|
“Entekhab”ê de hate
weşandin, qirar e esla hevpeyvînê jî di rojnameyeke yan çend rojnameyên Îranê de
were belavkirin.
Ebdula Hesenzade di vê hevpeyvînê
de, ji bo gotûbêj tevî Komara Îslamî a Îranê amadebûna xwe daye xuyakirin.
Bernameya karê Ebdula Hesenzade û
eva jî ku li cihekê wan gotinên xwe bi derew derdixe û li ciheke din tekezê li
ser wan dike, pêwendî bi wî bi xwe ve heye û qezawetkirin li stûyê xelkê
Kurdistanê ye.
Lê ewa ku em dixwazin bas bikin,
çend ronkirinek li dor belavbûna van nûçeyane ji bo raya giştî ye:
1. Malpera “Pukmedia”ê roja
15.04.2007’an dinivîsîne: Ebdula Hesenzade Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat
ya Kurdistana Îranê...”
Ebdula Hesenzade piştî Kongireya
13’hem ya PDK Îranê, di Tîrmeha 2004’an de, çi berpirsiyariyek di rêberiya
partiyê de nema û di meha Sermaweza 1385(06.12.2006)’an, cudabûnek di nava PDK
Îranê de çê kir û piştre xwe wekî Sekreterê wê partiya nû sepand.
2. Birêz Erfan Qaniî Ferd bona vê
yekê ku derheq belavbûna vê hevpeyvînê ji bersiva nerazîbnûna xelkê Kurd xwe
veşêre, penayê dibe ber hevpeyvînekê ku bi gotina xwe, sala 2003’an tevî
Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, rêzdar Mistefa Hicrî kiriye. Piresk ku vira
berbirûyî Qaneî Ferd dibe, eva ye ku gelo ew wekî rojnamevanekê vê yekê dirust
dizane ku hevpeyvîna çar salan berî niha bike pîvana analîz û şîroveya îro, di
halekê de ku di van çar salan de gellek guhertin bi ser Îran, herêm û cîhanê de
hatine?
3. Sebarê vê çendê jî, birêz
Mistefa Hicrî, niha jî li ser ew gotinên ku wî çaxî di wê hevpeyvînê de kirine,
tekezê dike û niha jî bawerî bi wan heye. Lê Qaneî Ferd di şîroveya xwe derheq
weşandina dubare ya hevpeyvîna kekê Mistefa Hicrî de dinivîse: “... û armanca
weşandina dubare tenê hûrbûn di dîtin û nêrînên dijhev ên Hesenzade û Hicrî ye
ku yê yekê [Hesenzade] dijberê biyaniyan û heta bihosteke xaka welatê xwe nade û
yê duyê [Hicrî] berevaj e.” Piştî vê çendê Qaneî Ferd dinivîse “Erk û wezîfeya
lêkolînvanê dîroka hemdem, dubarekirina bêaliyane û rastbêj ya gotinan e...”
[Gotinê Erfan Qanedî Ferd ji Farsî hatine wergerandin]. Li vir pirs ji wî
lêkolînvanê bêalî û rastbêj eva ye ku, bila nîşan bide ku birêz Mistefa Hicrî,
li kudera hevpeyvînê de rizamendiya xwe xuya kiriye ku “weceb (bihustek) ji
xaka welat daye”?
Di dawiyê de em dibêjin:
Bervara hevpeyvînê, qirarê
belavbûna wê di rojnamevanên Îranê de, ew jî di vê demê de ku bi dehan
rojnamevan bi sûç û tawana daxawaza mafên xelkê ên herî destpêkî rapêçî
girtîxaneyan tên kirin û birayar lidarvekirinê ji bo wan derdikeve, kulefeyeke
hinde pêç û xwar nine ku xelkê Kurd jê fêm nekin û bêdengiyê jê bikin.
Lewra bila Qaneî Ferd bizane ku
sedema nerazîbûna xelkê Kurd di vê gêre û kêşê de, “çarçoveya hişk û bertesk ya
hiş”ê xelkê nine, belkî hişyariya wan eva ye ku mû di nava mast de dibînin.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Sekretariya
19.07.2007
28.04.1386 |