|
Li vê derheqê de her wekî wê ku
derfeta han jî bi başî mifah jê standibin û çavnihêriya vê fersenda zêrîn
kiribin, careke dinê çûne ser bûyerên berê û çewaşekariyên xwe dubare kirine.
Wiha tê xuya kirinê ku rêvebriya aliyê wan bawerî bi vê axavtinê anîne ku “Diro
heta mezintir be, xelik pêtir baweriyê pê tîne”.
Berevajî çewaşekariyên vê girûpê,
em tevî nerihetî û bidaxbûna xwe ji van pevçûnan, didin zanîn ku em sedema wan
pirsgirêk û aloziyan ji aliyê wan ve dizanin. Çunku ev girûpa pê nexweş ninin ku
bi wî awayî li nava xelkê de xwe nîşan bidin. Herweha ji hejmara wan Pêşmergeyên
ku li vê midehê de jî birîndar bûne yan lêdan xwerine, para herî zor Pêşmergeyên
PDK Îranê ne. Lê em li ser vê baweriyê de ninin ku van pirsane li dezgehên
ragihandinê de belav bikin û nîgeraniyên pêtir xelkê re pêk bînin.
Ji aliyê dinê ve daxuyaniya han bas
ji pêşwazî ji daxwaza Serokatiya Herêma Kurdistanê: “Bo bihevre karkirina li
çarçoveya partiyekê de dike”. Ev îdeaya girûpa Mela Hesen nerast e, çimkî ji
aliyekê ve li cihê xweşkirin û afirandina zirûfê bo bi hevre kar kirinê,
pirsgirêk û şerê du Pêşmergeyan mezin û dikin bi pêxora piropagende û
leşkerkişiyên bo ser binkeyên Partiyê û li kiryar de aloz kirina rewşa niho ya
binkeyan. Ji aliyê dinê jî haydar kirina alîgirên xwe li ser bas û qalên di
rûniştina bi Serokatiya Herêmê re bi awayekî niwîskî. Doma kakila daxuyaniyê li
ser înternetê aliyê piropagendeya çewaşekaraneya vê daxuyaniyê bi zelalî eyan
dike. Li vê daxuyaniyê de ev hemû şert û mercên ku bo “Karkirina li yek Partiyê
de” anîne, ji hemû xwendevanek daxuyaniyê re nîşan dide ku ev mercane wekî
daxwaza 20 xaliya wana berî cudabûna ji partiyê ye û ne tenê derfeta bihevre kar
kirinê pêk nahîne, jiberku navberê zêdetir û dûrtir dike.
PDK Îranê ku her li destpêkê ve
heya niha xwazyarê yekgirtina Partiyê bûye û heye, li ser vê baweriyê ye ku
hewce ye li cihê mezinkirina pirsên biçûk, rêçareyên jêhat û baş jêre bên dîtin
û li pratîk û kiryarê de – ne bi hela û hewar – derfet ji bo dostanî û
yekgirtinê were pêk anîn.
PDK Îranê
Sekretariya
07.04.2007
18.01.1386 |