Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Daxuyaniya Hevbeş: Bi Xebat Û Berxwedanê Pêla Nû Ya Serkuta Komara Îslamî Rastî Têkçûnê Bînin

 

Welatê me rojên pir dijwar derbas dike. Ji aliyekê ve, Komara Îslamî serkut û tepeserkirina bizavên civakî, girtin û binçavkirina çalakên saziyên sivîl, sansor û daxistina weşan û çapemeniyan û bertengkirina belavbûna pirtûkên belavkirî xurt kiriye û ji aliyê din ve tevî berfirehkirina bi kirîza Etomî û aloziyê bi dewletên Ewropayê û balnedana biryarên sazî û komeleyên navneteweyî wekî Biryarnameyên Konseya Ewlekarî ya Neteweyên yekbûyî, welatê me yê xistiye hember tirs û tehlûkeya dorpêça siyasî û aboriya berfirehtir û her wiha êrîşa leşkerî.

 Rêberên Komara Îslamî ji xurtbûn û gihîştina nerazîbûnên xelkê bi asta herî bilind û hevpêwendiya tevgerên civakî yên di van mehên dawiyê de tirsiyane û dixwazin bi êrîşa tev aliyane bo ser xwendekaran, çalakên bizava Karkerî, jinan, mafên neteweyî, nivîskar, mamosta û rojnamevanan di civakê de, tirs û xofê pêk bînin û nehêlin daxwaziyên xelkê di pêvajoya xebatê de radîkaltir bin û navendên derdem ên berxwedan û serhildanê ji vî aliyê welat heta aliyê din pêk bînin. Ew bi girtin, binçavkirin û gefxwerin ji xelkê, di hewl û bizava xurtkirina radeya kontrol û çavdêriya xwe bi ser civakê de ne.

 Di salvegera êrîşa hêzên qirker ên hikûmetê bo ser xwendekaran li Tehranê û bajarên din di sala 1378(1999)’an de, roja 18’ Pûşper(09.07.2007)’an, endamên Şêwra Navendî ya Deftera Tehkîm Wehdet”ê hatin girtin. Piştî çend seetan, Deftera Navendî ya doreyî a “Tehkîm Wehdet”ê kete ber şopa êrîşa dirindane û tev kesên ku li wî cihî bûn, girtin û dergeh mohr û mom hatin kirin.

 Êvariya roja din di 19’ê Pûşperê de, Mensûr Osanlû, Serokê Şanda Birêveber ya Sendîkaya Şirketa Otubos Ajotina Tehran û derdora wê, careke din ji aliyê latên naskirî bi cil û bergên şexsî bi kutan, lêdan û revandin ji bo ciheke nexuya hate veguhastin.

 Rojnameya “Ham Mihan”(Hevniştîman) hatiye daxistin û wezîrê çandê bi tometbarkirina rojnameyan bi kodîtayê, gefa daxistinê ji wan jî kiriye. Her wiha Nûçegihaniya Kar(ILNA) ku hewl û xebatên tevgerên civakî û girtin û binçavkirina xebatkarên wan belav dikir, hate daxistin.

 Di heyamê mehên borî de, çalakên tevgera jinan  bi sedema beşdarîkirina wan di civîna 22’ê Cozerdana sala derbasbûyî de, bi buxtanên wekî hewildan li dijî tenahiya neteweyî bi çendîn salan cezayê girtîxaneyê û lêdana şelaqan hatine mehkûmkirin. Di seranserê welat de, di bin navê Xebat li dijî lixwekirina Îslamî êrîşê dibin ser jinan û tevî bêhurmetîkirin bi wan, pêvajoyek bêmînak bi xwe ve girtiye û li gorî serhejmariya hikûmetê bi xwe, sedan kes ji wan hatine girtin û hezaran kes li rê û şeqaman de ketine ber kutan û lêdanê.

 Endamên sendîkaya Şîrketa Otubos Ajotina Tehran û derdorê li ser kar hatin helawîstin û di bin zext û givaşa aborî û gefxwerin bi girtin û binçavkirina wan de ne, heya di hewl û bizavan de ji bo bidestveanîna mafên xwe dest berdin.

 Çalakên xwendekarî li seranserî welat di bin çavdêriya hêzên Ewlekariyê de ne. Hêzên “Besîc” û Sipaha Pasdaran di Zanîngehan de hatine cihgirkirin. Xwendekarên çeleng û xebatkar ji doma xwendinê bêpar hatine kirin. 8 kes ji xwendekarên zanîngeha “Amir Kabir” bi tevlihev belavok û weşanên wan tên girtin û îşkencekirin.

 Her wiha mamostayên zanîngehê jî bi hêcetên cur bi cur ji zanîngehan tên tesfiye û derêxistin. Mamosta yên welat ji ber daxwaza zêdekirina miaş û rewşa hejmareke zaf ji girtiyên nerazîbûna sernaserî ya mamsotayên   nerazî nexuya ye.

 Xebatkarên ser bi neteweyên cur bi cur ên Îranê ji Kurdistanê, Xozistanê, Azerbaycanê û wd... bêtir ji berê yê ketine bin çavdêriyê û xebata mafxwazane ya xelkê van herêmane bi tundî tê tepeserkirin. Rojnamevan û çalakên mafên mirivan li Kurdistanê û Azerbaycanê bi egera belavkirina nûçe û raporan li ser rewşa xelkê van herêmane bi çendîn salan cezayê girtîxaneyê hatine mehkûmkirin. Hejmarek ji welatiyên akincî yên derveyî welat, bi buxtanên bêbingeh wekî ajan û sîxorî û wd... hatine girtin yan piştre çûne dera wan ji welat hatiye ragirtin.    

 Xurtbûna şêtane ya serkuta bizavên  civakî, girtina çalakên saziyên sivîl û zêdebûna radeya çewisandina bo ser gişt civakê, ji teva zêadetir, xurtbûna kirîza aborî, geşekirina berfireh û rû li zêdebûnê ya bêkarî, xizanî û belengaziyê di civakê de, jordeçûna ecêb û matmayî ya giranî û bandora wan li ser aboriya welat û pêşdeçûnê, zêdebûna nerazîbûnên xelkê û serhildana tevgerên civakî çavkanî digire. Hikûmeta Komara Îslamî di xurtbûna wan bizavan de, bi dawîhatina temenê xwe dibîne.

 Geşekirina tevgerên civakî û tevgirbûna wan, wateyeke ji bilî pêkhatina valahiyeke ne çareserkirî li bendava serberedayî û dîktatoriya siyasî û tund û tûjiyê û bêmafiya zal bi ser civaka me de nine. Di rastî de xwestek û daxwazên çalakên tevgerên civakî, bidestveanîna azadiya pêkanîna rêxistinê, azadiya aîne rojeva xwestekên civakî, aborî û siyasî, wekhevî di mafan de, dawîanîn bi ferq û cudahîdanan, bi fermîkirina maf û azadiyên destpêkî yên mirovan, azadiya fikirîn û xuyarkirina ra û dîtinan, azadiya zaniyariyên ragihandinê, tenahiya pîşeyî a rojnamevan û ji holê rakirina sansorê û wd..e ne. Komara Îslamî nikare van daxwazan bipejirîne û bi zora serkut, qirkirin, girtîxane û revandina xebatkarên civakî, dixwaze dengê nerazîbûna xelkê li dijî dîktatoriyê bifetisîne. Em wekî partiyên ku ev daxuaniye wajo kirine, ji hemû çalakên bizavên sivîl dixwazin, bi  her awayekê ku tevî rewşa xwe bi jêhatî dizanin li hember êrîşa hêzên serkutker ên dewletî berxwedanê bimeşînin û planên hikûmetê ji bo serkut û qirkirina xebat û çalakiyên mafxwazane ên gel betal û pûç bikin. Em daxwazê ji tev hêzên siyasî û xebatkarên saziyên parêzer ên maf û azadiyên xelkê li welat dikin ku bi rengvedana nerazîbûnên gel û belavkirina nûçeyên xebata xelkê, kerb û nerazîbûna xwe ji siyaseta serkut û çewisandina hikûmetê bilindtir bikin. Bi serdan ji komeleyên navneteweyî û saziyên parêzer ên mafên mirovan û raya giştî ya xelkê, partî û aliyên pêşverû ên welatên cihê akincîbûna xwe, daxwaza  zext û givaşxistinê bo ser dewleta Komara Îslamî bona berçavgirtina mafên gel û meşandina soz û qerarên xwe ji bo cîbicîkirina bendên danezana mafên mirovan û dawîanîn bi binpêkirina berdewam a wan bibin. Em gazî ji gişt hêzên Komarîxwaz, demokart û azadîxwaz ên Îranê dikin ji  bo alîkarî û yekîtiya bi kiryar bona xebat û dijberî li hember siyaseta serkuta Komara Îslamî, berevaniyê ji maf û azadiyên girûpên cuda cuda ên xelkê welatê me bixebitin.

 Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Komele – Rêxistina Şoreşvan ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê

 Rêxistina Yekîtiya Fedaîyên Gelê Îranê

 Rêxistina Yekîtiya Fedaîyên Gelê Îranê“Ekseriyet” piranî

 21.04.1386

 12.07.2007 

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 17’ê Pûşpera 1387’ê Rojî