|
mehkûmkirina jordeçûna binpêkirina
mafê mirovan li Îranê de,
derbaz dibe.
Biryara han di demekê de hatiye
girtin ku rejîma hov a Komara Îslamî ya Îranê her cure dengeke azadîxwaziyê li
Îranê de fetisandiye û bi awayeke bi bername û pîlan darêtî di Îranê de û
nemaze di wan herêman de ku neteweyên din ên Îranê tê de niştecih in,
binpêkirina mafên herî sereke û destpkîn ê mirovan jî didomîne û rewş heta diçe
xirabtir dibe.
Rejîma Melayan ku niha bi sedema
bernameyên xwe yên Etomî bi tevahî di hemû cîhanê de ketiye ber êrîşan, siyaseta
eşkere a serkut û kuştina dijberan û heta xelkê sivîl jî di destûra karê xwe de
daniye ku bi vî awayî tirs û xofê bixe nava civakê de û her kesekê bi
pêvezeliqandina markên weke: “Stûna pêncem a dijmin û ...”, li nav dibe û bê ser
û şûn bike. Serkut û kuştinê nemaze di herêmên neteweyên çewisandî û zorlêkirî
ên Îranê de, aliyên berfirehtir û xurtir bi xwe girtine. Daliqandina dijber û
azadîxwazên neteweyên Îranê bi awayeke berçav xurt bûye û bi hezaran ciwanên
Belûç , Ereb, Kurd, Turkmen, Azerî û Fars, di girtîxaneyên rejîmê de di bin
îşkenceyên giran û dûr li mirovahiyê de ne û ji çarenivîsa piraniya wan tu
agehiyeke ber dest de nine.
Di sala 2006’an de, dema ku navê
Komîsyona Mafên Mirovan a NY’ê bû Konseya Mafên Mirovan a NY’ê ew gava ji aliyê
piraniya çalakên mafên mirovan ve bi pêgeheke hejiyê pesnê û gavek li pêrewiya
girîngiya zêdetir danê ya organa han bi mafên mirovan hate zanîn. Lê niha ku
serkut û zext li Îranê de di astê xwe yê herî bilind de ye û neteweyên bindest
ên wî welatî hewcehiyeke pitir ji caran bi hevkariyê li dijî sîstema serberedayî
ya zal bi ser Îranê de hene, mixabin tê dîtin ku berpirsên konseya han biryareke
wiha şaş digirin.
Kongireya Neteweyên Îrana Federal,
bi xurtî nerazîbûna xwe li hember biryara han a vê dawiyê ya Konseya Mafên
Mirovan a NY’ê ji bo bi dawîanîna çavdêriya xwe li ser rewşa mafên mirovan li
Îranê de îlan dike û vê biryarê hayderek dizane bo rejîma Komara Îslamî ku
binpêkirina mafê mirovan xurtir bike.
Kongireya Neteweyên Îrana Federal,
ji tev komel û organên navneteweyî yên parêzerên mafên mirovan dixwaze ku
nerazîbûna xwe li hember vê biryara Konseya Mafên Mirovan a NY’ê ku bê guman û
bi eşkere bi merema siyasî hatiye girtin, derbibirin û nehêlin pirsa mafên
mirovan wiha bi hêsanî bibe goriyê dan û standinên siyasî û berjewendiyên aborî.
Kongireya
Neteweyên Îrana Federal
30.03.2007
|