 |
Cenabê Wezîr û
hevalê xweştevî!
Li ser navê rêberiya PDK Îranê û gelê Kurd li Kurdistana Îranê, pîrozbahiyê bi
boneya sipartina vê berpirsyariyê ji bo we didim û hêviya serkevtinê ji we re
dixwazim.
Cenabê wezîr! Bi nasyariyekê ku me ji hogiriya kûr a we û ji bo nirx û bihayên
bilind ên wekî aştî, |
|
azadî, demokrasî,
mafê mirovan û dadperweriyê heye, em Kurdên demokrat ku ji bo bi cihanîna wan
nirxan dixebitin, li ser vê baweriyê ne, dîplomasiya Fransayê di bin çavedêriya
we yê birêz de, bêtir ji berê li xebat û tekoşîna neteweyên Îranê û bo nimûne
gelê Kurd ku di bin serkut û tund û tûjiya rejîma dîktator û sedsala navîn de
ye, dê berevaniyê bike.
Mistefa Hicrî
Sekreterê Giştî yê PDK Îranê
18.05.2007 |