Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Peyama Deftera Siyasî Ya PDK Îranê Bi Boneya 18’hemîn Salvegera Terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo

 

Hevwelatiyên xweştevî!

Hevalên hêja!

Di 18’hemîn salvegera şehîdkirina rêberê mezin û navdar yê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo de em li vir kom bûne heta serbarê tewandina serê kurnoj û hurmetê ji bo fîdakarî û xwegorîtiya şehîdê nemir Dr. Qasimlo û hemû şehîdên gel weke salên çûyî, gerrekê di

nava beşek ji bîr û ramana pêşketinxwazane ya wî bidin, bona vê çendê ku em bikin ceribîna rêya xebata xwe û soz û peymanê tevî canê paqij yê wî nû bikin ku li ser rêbaza neteweyî û demokrat û aştîxwazane ya wî berdewam bin û heya gihîştin bi xwezî û hêviyên wî ku rizgarî û serbestiya neteweya bindest û demokratxwaz ya Kurd bû, bo demkê ji xebat û tekoşînê nerawestin.

Gelî hevalan!

Li ser zanayî û lehengiya Dr. Qasimlo pir hatiye gotin, lê dîsan jî tiştên negotî ji karîn û şiyanên wî gellek in û hêvî dikim bi derbasbûna demê roj bi rojê aliyên jiyana wî rêberê leheng yê neteweya me ji bo nifşa ciwan û nûgihîştî bêtir ron û kifş bibe Bona vê çendê ku di rêya gihîştin bi azadî, demokrasî û mafê diyarîkirina çarenivîsê ji bo gelê Kurd wane û şîretên wî bikin bi çirayê rêya xebata xwe.

Dr. Qasimlo di xebata hundirîn de îmaneke kûr bi parastina azîn, usûl û pirensîpên demokratîk hebû û dengê endamên partiyê bi çavkaniya rewa û berheqiya rêberiyê dizanî, lewra di hemû kongreyan de, ewilî di hilbijartina rêberiya partiyê de beşdarî dikir û piştre jî di nava rêberiya partiyê de xwe ji bo sekreteriya giştî berbijar dikir. Ew li dijî her cure mekanîzmeke lihevkirinê bû ku kes yan girûpek bixwaze xwe bi ser partiyê de bisepînin (ferz bikin) û heta mabû li dijî wan kes û destekan xebat dikir.

Dr. Qasimlo dijberê hizra eşîretî û herêmçêtiyê bû û bi tundî li hember vî cure fikirîna kevn û paşverû disekinî, lewra pir caran dikete ber şopa serkêşên vê bîr û ramana paşmayî, lê wî ku îman û bawerî bi rastî û heqaniyeta hizr û ramana xwe hebû, ji gef û êrîşa neyar û dujminan tirsek nebû (bêminet bû).

Hevalên qedirgiran!

Dr. Qasimlo digot ku demokrasî ji bo PDK Îranê armanc û hedef e û li ser vê baweriyê bû, demokrasî çeka gelên bindest û yek ji wan gelê Kurd e ku bi sedema parvekirina Kurdan bi ser çar welatan de û nebûna derfet û delîveya pêkhatina dewleta serbixwe heya niha nekariye bi mafê diyarîkirina çarenivîsê bigihîje, mafek ku heqê berheq yê tev takekes û neteweyeke bêparkirî de bigihîjê de. Her di vê demê de jî, bawerî bi mafê diyarîkirina çarenivîsê bi maneya hevgirtinê ji bo neteweya parçekirî ya Kurd  hebû. Ew bawer bû Kurd ji bo gihîştin bi armancên xwe, divêt gotarekê hilbijêre ku dunyaya derve piştgiriyê jê bike. Ev baweriya wî jî ji vê rastiyê çavkanî girtibû ku Dr. Qasimlo hêz û karîna Kurdan, helwest û berjewendiyên cîhanî nas dikir, loma digot: “Kurd ji bo gihîştin bi armancan divêt xebata xwe di çarçoveya demokrasî û mafên mirovan de bas bikin û pêşve bibin”.

Bi dîtina Dr. Qasimlo, demokrasî di welateîk pirneteweyî weke Îranê de, wateya parvekirina desthilatê bû ku di sîstemeke demokratîk ya federal û li ser bingeha mirovî, xuya û berbiçav dibû. Sîstemek ku têde çi cure ferq û cudahîdananeke neteweyî, zayendî, tex û çînatiyê di holê de nedibû. Dr. Qasimlo di vî warî de digot: “Bêy hebûna rejîmek demokrat ya rasteqîn mafê gelê Kurd dabîn nabe û bê dabînbûna mafên neteweyî yên gelê Kurd jî, rejîm bi wateya xwe ya rastîn û kemilî, demokratîk nabe.”

Dr. Qasimlo pêşkevtîbûna civak û hemû tevgereke siyasî bi radeya beşdariya jinan di wê civak yan tevgera siyasî de girê dida û di vê derbarê de digot: “Her çiqas jin di kar û xebatên siyasî û civakî de zêdetir beşdar bin, civak pêşketîtir e û her çiqas di tevgera siyasî ya neteweya me de, jin çalak û xebatkar bin, tevgera me pêşketîtir û bextê serkevtina wê bêtir e”. Herwiha ciwan bi çavkaniya hêza gel û hêviya pêşeroja welat dizanîn.

Dr. Qasimlo hogirê diyalog û pêwendiya germ û gurr bû, ew sefîrekî çeleng û xwedî hest ji bo tevgera Kurd bû û bi wê zanayî û têgihîştina ku hebû, gellek baş dikarî derd, kul û elemên neteweya xwe bigehîne guhê xelkê dunyayê û piştgirî û hezkirina wan bo aliyê tevgera Kurd rabikêşîne. Di dema jiyana serbilindane ya xwe de, pir dostên wefadar û navdar weke xatûna Madam Mîtran, Dr. Bernard Koşner, Kirîs Koçera û sedan kesên din bo piştevanî ji tevgera Kurd peyda kirin. Wî rêya PDK Îranê û partiyên din ên Kurdî ji bo Rêxistina Enternasyonala Sosyalîst vekir û  endambûna Partiya Demokrat di vê rêxistina navneteweyî de, encamên hewl û tekoşîna vî leheng û mêrmaqûlê dîroka gelê me ne.

Hevalên hêja!

 18 salan berî niha dêwên şer û kundên malwêranî û xirabiyê, mamostayên terorê, Dr. Qasimlo li ser maseya gotûbêjê ji me standin û wisa difikirîn, bi terorkirina Dr. Qasimlo dê bikaribin bigihîjin armancên xwe yên qirêj û mirar ku jarî û lawazkirina tevgera Kurd e. Lê em dibînin Dr. Qasimlo heke çi bi cendek di nava me de nemaye, lê bi bîr û bawerî her rêber e û di nava me de ye. Ciwanên nûgihîştî ên welat, waneyên xebata xwe li dijî rejîma dîktator ya Îslamî ya Îranê û di rêya rizgarî û demokrasiyê de bi dirûşma Qasimlo, Qasimlo rêya te dê her bidome, dest pê dikin.

Çiqas kor, nezan û nefam bûn yên ku bawer dikirin bi şehîdkirina Dr. Qasimlo, xebat ji bo gihîştin bi demokrasî û mafê gelê Kurd, dê ber bi qels û lawaziyê biçe, ew çekçekûle bûn ku nedidîtin Qasimlo rêbazek diyarî kiriye, azîn û usûlek ji xebatê re daniye û partiyek perwerde kiriye ku bi van reşebayane nahê lerizînê û rêya xebatê her çiqas dijwar û tejî kosp û asteng be jî, heya serkevtinê dê bidomîne.

Piştî ku Dr. Qasimlo di 22’ê Pûşper (13’ê Tîrmeh)a 1989’an de hate terorkirin, ev roje ji xelkê Kurdistanê re yê bûye roja xebat û berxwedanê û ciwanên biwêr  û xebatkar li dijî vê terorê ji bo bibîranîn û nûkirina soz û peymanê tevî canê paqij yê Dr. Qasimlo, dest didin awayên cur bi cur ên xebatê li dijî rejîma kevneperest û paşverû a Komara Îslamî û jêre diselimînin ku Qasimlo heke çi bi cendek di nava me de nemaye, lê di bîr û ramanên xwe de her zindî û rêber e.

Du salan beriya niha bû ku xelkê xebatkar yê Mehabadê di roja 22’ê Pûşperê de, hemû dukan û bazar daxistin û piştî vê rojê bo heyamê çil rojan li ser rênîşaniya Partiya Demokrat, her demê li bajarekê li seranserê Kurdistana Îranê ev nerazîbûn di şekl û awayên cuda cuda de tevî serkut û qirkirina tund û bêrehmane ya rejîmê û şehîdbûna hejmarek berçav ji xebatkaran û birîndarbûna hejmareke zêdetir û girtina hezaran kes û xistina wan bo nava girtîxaneyan û îşkenceya wan dom kir. Sala borî jî li ser daxwaza PDK Îranê di roja 22’ê Pûşper (13’ê Tîrmeh)ê de, gel dukan û sûk (bazar)ên xwe daxistin û di şevê de jî bo heyamê 3 deqîqeyan çirayê malên xwe temirandin. Ev liv û meşa nerazîbûnê di demekê de bû ku xelkê Kurdistanê ji qirkirin û bêrehmiya hêzên rejîmê kêmtirîn şik û guman tune bûn, lê dîsan hantne ortê, heya bi dijmin biselimînin ku ew li ser rêbaza Qasimlo ku rêbaza rizgariya gel û dabînbûna demokrasiyê ye, biîsrar in û hazir in di vê rêyê de hemû hezîneyekê bidin. Di cihê xwe de ye ku ji vê tirîbûnê ve em bi taybetî silavan ji bo şehîd, birîndar û girtiyên siyasî yên wan meşên nerazîbûnê bişînin û ji wan re bibjin bila şehîdên nemir, girtiyên azar û îşkencedîtî erxayîn bin, gellek nakişîne ew armancên ku we xwe di pêxema wan de gorî kir, azar, êşandin û îşkenceya kirêgirtiyan we bi can û dil qebûl û tab kir, dê bihên cî û gel di bin siya hewildan û fîdakariya we dê rizgar û azad bibe.

 Beşdarên hêja!

29 salan berê gelên Îranê di encama xebateke netirsane de di roja 22’ê Rêbendana 1357 (11.02.1979)’an de, tomara rejîma Paşatiyê têkve pêçan, bi wê hêviyê ku berhema wê xebat û tekoşînê hatine serkara rejîmekê jê bikeve ku têde xelk bi azadî, ewlehî û asûdeyiyê bigihîjin. Lêbelê pir nekişand Xomeynî û dezgeha olî ya Îranê dest bi ser şoreşê de girt û her di yekemîn rojên li pey şoreşa Îranê de, civaka Îranê û dinyayê li gor baweriya olî ya xwe bi du beşên heq û “batil” (neheq) parve kirin û pêka vê dîtin û ramanê jî diviya heya sepandina heq li ser neheqiyê bixebite. Alava vê tekoşînê jî li gorî vê nêrîn û dîtinê “cîhad” (zebar) e ku yekem qonaxa vê cîhadê jî di 28’ê Gelawêja 1358 (19.08.1979)’an li dijî gelê Kurd li Kurdistana Îranê ji aliyê Xomeynî ve hate îlankirin. Di encama wê fermanê de, can û malê xelkê Kurdistanê ji Pasdarên cehl û nezaniyê hate helalkirin û çi cinayet di vê derheqê de ji aliyê Spaha rejîmê ve nehatin meşandin!. Her li gorî vê ramana paşverû, fermana şandina şoreşê bo derve ji aliyê Xomeynî ve hate dayîn ku di encama van nêrînane de, şerê 8 salî yê Îran û Îraqê jê ket ku têde bi milyon mirovan jiyana xwe ji dest dan û bi milyar Dolaran jî ku divêt mesref û xerca avadanî û rihetiya xelkê bihata kirin, xerca vî şerê bêencam hate kirin.

Melayan di van 29 salan de ji bo domandina desthilata reş a xwe, fend û fêlên cur bi cur bikar anîn û kar gehandin cihekê ku bi gotinên rojpesend û anîne rojeva reform û guhertinan di çarçoveya rejîmê de komek zaf ji xelkê hundir û heta binav Opozîsyona derve û dinyaya vêc û berjewendîxwaz ya Rojava jî dilxweş kiribû. Anîne berbasa van senaryoyane ji bilî parvekirina kar di nava Meleyan de, tiştek din nebû.

Niha li pey 29 salan, Mehmûd Ehmedînejad yê vegeriyaye ser rûçikê rasteqîn yê Komara Îslamî û yê dest daye fitne afirandinê li herêmê, piştgirîkirin ji destek û girûpên terorîstî, maytêkirin di kar û barên dewletên herêmê û hewildan ji bo bidestxistina çekên Etomî û gefa ji holê rakirina endamek Neteweyên Yekbûyî li ser rûyê xarîteya coxrafiya dinyayê.

Îro ku cîhanê seh bi tirs û bixeterbûna rejîma Komara Îslamî kiriye, xebat ji bo meharkirina vê rejîma serberedayî roj bi rojê zêdetir dikeve rojeva civaka navneteweyî, lewra ye heta niha ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve di 2 biryarnameyên 1737 û 1747’an de, radeyek ji cezayên aborî bi ser de hatine sepandin û rejîm serbarê van zext û givaşane jî, li ser serkêşî û bersivnedayîn bi civaka navneteweyî û domandina meyandina Uraniyûmê berdewam e û didomîne. Gelaleya sêyem ya dorpêçan li ser rejîma Komara Îslamî ya Îranê li ber nirxandin û gotûbêjan de ye û li gor helwestên herî dawîn yên Wezîra Karê Derve ya Amerîkayê, pirsa êrîşa leşkerî bo meharkirina rejîmê her wisa di bername û destûra karê me de ye û em mêze dikin ku guherîna vê rejîmê yê ketiye rojeva civaka navneteweyî.

Heke rejîm di warê navneteweyî de rastî kirîzan hatiye, di warê hundirîn de jî yê tûşî kirîz û pirsgirêkên cur bi cur ji qeyrana meşrû û berheqiyê bigire heya kirîza aborî, civakî û wd... bûye.

Hevalên rêzdar!

Îran ku bi sedema çavkaniyên nift (petrol)ê piştî Erebistana Seûdî û Kanadayê di cîhanê de pileya sêyem û di warê gazê de jî piştî Rûsyê pileya duyem di cîhanê de heye, ji ber nezanî û kêrhatînebûnê ji aliyekê, ji aliyê din ve seba siyaseta ne durist ya arşîe û kirîz afirandinê û ketina rejîmê di benda baykot û dorpêçan ji aliyê saziyên malî (diravî) ên navneteweyî û girêdana îtibara pereyan û nehatina sermayeyên biyanî ji bo welat, rastî kirîzan bûye ku mixabin beşek ji ziyan û zexta van kirîz û qeyranane bo tex û qatên feqîr, belengaz û kêmdahat vedigere.

Di bûyera herî nû de, bi sedema cîrekirina benzînê ku ji şeva sêşem, 05’ê Pûşper (26’ê Hezîra)a îsal ji aliyê rejîmê ve hate îlankirin û aloziyek zaf li piraniya bajarên mezin ên Îranê de derket holê, li Tehranê agir berdane dehan benzînxaneyan, li Tewrêzê xelkê dest bi ser benzînxaneyan de girt û benzîn erzantir ji nirxa dewletî, lêtra wê bi 80 tûmenî ji otombêlan re difirotin. Bi kurt û kinî, ev pirsgirêk bû sedema kuştina çend kesan. Rejîm ku pêşdîtina hegera dubarebûna van arîşe û pirsgirêkane dike, derdora hemû benzînxaneyan tejî ji hêzên întîzamî û ewlekariyê kirine.

Kongera Amerîkayê jî di vê dawiyê de gelaleyek pejirandiye ku firotina benzînê ji bo Îranê ku nêzîkê 50 ji sedî ya pêwîstiya xwe li derve dabîn dike, dixe nava çarçoveya dorpêçên xwe û îlan kiriye her welatek benzînê bifiroşe Îranê, dê bikeve ber baykot û dorpêçên Amerîkayê. Nebûna benzînê di welatekê de ku sêyemîn paşkevta çavkaniya binerdê ya petrola dinyayê heye, heke nîşana kêrhatînebûn û nezaniya desthilatdarên rejîmê nebe, nîşaneya çi ye?

Pirsgirêka nebûna benzînê bi qasekê girîng e ku di dema herî zû de bandora xwe da kifşê û buhaya tev alav û amûr û tiştên bazarê bire serê ku ev yeke zext û givaşeke zaf dixe ser xelkê û nemaze çîn û texa hejar û destkurt ku piraniya xelkê welat pêk tîne.

 Di  heyamê bihurî de ji aliyê Melekeya Birîtaniyayê ve nasnavê “Sir” ji Selman Ruşdî, nivîskarê pirtûka Ayetên Şeytanî re bi sedema xizmetên wî bi wêjeya Birîtaniyayê hate bexşîn ku bû sedema dijkiryar û helwesta tund a rejîma Îranê ku jêve bû dana vî nasnavî ji navhatî re sivikatî ye bi Ola Îslamê, di vê derheqê de Hedad Adil, Serokê Civata Îslamî a rejîmê ragihand ku ev kiryare bê bersiv namîne. Ji aliyê girûpên Îslamî ên rejîmê ve jî xelata kuştina Selman Ruşdî zêdetir bû û rejîmê bi gefa kuştina hevwelatiyekî welateke din peyama şandina zulmê û şikandina pênivîsê nivîskarên xeyrî Îranî jî ji bo derve dişîne.

 Di warê civakî de jî bi sedema bêkarî, bê hêvêvîtî, givaşa vê hesab li ser jiyana xelk, jiyana di bin hêla xizaniyê de, bûyerên civakî wekî xweşewitandin, îtiyad, berdan û hilweşîna malbatan roj li pey rojê zêdetir dibe, ev pirsgirêkên civakî zêdetir di nav nifşa 20 – 30 salî de ne û roj li pey rojê temenê tûşbûyiyan bi genadeliya civakî kêmtir dibe û li gor serhejmariyên rejîmê, niha du milyon û nîv bikarînerên madeyên sirker di Îranê de hene ku piraniya herî zaf ji nifşa ciwan pêk hatiye.

 Serbarê vana jî, maytêkirinên rejîmê di jiyana malbatan de ye, destêwerdan li şêwaza lixwekirina kincan û di çend mehên borî de riftarê rejîmê tevî wan jinên ku lixwekirinên Îslamî liberçav negirtine, gellek hovane bûye. Di nûtirîn biryarê de, rejîmê ji bo kincên xelkê şekl û metodên cur bi cur dayîne terziyan û navê kincên neteweyî li ser danîne ku ji vî heyamî şûn de terzî divêt kincan bi wî awayî bidirûn, hekene dê rastî cezayên  rejîmê werin.

 Hevalên hêja:

 Di 18’hemîn salvegera şehîdên Viyenê de, ji aliyê Deftera Siyasî a PDK Îranê ve silavan dişînin bo nemir Dr. Qasimloyê hertim zindî û kekê Ebdula Qadirîazer û em soz û peymanê tevî canê paqij ê wan nû dikin ku hetanî serkevtinê rêvîngên emegnas yên rêya wan ya pîorz bin

 Hevrêyên birêz!

 Li ciyê xwe de ye ku li vir bîranînekê ji rêberekî xebatkar yê din, yarê wefadar bi rêbaza Dr. Qasimloyê rêber, kekê Selam Ezîzî, endamê Deftera Siyasî yê partiya me ku di 24’ê Pûşpera 1378’an a Rojî(15.07.1999)’an de, bi sedema sekteya mejî wexera dawiyê kir û bo hertim xatira xwe ji me xwest.

 Kekê Selam di sala 1358’(1980)an de, wê demê rû ji refên Pêşmrgatiyê kir ku serokê Dadgeha Bokanê bû. Wî ew jiyana xweş û ew berpirsiyariya giring bi cî hêla û hate nav  refên Pêşmergatiyê hetanî ku zanebûn û karîna xwe bixe xizmeta berbipêşveçûna armancên partiyê. Wî, wê dema ku di refên partiyê de bû, pileyên berpirsiyariyê yek li pey hev bezandin û ji payîza sala 1368’(1989)an ve, hetanî dema xatirxwestinê ji partî û hevçeperên xwe, endamê jêhatî û layîq ê Deftera Siyasî ya partiyê bû. Kekê Selam her ji wê dema ku rêberekî zana û xwedî şiyan bû, tevî vê çendê jî mirovekî xakî û peyvxweş û liser dilan bû û baweriyeke kûr bi rêberiya bi kom hebû, dijî tekrewî û dîktatoriyê xebat dikir. Rêvîngekî  wefadar  yê rêya Dr. Qasimloyê rêber bû.

 Wê dema ku Dr. Qasimlo ji bo zindîragirtin û livandina partiyê, xebat dikir, kekê Selam Ezîzî yek ji piştevanên herî bihêz yê wî rêberî bû. Ew piştî şehîdbûna Dr. Qasimlo jî yek ji rêvîngên rêya mamostayê rêber, Dr. Qasimlo bû.

 Sed heyf û mixabin bona ji dest dana rêberên wek kekê Selam.

 Silav ji hizra wî û berdewam be rêya wî

 Silav ji PDK Îranê rêber û rêkxerê tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd

 Her bijîn û serkevtî bin

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 18’ê Xermanana 1387’ê Rojî