|
Sibêdeya roja 09.05.2007’an de,
otumbêleke barhilgir ya “TNT”rêjkirî, li hermber deriyê Wezareta Hundir ya
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê hate teqandinê. Mixabin ev bûyer bû sedema
şehîd û birîndarbûna dehan welatiyên sivîl, her wiha ziyan û xisarên mezin û zaf
yên madî ji hevwelatiyan û hejmarek dem û dezgehên hikûmetî ketin.
Ev tawana terorîstî ji her aliyekê
ve hatibe organîzekirinê û her armanceke diyarîkirî di piştde be, beşek ji wan
pîlan, komplo û zextane ye ku ji aliyê dujminên azadiya Kurd û Kurdistanê ve
bona têkdana rewşa ewlekarî û asayîşa Kurdistanê û berlêgirtin ji pêvajoya
geşekirina siyasî, aborî, dîplomasî û avadankirina Kurdistanê di holê de ye.
Herçiqas bi van cure tawanane, xwîna
hejmarek ji Kurdistaniyan tê rijandinê û ewlehiya welatiyan bo heyameke demkî
têk diçe, lê vîn û îradeya neteweya Kurd ji gefxwarin, teror û tirsandina
terorîstan û terorîstperweran xurttir e.
Nîşane wisan xuya dibin ku tevî
nêzîkbûna roj li pey rojê a cîbicîbûna madeya 140’an a Destûra Îraqê, komplo û
maytêkirinên dujminên Kurdan û neyarên aştî û tenahiyê li Îraq û Kurdistanê,
bêtir xurt dibin. Eva di demekê de ye ku madeya 140’an mijareke qanûnî ya Zagona
Bingehîn a Îraqê ye û Kurdistanî li ser cîbicîkirina vê madeyê biîsrar in û
xortên neteweya Kurd li parçeyên din ên Kurdistanê jî piştgiriyê ji viyana rewa
û berheq ya xwûşk û birayên xwe û biryara dezgeh û navendên siyasî ên berheq û
demokratîk ên Herêma Kurdistanê dikin.
Em nûnerên hêz û aliyên siyasî ên
Kurdistanê yên jêr ku me ev daxuyaniye wajo kiriye, serbarê şermezarkirina ew
tawan û kiryara terorîstî û hevxemî tevî malbatên şehîd û birîndarên vê bûyerê,
daxwazê ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û kom û komeleyên
alîgirên parastina mafên mirovan û hemû demokrat û azadîxwazên cîhanê dikin, bo
kurtkirina destavêtinên herêmî di nava kar û barên Kurdistanê û berbirûbûn tevî
terorîstan, hevkariyê bi gelê Îraqê bi giştî û gelê Kurd re bi taybetî bikin û
her di vê demê de jî ji bo cîbicîkirina madeya 140’an, em ji Hikûmeta Îraqa
Federal dixwazin ji bo cîbicîkirina wê madeya destûrî, gavên lezgîn û micid
bavêje.
1. Partiya Demokrat ya Kurdistana
Îranê
2. Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
(PSK)
3. Partiya Demokrat a Kurdistan –
Bakûr (PDK – Bakûr)
4. Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
– Elpartî
5. Partiya Pêşverû ya Demokrat a
Kurd li Sûriyê
6. Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd
li Sûriyê
7. Partiya Welatparêzên Demokrat
(PWD)
8. Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê
9. Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê
1. Rêkevtina Demokrat a Kurd li
Sûriyê – Wefaq
11. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)
10.05.2007 |