 |
Hevwelatiyên
Hêja!
Endam Û Alîgirên Pdk Îranê!
Komîteya Navendî Ya Pdk Îranê, Hilbijartiya Kongreya Sêzdehem, Rojên Sêşem Û
Çarşem, 12 Û 13’ê Hezîrana 2007’an Civîna Xwe Ya Dehemîn Lidar Xist. |
|
Civîn
Piştî Îlankirina Deqîqeyekê Bêdengî Bo Rêzgirtin Ji Bîranîna Şehîdên Kurdistanê
Dest Pê Kir. Piştre Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî Yê Pdk Îranê Ji Aliyê
Deftera Siyasî Ve Rapora Kar Û Çalakiyên Deftera Siyasî Tevî Rêxistinên Siyasî
Ên Kurdistanî, Nemaze Rêxistinên Siyasî Yên Kurdistana Îranê Pêşkêş Kir. Piştî
Bas Û Dahûrandina Wê Raporê Ji Aliyê Beşdarên Civînê Ve, Komîteya Navendî Rapora
Han Pejirand Û Ew Beş Ji Xebat Û Tekoşîna Deftera Siyasî Ya Di Navbera Du
Civînên Komîteya Navendî De Bilind Û Hêja Nirxand Û Di Vê Derbarê De Bernameya
Karê Pêşerojê Destnîşan Kir.
Birêz Sekreterê Giştî Yê Partiyê Di Beşa Duyem A Karê Civînê De, Baseke Tevalî
Li Ser Rewşa Jêhatî Ya Kar Û Tekoşîna Partiyê Di Warên Cur Bi Cur De Pêşkêş Kir.
Di Wê Beşa Basa Civînê De Li Ser Kosp Û Astengên Ser Rêya Tekoşînê Û Yek Ji Wan
Bandora Nerênî Ya Hinek Liv Û Lebatên Ne Şoreşgerane Ku Berê Di Partiyê De
Hatibûn Cihgirkirin, Bal Hatibû Kişandin. Herwiha Bi Armanca Berbipêşveçûna
Bilez Û Bêtir Ya Partiyê Û Ji Holê Rakirina Rêyên Çareseriya Mumkin Bal Hatibû
Kişandin Û Tekez Hatibû Kirin.
Ew Beş Ji Karê Civîna Komîteya Navendî Bû Sedema Rizamendî Û Kêfxweşiya Pilînomê
Û Beşdariya Çeleng Ya Hevalên Rêberiya Partiyê Bo Axavtin Li Ser Wê Basê Û
Herwiha Diyarîkirina Mekanîzmekê Ji Bo Wê Armancê Û Erk Û Wezîfeya Endamên
Rêberiya Partiyê Di Vê Derheqê De.
Civîna Komîteya Navendî Ya Pdk Îranê Êvariya Roja Çarşem 13.06.2007’an, Piştî Du
Rojan Bi Serkevtinê Ve Dawî Bi Kar Û Xebatên Xwe Anî Û Beşdarên Civînê
Vegeriyane Cihê Kar Û Tekoşîna Xwe.
Partiya
Demokrat Ya Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
14.06.2007
24.03.1386 |