|
Roja duşem, 16.07.2007’an, careke
din terorîstan, kerb û kîna reş a xwe li ser xelkê Kerkûka tim Kurdistanî de
rijandin û di 3 êrîşên terorîstî de, xwîna bi dehan mirovên sivîl bi neheqî
rijandin.
Eva çendemîn car e ku Kerkûk bi vî
awayê hov dibe armanca kiryarên terorîstî.
Her wekî ku me li derbasbûyiyê de
jî îşare pê kiriye, gel nêzîkbûna dema diyarîkirî ya cîbicîkirina madeya 140’ê
ya Yasaya Bingehîn a Dewleta Îraqa Federal, terorîst bo kosp û astenga afirandin
li ser rêya cîbicîkirina vê madeya yasayê, zêdetir ketine liv û bizavê û tawan û
cinayetên xwe xurtir û bêtir kirine.
Diyar e ew tawan û ew siyasetane,
ne di şiyan û karînên girûp û taqimên biçûk yên terorîstî de ne û guman jî têde
nine ku dujminên maf û azadiyên neteweya Kurd û li serweyî hemûyan jî dewletên
dagirker yên Kurdistanê li pişt wan sekinîne.
Em nûnerên van partî û aliyên Kurd
û Kurdistanî ku me ev daxuyaniya wajo kiriye, tevî şermezar û mehkûmkirina vê
tawana terorîstî, hevxemiyê digel kes û karên şehîd û birîndarên vê kiryara
terorîstî didin eyanê.
Her di vê demê de jî, em tekezê li
ser vê yekê dikin ku kite rêya cihgirbûna aştî, aramî û ewlehiya Kurdistaniyan
li Kerkûkê û herêmên din yên veqetiyayî ji Kurdistanê, vegeriyana wan deveran bo
çarçove û hembêza Herêma Kurdistana Îraqê ye.
18.07.2007
- Partiya Demokrat a Kurdistana
Îranê
- Saziya Xebat a Kurdistana Îranê
- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê –
PSK
- Rêkevtina Demokratîk ya Kurd li
Sûriyê – Wifaq
- Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd
li Sûriyê
- Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê
- Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê
- Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
– El Partî
- Partiya Welatparêzên Demokrat ên
Kurdistanê - PWD
- Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
- Partiya Azadiya Kurdistanê - PAK
|