|
Rêxistinên Mirovhez!
Di roja 17.07.2007’an de, rejîma
dijî azadî û mirovahiyê ya Komara Îslamî a Îranê hukmê ne adîlane û cihê tirsê
yê Îdamê bi ser rojnamevanên Kurd, Ednan Hesenpûr û Ebdulwahid Botîmar,
sepandiye û ew biryare ji malbata Ednan Hesenpûr re ragihandiye. Eva di halekê
de ye ku Ednan Hesenpûr, endamê Civata Nivîskarên Kurdistanê ye û piştî çendîn
mehan girtin û îşkencekirina wan, niha ji girtîxaneya Merîwanê ji bo ciheke ne
xuya hatine veguhastin.
Di van çend mehên dawiyê de, rejîmê
dest yê daye girtin û zîndanîkirina hejmarek ji rojnamevan û azadîxwazên din ên
Kurd jî kiriye û dixwaze bi vî awayî hawara mafxwaziya rewşenbîrên vî gelî
bêdeng bike.
Em daxwazê dikin di vê rewşa bi
xeter û cihê tirsê de ku ji bo rewşenbîrên Kurd hatiye holê, wan di çepera
berxwedanî tevî rejîma dîktator û terorîstperwer ya Komara Îslamî, bi tenê
nehêlin û bi merema pêşgirtin ji meşandina hukmê îdama Ednan Hesenpûr û
Ebdulwahid Botîmar û her wiha girtina rojnamevanên din ên Kurd nerazîbûna xwe
bidin xuyakirin û zext û givaşanîn bo rejîmê bi merema serbestberdana wan kesan
pişta azadîxwazên gelê Kurd bigirin.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
18.04.1386
13.07.2007 |