|
dîroka xebata rizgarîxwaziya gelê
Kurd de bo xwe û Partiya xwe tomar kir.
Wî li midehê yazdeh mehên avabûna
Komara Kurdistanê de nîşan da ku rêberekî demokrat û bê mînak yê serdemê xwe ye.
Wekî Dr. Qasimloyê nemir li pirtûka “Çil Sal Xebat li pêxema azadiyê de”
nivîsandiye ku Pêşewa gulek bû li nava deşt û çolekê de şîn bibû.
Berpirsiyarên rejîma Paşatiyê û
dujminên maf û azadiya gelên Îranê piştî hiloşîna Komara Kurdistanê li roja 30’ê
Sermaweza sala 1325’ê Rojî de, heya roja lidarvekirina wî li 10’ê Xakelêweya
1326’ê Rojî de, bi dana gelek qewl û sozan cihid kirin heta ku Qazî Mihemed
razî bikin daku bibêje ji kiryarên xwe peşîman e. Lê Pêşewayê nemir tevî wê ku
dizanî bersiva red û nerênî bi rejîma Paşatî, bi nirxa canê wî xilas dibe, lê
dîsan jî bersiva red da û li hemberî xwestekên wan de stû xwar nebû.
Pêşewa li midehê dadgehîkirina li
bêdadgeha leşkerî de zor biwêr û netirsane li hemberî bêdadgeha rejîma Paşatiyê
de rawestiya û berevanî ji armancên gelê Kurd kir. Li rastî de Pêşewa bû ku
bêdadgeha leşkerî a Paşatiyê kire hola dadgehî kirina rejîma dijî gelî û
serberedayî a Paşatiyê. Li pêvajoya dadgehê de, li hemberî bêhurmetî û
sivikatiyên dadverên dadgeha leşkerî bi gelê Kurd re, Pêşewa çend caran êrîş
kire ser wan û dadgeha wan bi dadgeheke fermayişî hesiband. Berevaniyên Pêşewa
Qazî Mihemed pêtir li wî warî de cihê baldan û heyrîmanê ne ku li vê dadgehî
kirinê de li cihê berevanî kirin ji xwe, berevanî ji xwast û daxwazên gelê Kurd
dikir û bi heq wî ev erk û rol zor bi başî dirêve bir. Li encam de bi van
berevaniyên netirsane yên xwe ders û şîretek binirx û ceribînek baş bo
xebatkarên rêya rizgariyê piştî xwe bi cih hişt. Wî dersa wefadarî û emgedariyê
bi armanc û kornoj nebirin bo dujmin hînî rêvîngên rêya xwe kir ku bi xweşî ve
qotabiyên wî baş hîn bûne û li jiyana şoreşgeriya xwe de bi başî bikar anîne.
Serencam li roja 10’ê Xakelêweya
1326’ê Rojî de, Pêşewa Qazî Mihemed, Seyf û Sedr Qazî li meydana Çarçiraya
Mehabadê de hatin darvekirinê. Her li vê pêwendiyê de berê jî komek din
jiwan wekî “Feyzolabegî” hatin îdam kirin. Rast e dilê wan li wê rojê de li
Kotanê ket, lê heta hetaye dê li nava dilê bi kul yê neteweya xwe de bimînin û
armanca wan, rêbaza bi Milyonan Kurd e.
Piştî şehîdbûna Pêşewa, rêvîngên
rêya wî û xortên bicerg û netirs yên vî gelî rêya wan domandin û xebata bo
azadiya gel li bin rênimayî û rêveberiya Partiya jêhatî û demokrat a Pêşewa de
herweha dom kir.
Ger Pêşewa hat şehîd kirinê, Dr.
Qasimlo derkete holê û tekoşîn û xebata nepenî a xwe li nava dilê rejîma bikojê
Qaziyan de domand û xew ji çawê şewperest û dijî geliyan herimand. Komek ji
xebatkarên Partiyê tevgera 46 – 47’ê bi qasê 18 mehan birê xistin. Tevgera 46 –
47’ê zengekî bitirs û xeter bo rejîma paşatiyê û hişyarkarê xebatkarên rêya
azadiyê bû.
Zenga xeterê bo rejîmê, bona wê bû
ku bi rejîma şa bide selimandinê ku dîktatorî û zext û givaş heta heta nabe,
dengê hişyarkar bo xebatkaran jî bona wê bû ku bide selimandinê rejîma paşatiyê
ew rejîma giran û qahîm nine ku nehê hejandin. Li bizava 46 – 47’an de jî
herçiqas ku hejmarek ji baştirîn xortên gelê Kurd şehîd bûn, lê wan bi xwîna sor
a xwe dara azadiyê têr av kirin, daku rojekê ber û berhemê bigire û gel li bin
sîbera wê de vehesiyên.
Piştî tepeser kirina tevgera 46 –
47’ê jî xebat ji bo gihîştin bi azadî û mafê gel her berdewam bû, taku serencam
gelên Îranê li 22’ê Rêbendana 1357’ê Rojî de tomar û bar û binegên reş û tejî ji
cinayetên rejîma Paşatiyê ji holê rakirin.
Piştî hiloşîna rejîma şa, rejîma
Komara Îslamî cihê wê girt. Rejîmek ku ol û meseb xiste xizmeta siyasetên dijî
mafên neteweyî û demokrasiya rejîma berê û bi wî awayî jî rewatî û meşrûiyetekî
ayînî bi xwînrêjiyên xwe bexşî. Lewere em dibînin ku karwanê şehîdên me li vê
heyamê de dirêjtir bûye û heya niha jî herweha didome. Li pêşiya vê Karwanê de
jî Dr. Qasimlo û Dr. Seîd û gelek rêber û serokên jêhatî yên dinê yên qada
xebata dijî bê serûberî û serberedayiya li Kurdistana Îranê de diyar in ku bi
fermana desthilatdarên Hikûmeta Îslamî xwîna wan hatibû helal kirin.
Hemû ew şehîdane rêvîngên rêya
Pêşewa ne, rêya serbilindî û şerefê, rêvîngên ku li bin siya fidakariya wan de,
neteweya me li bi pîlan û givaşên dujminan de neheliya û bi şanazî ve bi
domandina xebata netewayetiya xwe bûye bi çiql û qelema çawê dujmin û neyaran.
Piştî borîna 60 salan bi ser bûyera
şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed û piştre jî şehîdên tevgera 46 – 47’ê û dehan
hezar şehîdên qonaxa dawîn ya Şoreşa gelê me pêkhatî ji rêber, kadr û pêşmerge û
xelkê sivîl, pêvajoya xebata gelê Kurd her berdewam e û xebata neteweyî ya gelê
me li pêxema maf û azadiyên wê de roj bi roj serkevtinên pêtir tomar dike. Li
hemû parçên din yên nîştimanê Kurdan(Kurdistanê) de xebat roj li pey rojê pêtir
geş û xurt dibe. Heta ku diçe Kurd baştir li bîr û raya giştî ya cîhanî û kom û
komeleyên navneteweyî de wekî neteweyek mafxwaz û demokrat tê nasînê û dost û
hevalên zêdetir peyda dike.
Hemû ew fîdakarî û tekoşîna xortên
welatparêz û biwêr yên Kurd e ku ev gotina binirx ya Pêşewa tîne bîra me ku li
dema dadgehîkirina li bêdadgeha şa de got: Hûn bi kuştina min Qazî Mihemedekê
dikujin, lê piştî min her keç û xortekî vê Kurdistanêm Qazî Mihemedek in û dê
xebatê heya gihîştin bi azadiyê herweha bidomînin”.
Xûşk û birayên birêz!
Berxwedaniya xortên gel, bûye
sedema wê ku ne tenê hêviya dîktatoran ku helandina neteweya Kurd li nav
neteweyên Fars, Turk û Ereb de bû, bi ci nehêt, belkî ji aliyekê ve encama xwîna
şehîdan, nerawestiyan û bi çoknehatina berxwedaniya gel, ji aliyê din ve jî
guhertinên li cîhan û deverê de, bûne sedem ku li vî serdemî de dîktator ber bi
lawazî û nemanê ve biçin û neteweyên bindest û zulmlêkirî yên deverê û yek ji
wan jî neteweya Kurd ber bi geşandin û serkevtinê gavan bavêje.
Dîktatoriya Bexdayê hiloşiya,
Kurdên vê parçeyê bi parek ji xwest û daxwazên xwe gihîştin. Li Turkiyê serbarê
hemû zulm û komployên desthilatdarên Kemalîzmê li dijî gelê Kurd, berxwedaniya
vê gelî xurttir dibe û dibîte mijarek navneteweyî. Hikûmeta Paremayî ya Komara
Îslamî a Îranê ne tenê her nekarîn bi teror kirina bi sedan rêber û xebatkarên
Kurd hewara mafxwaziya Kurdan li vê beşê de bêdeng û bifetisînin, belkî îro keç
û xortên vî parçeyî ji welat, netirsane û biwêranetir ji caran dijatiya
kirêgirtiyên rejîmê dikin.
Rejîma Komara Îslamî pêtir ji salên
borî li dest kirîzên hundirîn û derveyî yên ku bi xwe afirandine, dinalîne.
Biryara sêhemîn a cezadana Îranê ji aliyê Konseya Ewlekar ya Rêxistina Neteweyên
Yekbûyî li ser domandina bernameyên navikî ji aliyê rejîma Îranê ve, û tekez û
pêdagiriya rejîmê li ser guhnedana bi xwasta civaka navneteweyî, çarenivîsa
xelkê Îranê bi pêşerojeke tarî û nediyar re berbirû kiriye.
Li Sûriyayê de jî gelê Kurd hin
detkevtên siyasî bidest xistine û serbarê givaş û zextên Hikûmetê, gelê Kurd li
vê parçeyê de jî xebatê bi awa û metoda xwe pêşve dibe.
Girîng eva ye ku li bin giranî û
qorsayiya kuştin, helandin û şewitandina xak û nîştimanê xwe de serbilind
derketiye û dîroka sedsala borî ku rojên herî reş, tal û bitirs yên dîroka
Kurdan bûn, bihorand. Niha xortên Kurd, zîndî û hişyarane dengê mafxwaziya xwe
digihîjînin guhê dunyayê.
Diyrarde û berçawiyên vî serdemî
wekî bicîhanîbûn û pêwendiyên lezgîn, çi din rê nadin ku dîktator li bêdengiyê
de Kurdan qir bikin û nehêlin ku deng û hewara wan guhê kesê re bigihîje.
Eva jî li bin siya qorbanîdan û
fîdakariya bi sedan hezar şehîdan de bûye ku li pêxema zindî mana neteweya xwe
de, li bextkirina canê xwe ku şirîntirîn û pirbehatirîn heyîna wan bû, qisorî
nekirin.
Nexa renge wekî ku hêviya dujminên
Kurd bû û jêre pîlan dirêtin, Kurd heliyaban û negihîştibane vî serdemî, herwekî
wê ku bi ser zaf neteweyên din di vê midehê de hatiye.
Lewra bi cih e ku li vê rojê de
tevî kirnoj birin bo canê pak yê nemir Qazî Mihemed, serkarwanê şehîdên
Kurdistanê, Sedir Qazî, Seyf Qazî û şehîdên Feyzola begî ku piştî hiloşîna
Komarê hatin şehîd kirinê û Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî û hemû şehîdên rêya
rizgariya Kurdistanê peymanê nû bikin ku heta gihîştin bi armancên bilind yên
wan şehîdan ku armanca neteweya Kurd e, rêvîngên biwefa û emegdar bi rêya wan
bin. Çimkî bi gotina Dr. Qasimlo, baştirîn xelat bo şehîdan, dirêjedana rêya
wan e.
Bila em hemû bihevre silavên
emegnasî û rêzgirtinê ji hemû wan malbatan re bişînin ku xweştiviyên xwe li
rêya rizgarî û serbilindiya Kurdistanê de ji dest dane û emegdar in bi rêbaza
xwe.
Silav ji zîndaniyên siyasî yên
Kurdistanê ku li rêya armancên Pêşewa û daxwazên rewa û berheq yên wan bo azadî
û wekheviyê li girtîxaneyên Komara Îslamî û dîktatorên deverê de ne.
Silav li jin û mêrên Kurdistanê ku
li hemberî zext û givaş û tepeserkirina rejîma serberedayî û dijî mirovî de,
qehremanane berevaniyê ji man û heyîna xwe dikin û bi çok de nahên.
|