tevgera gelê Kurd û gelên din yên Îranê û saxî û silametî ji bo yek yekê
we ezîz û xweşteviyan. Hemû rojên we cejn û cejna we pîroz be. |